Îman bi Erbaneya xwe li tax û bazarên Helepçe digere

Jina ciwan ya bi navê Îman Qadir li nav tax û bazarên helepçe di destê wê de erbane dilê hemwalatiyan xweş dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Îman Qadir a ruyê wê bi ken hunermendek ciwan a di destê wê de Erbane li taxan û bazarên Helepçe digere. Bi xwe rûniştvana Helepçe ye û beşa şêwekarî li Peymangeha Hunerê Ciwan a Helepçe xwendiye. Lê belê xwesteka wê ya ji bo muzîkê wisan kiriye ku ji beşa ku xwendî dûr bikeve û ber bi hunerê ve biçe.
“Keyfa xelkê gelek ji lêdana erbanê re tê”
Îman a di demek kin de ketiye nava dilê welatiyên Helepçe û hatiye nasîn wiha behsa jiyana xwe dike: “Min peymangeha hunerê ciwan beşa şêwekarî temam kiriye, lê belê heskirina min ya mûzîkê wisan kir ku di qada mûzikê de kar bikim û amêra erbanê lê bixim. Di nava heftiyê de dû rojan diçûm ji bo fêrbûna elbanê. Piştgiriya malabata min û hevalên min bû sedem ku min karî êdî li taxan li erbanê bidin. Min ji vê gelek tişt girt û gelek keyfa xelkê ji lêdana min ya elbanê re hat û sipasiya min kirin. Dema min di nava bazarê de erban lê dida di runiştinin û seyra dimenê lêdana min a erbanê dikirin piraniya wan ew kesên bi temen, ciwan û xwediyê firoşgehan destxweşiya min kirin û bi vê jî ez gelek kesyfxweş bûm. Ez bejdarî hemû çalakiyên navendan yên ciwan ku li Helepçe tê li darxsitin dibim. Daxwaza min ewe ku ez bibim xwedî komek ya jinên ciwan û bibim mamostayê wan û wan perwerde bikim.”