Êşa xwe bi wêneyan vegot, niha li atolyeya ku ava kiriye xeyalên xwe xêz dike

Hunermenda plastîkê Hafiza Zîzî, êşên ku jiyaye bi firçe û rengan vegot. Hunermenda ku bi wênesaziyê re pencereya ku di hundirê xwe de vedibe hîs dike, niha di atolyeya ku wî ava kiriye de cîhana xeyalên xwe xêz dike.

HANAN HARITE

Mexrîb– Hunermenda Mexrîbî Hafiza Zîzî, piştî windakirina dayika xwe rojên zehmet yên jiyî, bi hunerê re vegot. Hafiza Zîzî ku rûyên jinên xwedî çand cuda di tuvalê de şênber dike, xeyalên xwe jî bi firçe û rengan der dike. Hafiza Zîzî vedibêje ku, dema ew gav avêt cîhana hûnerê ne divê bendawariyê de bû ku ew e ji bo na wê bibe teseliyêk û ku navê wê di cîhana hûnera plastîk de bibiriqe. Dema ku vedibêje, ew qet ne li bendê bû ku di wêneyê ku piştî windakirina dayika xwe û ji bo derbaskirina rojên bi êş hembêz kir de di demek kurt de navê xwe bide bihistin, rêwîtiya xwe ya hûnerî ya ku bi rêya wêneyê dest pê kir ji ajansa me ra vegot.

“Min valahiya ku digeriyam li atolyeyê girt"

Hafiza Zîzî wiha dibêje: “Min piştî mirina dayika xwe ketim depresyonek bi tund, ez bi wê pir nêzikî bûm. Mirina wê ji bo min xemgîniyek pir û şokek pir mezin bû. Dema ez rojekê çûm Marakeşê serdana atolyeyek kir. Min valahiya ku digeriyam li wê atolyeyê tijî kir. Min firçe girt destên xwe û dest bi wêne çêkirine kir. Min tu qural an jî teknîkên xêzkirinê nizanibû, min tenê wêneyên xwe li gorî dilên xwe çêdikir û şêwe dida.”

Teklîfa pêşangeha ewil girt

Hafiza Zîzî diyar kir ku di rêwîtiya xwe ya hûnerê ya piştî windakirina dayika xwe dest pê kir de ji hevjînê xwe jî qut bû û wiha got: “Piştre ez çûm mala xwişka xwe. Xwişka min a ku mezûnê Dibistana Hunerên Bedew e, rê nîşanê bûn da û  ji bo jêhatibûnên xwe derdivim holê ji tercûbên wê sûd girt. Wêneyên ku min di atolyeya wênesaziyê de dest pê kirin salekê dewam kir. Dema ku ez çûm serdana zaroka xwe ya ku li Enstîtuya Hûnerên Sînemayê ya li Ouarzazate dixwîne, min ji bo li otêlekî pêşangeh vekirim têklif girt.”

"Di hundirê min de pencereyek vebû”

Hafiza Zîzî rewşa derûnî ya ku dema wêne çêdike jiyî, wiha vedibêje: “Min bi giştî salek wêne çêkiribû. Qet cesaret min tunebû ku derbarê wêneyên çêdikim de biaxivîm. Min tenê hîs kir di hundirê min de pencereyek vebûye.”

Atolyeya xwe ya xebatê avakir

Hafiza Zîzî dibêje piştî pêşangeha wê ya yekem ji serkeftî ditîna berhemên xwe pir kêfxweş e. Hafiza Zîzî ku niha atolyeya xwe xebatê ava kiriye bi van gotinan dibêje ku ew gelej hez dike xeyalan xwe û rastiyan bikeve yek û wêneyên jinan çêbike: “Ez li welatê xwe rûyê jinên cuda yên ji çandên cuda xêz dikim."