“Çanda me nasnameya me ye”

Hunermend Hemrîn Bîrhat diyar kir ku çand û huner mijarên girîng in loma jî divê ku gelê Kurd xwedî li çanda xwe derkeve.

FIRYAL MIHEMED

Heleb- Di serdemên destpêkê yên dîrokê de jin weke xwediyên çand û hunerê dihatin pênasekirin. Her dem di nava lêkolînên çandî de bûn her tişt diafirandin, weke wêneyên li ser dîwaran û nivîsandina helbestan li ser keviran heta ku ev tişt berdewam kir, bi pêş ket lê dijmîn her dem dixwest şikestinek di çandê de çêbike. Dewleta tirk a dagirker dema ku Efrîn dagir kir xwest çanda me tune bike lê dema ku em koçberî Şehbayê bûn me riya xwe ya çandî berdewam kir. Der barê vê mijarê de hunermend Hemrîn Bîrhat ji ajansa me re têkildar bû.

"Heya ku em bigihîjin ermanca xwe divê em xwedî îrade bin"

Hunermend Hemrîn Bîrhat a ji gunda Şîtka yê girêdayî Efrînê der barê jiyana xwe ya hunermendiyê de wiha got" :Ev bû neh sal ez karê hunermendiyê dikim, gava min a yekemîn a karên hunerê  govend bû lê bavê min dengê min xweş didît her dem min teşwîqê hunermendî û muzîkê dikir, ji ber ku bavê min jî hunermendek Efrînî bû xwest ez jî şopa wî bidomînim lewma ez li malê xebitîm ew jî  vedigere îradeya min heya ku ez  gihîştim asteke bêşketî."

"Çanda me nasnameya me ye"

Hunermend Hemrîn Bîrhat di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina xwe ya piştî koçberiyê û wiha berdewam kir" :Dema ku em ji Efrînê derketin û koçberî Şehbayê bûn min xwest ez hestên xwe dîsa der bikim lewma min dest bi karê hunermendiyê kir. Ez gelek tişt ji hunerê fêr bûm, fêrî amûrên muzîkê bûm tembûr, piyano û wênexêziyê û hin tiştên din. Li Şahbayê me kom ji bo muzîkê çêkirin û em derbasî qada çanda bûn, ji bo ku em derkevin şahiyan. Piştî ku me komek afirand me navê koma xwe kir koma Şehîd Hêva. Ango me navê hevala me ya li Efrînê şehîd ket lêkir. Me demeke dirêj li Şehbayê derbas kir û piştî wê em li Helebê niştecih bûn, min karê xwe yê hunermendiyê li Helebê berdewam kir û cihê xwe li navenda Hîlala Zêrîn a Şehîd Berçem a Helebê girt û ez li wir bûm rêvebera koma muzîkê ya Şehîd Vejîn."

"Divê em xwedî li çanda xwe derkevin"

Hunermend Hemrîn Bîrhat wiha berdewam kir" :Pêşengê min bavê min e ji biçûkatiya min de bavê min her dem stranan digot lewma ez ji afrîneriya wî bi bandor bûm û min xwest weke bavê xwe hunermendek bi nav û deng bim. Her dem di destpêkê de ez hinekî ditirsiyam lê bavê min piştgirî da min. Di civakê de dibêjin ku divê her dem jin di malê de bin lê divê ku ev zîhniyet biguhere, banga min ji hemû jinan re ew e ku divê xwedî li çanda xwe derkevin."