Êşên gelê Filîstîn û Lubnanê bi mîhrîcana “Filistîna di dil de” tên pêşandan

Salonên sînemayê li Lubnanê, pêşî ji ber teqîna Lîmanê dûre jî ji ber pandemî û krîza aborî demeke dirêj girtî man. Li Lubnanê jiyana rojane hêdî hêdî asayî dibe û ji bo hestiyariya bi Filîstînê re sînemayên Lubnanê perdeyên xwe vedikin. Di navbera 4 û 12’ê Hezîranê de bi pêşengiya Komeleya Sînemaya Metropolîs li kampên ku penaberên Filîstînê lê ne û gelek salonan bi sernave “Filistîna di dil de” mîhrîcana fîlman tê lidarxistin.

 
KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Bernameya “Filistîn di dil de” ku çend fîlmên Lubnan û Filistînê digre nava xwe, cara yekem e ku bernameya komeleyê dûrî Sînemaya Metropplîs Ambêr Sofîl li Beyrûdê pêşandanên xwe dest pê dike. Komeleyê 12 sal berê li wê salonê dest bi sazkirina mîhrîcanên xwe kiribû.
Komeleya Sînemayê ya Metropolîs di sala 2006'an de hat damezrandin û pêşandanên wê heya sala 2008'an di şanoya El-Medîna de dest pê kir û piştre di sînemaya Embêr Sofîl de heya sala 2020'an berdewam kir û îro jî komele bê salonên pêşangehê maye.
Komele ne ji bo berjewendiyên madî ye lê fîlmên çandî û belgefîlman pêşkêş dike û ji bo bernameya sala 2020'an xwe amade dikir lê krîzên li pey hev li Lubnanê û bi taybetî ya herî dawî teqîna li Beyrûdê bû sedem ku komele bernameyên xwe yên sala 2020'an bide sekinandin. Komele niha xwe ji bo bernameya "Filistîn di dil de ye" ji 4'ê Hizêrana 2021'ê de dest pê bike û heya 12'ê Hezîranê berdewan bike.
Em parçeyek ji şerê li herêmê ne
Derhênera Lubnanê û endama damezrîner a komeleyê Zîna Sifîr dibêje: "Me di şoreşa Çileya 2019'an de krîza aborî dikişand me hinekî karê xwe sekinand û vîrusa koronayê jî derket û me peşandan da sekinandin lê me her dem hewl dida û her çend piştî dawiya hevkariya Ambê Sofîl êdî pêşangehek ku em tê de pêşandanê pêşkêş bikin tune bû lê hevkarên me yên mîna Sînemaya Aşbîlya li Seyda hebû û em li cihên din ên vekirî digeriyan. Tevî hemû  hewldanên me ji ber vîrusa koronayê bajar dihat girtin, em di dawiya meha Tîrmehê de beşdarî bernameyê bûn da ku dest pê bikin lê teqîna di 4'ê tebaxê de li Lubnanê çêbû, di wê demê de bername bi tevahî hatin talopkirin. Ji ber ku di şert û mercên em tê de dijîn di dema teqînê de tu kesî nekarîbû vê projeyê pişopanda."
"Fîlîstîna di dil de fîlmên Lubnan û Filistînê tîne ba hev"
Bi kêmbûna hejmara kesên ku li Lubnanê bi vîrusa koronayê ketin jiyan jî asayî dibe. Sînemayê jî salonên xwe vekirin. Li ser vê yekê Zîna Sefîr dibêje: "Me hilbijart ku em bernameyên komeleya Sînemaya Metrobolîs bi mîhrîcana “Filistîna di dil de” vegerînin ser dikê."
Der barê bernameyê de dibêje: "Bername ji fîlmên Lubnan û Filistînê pêk tê. Em xwe ji pirsgirêkan berpirsyar dibînin ji ber ku Lubnan welatê Ereb ê û piştî Filîstinê herî zêde zirar ji êrîşên Israîlê dîtiye. Ji ber vê yekê fîlmên Lubnanê yên beşdar behsa nakokiya me û Îsraîlê dikin her wiha di 6'ê Hezîranê de salvegera êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê ya di sala 1982'an de ye. Ji ber vê yekê di salvegera êrîşê de filmê 1982’an ê Welîd Mûns li ser dika şanoya medenî di mîhrîcana “Filistîna di dil de” hat pêşkêşkirin her wiha em ê filmê 3000 şev ji derhênera Filistînî Mey El-Mesrî pêşkêş bikin ku di film de kesayeta Meysa Ebd El-Hadî ku bi giranî birîndar dibe ji ber êrîşan li ser Xezayê dide diyarkirin."
