Çiyayê Nemrûdê bi dîroka xwe ya du hezar salan li ser piyan e

Çiyayê Nemrûdê ku peyker û bermahiyên beriya 2 hezar salan tê de hene, kesên ku wê dibînin ji xwe re heyran dihelê. Avahiyên Helenîstîk ên ku di dema Qraliyeta Kommagene de hatine çêkirin, tevî wêrankirina ku lê hatiye kirin jî li ser piyan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Semsûr, bajarekî kevnar e û di dîrokê de gelek şaristaniyan di nava xwe hewandiye. Ev bajar xwedî Çiyayê Nemrûdê û dîrokeke dûr û dirêj e. Çiyayê ku li bilindahiya 2150 metre li navçeya Kolikê cih digre, bi gora xwe ku ji hêla Qraliyeta Kommagene I ve ji bo ku Antiochos nirxên pêşiyan nîşan bide çekiriye û bi peykerên abîdeyê û dîmenên bêhempa yek ji berhemên herî bi rûmet ên serdema Helenîstîk e. Dîroka vê cihê dîrokî ku di sala 1987’an de ji aliyê UNESCO’yê ve di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de cih girtibû, digihîje beriya du hezar salan. Çiyayê ku di heman demê de yek ji mezintirîn parkên neteweyî yên Tirkiyeyê ye, her sal xwemaliya mêvandariya bi hezaran turîstên xwecihî û biyanî dike.
Ziyaretvan li hilatin û avabûna rojê temaşe dikin
Ziyaretvanên ku dixwazin peykerên serê çiyê bibînin serdana xwe ya çiyê li gorî dema hilatin û avabûna rojê eyar dikin. Ziyaretvanên ku serê sibê ji xewê radibin, derketina rojê bi peykerên dîrokî û ji bilindahiya çiya, bi dîtina hemû herêmê pêşwazî dikin. Hinek beşên serê hin peykeran kêm an jî şikandî ne ku beriya xebatên arkeologên Alman û Amerîkî ji aliyê gelê herêmê ve weke "pût" hatibûn dîtin û xerabkirin. Piştî vedîtinê, çiyayê ku dîroka nepenî û kûr tê de tê parastin, bersivên gelek pirsên du hezar salî vedihewîne.
Peykerên dêw kesên ku dibînin ji xwe re heyran dihelê 
Ziyaretvanên ku ji bo xwe bigihîjînin serê çiya neçar in bi dehan derenceyan hilkişin, bi heyranî li peykerên ku bi wêrîsên ewlehî hatine pêçandin dinêrin. Digel ku nav û erkên peykerên hatine dîtin li ser tabelayek hatine nivîsandin, rolyefên mirovî û nivîsên li kêleka peykeran hêjayî dîtinê ne. Li çiya peykerên bîrdariyî yên li ser terasên rojhilat, rojava û bakur belav bûne. Terasa rojhilat navenda pîroz e û ji ber vê yekê peyker û bermahiyên mîmarî yên herî girîng li vir in. Peykerên dêw ji blokên kilsî hatine çêkirin û 8-10 metre bilind in. Tevî ku hebûna wê tê zanîn jî, tirba Qral hêj nehatiye dîtin.
Pira şaristaniyên Rojava û Rojhilat
Qraliyeta serbixwe ji aliyê Mithradates I ve li herêma ku di demên kevnar de bi navê Kommagene tê zanîn, hat damezirandin û padîşahî di serdema kurê wî Antiochos I (62-32 BZ) de girîngî bi dest xist. Piştî mîladê di sala 72’an de windakirina şerê li dijî Romayê, serxwebûna Qraliyetê bi dawî bû. Lûtkeya Çiyayê Nemrûdê ne cîgeh e, lûtke û warên pîroz ên Antîokosê ye. Tûmulus li nuqteya ku li ser çemê Firatê û li deştê ye serdest e. Tumulusa 50 metre bilind û 150 metre bejahiya wê ku hestiyên padîşah an jî xeliyên padîşah di oda ku di binê kevirê de hatiye kolandin de, bi perçeyên kevirên piçûk ve hatiye pêçandin û xistine bin parastinê. Her çiqas di nivîsan de tê gotin ku gora qral li vir e jî heta îro nehatiye dîtin. Li ser terasa rojhilat û rojava peykerên Antiochos, xweda, xwedawendan û peykerên şêr û qertel jî hene. Horoskopek şêr a bêhempa li ser terasa rojava ye. Peyker bi tevlihevkirina hunera Helenîstîk, Farisî û hunera orîjînal a Kommageneyê hatine çêkirin. Di vê wateyê de ji Çiyayê Nemrûdê re mirov dikare bêje pira şaristaniyên rojava û rojhilat. 
Du hezar sal li benda keşfkirinê ma
Piştî ku Qraliyeta kommageneyê ji ser dika dîrokê hat jêbirin, berhemên li Çiyayê Nemrûdê bi qasî 2 hezar salan di nava tenêtiyê de hat hiştin. Endezyarê Alman Karl Sester ku di sala 1881'ê de weke erkdar çû herêmê, rastî peykerên Çiyayê Nemrûdê hat û xirbeyên Qraliyeta Kommagene û nivîsên Yewnanî yên li pişt peykerên xwedayan li ser hatine danîn nedît bi texmîna ku ew xirbeyên Asûrî ne Konsolosê Elman ê li Îzmîrê agahdar kir. Karl Sester di heyecana xwe ya keşfkirina peykerên mezin de ev xeletî kir. Di sala 1882’an de Otto Puchstein û Karl Sester li Nemrûdê lêkolînek kirine. Midûrê Muzeya-i Humayun (Muzeya Împeratoriyê) Osman Hemdî Bey di sala 1883’an de bi tîmekê hat û li Nemrûdê xebitî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, arkeologê Amerîkî Theresa Goell û Alman Karl Doerner; Li Nemrûd û derdora wê kolandin, lêgerîn û lêkolîn kirine.