Di lê 12 kampên Filistînê yên li Lubnanê fîlm werin pêşandan
Hêzên Îsraîlê di 10'ê Gulanê de êrîşek li ser Xezayê dest pê kirin ku 11 rojan domiya ku ev bûyer, dema ku gelê Filistînê red kir malên xwe yên li Taxa Şêx Cerah a Oudisê vala bikin dest pê kir.
Zîna Sefîr wiha didomîne: "Di heman demê de em fîlmê "Îstiyad El-Eşbah” (nêçîrvaniya hov) jî nîşan didin di fîlm de behsa jiyana girtiyên di zindanên Îsraîlê de tê kirin û kesên ku di fîlm de dilîzin ne lîstikvan bûn lê kesên ku berî niha di zindanên Îsraîlê de girtîbûn di filmde lîstine."
Fîlma "200 Metre" cara yekem li Lubnanê tê pêşandan û fîlmê Îlya Sileyman a "ku tu bixwazî wekî li ezmanan bî" çîroka zilamekî ji Filistînê direve da ku jiyana xwe ya nû biafirîne lê rastî eynî pirsgirêkan tê ev film bi rêvazê kenok hatiye pêşkêşkirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Filistînê ku hejmara kesên binçavkirî heya dawiya Îlona 2020'an di zindanên Îsraîlê de gihîştiye 41874 û di Çileyê de rayedarên Îsraîlê 456 kesên Filistînî binçav kirin di nav wan de 93 kesên temenê wan biçûk 8 ji wan jin hebûn. 
"Çand ne luks e"
Zîna Sefîr piştrast dibêje: "di hilbijartina fîlman de me zehmetî nedîT, ji ber ku piraniya van fîlman ji bi MC Distribution in bi wateya şirketa me ya belavkirina taybete weke fîlmê Nîçîra hov (istiyad El-eşbah) û ku tu bixwazî wekî li ezman bî (wen şit kema fî elsema) pêşwaziyek mezin ji gel hebû û heta pêşangeh pir hevkar bûn, wan mesrefên piçûk digirtin û hin ji wan salonan belaş peyda dibûn. Bi van alîkariyan em hemû hewl didin bi hev re bibin alîkar ji ber şanoyê û tevgera çandî li welat vegerînin û şanoyên çandî ne lûk se lê tiştên esasî ne. Bernameyek me li Metropolîs heye ku bi saya wê em li dibistanan fîlm nîşan bidin û pêşandanan li dibistanan pêşkêş bikin da ku alîkar ji bo avakirina nifşek ku li ser çandê mezin bibe û ji sînema hez bike."
"Filistîna di dil de”
Zîna Sefîr dibêje: "Em ê di rojên mê de du rojan di kompên penaverên Filistînê yên li Lubnanê bernameya Filistîna di dil de pêşkêş bikin ev jî bi hevkariya navenda Ragihandina Erebî ya Folklorê re ye. Penaberên Filistînê yên li Lubnanê ji sedî 10 tevahî tomarkirî li UNRWA pêk tê û ji sedî 11'e nifûsa giştî ya libnanê ye her wiha ku li 12'e kampên ku ji hêla UNRWA ve hatine organîz kirin tên belav kirn yên bi navê Nehir El-bereda, El-bedawî, Birc El-Beracina, Mar El-Îyas, Dbiya, En El-Hilwa, El-Reşêdiye, Birc El-Şemal, El-Bis, Şatîla, Elclîl,El-Mît Eyna."
Di bersiva pirsa wê yali ser girîngiya sînemaya Filistînê de ew dibêje: "li Filistînê her dem dîroka sînema mezin a Filistînî hebû lê piştî şewitandina arşîva sînema Filistînê ji hêla İsrayîlê ve ku sînemaya Filistîn di 1989'ande bi fîlma vegeriya û ji wê demê de derhênerên Filistînî li ser derxistina filman bi civaka xerb re dixebitin."
"Ev çalakî û hevkariyên herî berbiçav ên Sînemaya metrobolîs e"
derbarê çalakiyên herî berbiçav ên komeleyê de Zîna sefîr dibêje: "Di komeleyê de em mîhrîcana sînemayê saz dikin û yên din qebûl dikin û di nav salê de em bernameyan çêdikin, karê komeleyê bi awayekî giştî hat meşandin. Me di sala 2018'an de projeya sînemaya Beyrûdê ku ji bo sînemaya Lubnanê referansek e da destpêkirin û mîhrîcana "Dîmendarên rastiyê” ya ku sala berî niha hatibû sekinandin em ê prganîze bikin û di demeke nêz de dest pê bikin. Her wiha gelek hevkarên me hene ji nav wan jî di Akademiya Fîlmê ya Navnetewî ya Lokarno heye û komxebatan em saz dikin tê de em ciwanên ku bi hilberînê dizanin amade dikin û em wan perwerde dikin ku fîlmên Erebî û serbixwe li herêmên Ereban belav bikin. Em li gel Festîvala Berlînê û ya Beyrûdê dibin alîkar."