Çanda deqê ya ku ber bi jibîrbûnê we diçe, zindî dike

Fatê Temel a ku çanda deqê ya ji demên berê heta roja me ya îro hatiye û niha zêde nayê dîtin da naskirin, atolyeya çêkirna deqê vekir. Fatê Temel a ku di atolyeya xwe de ji kesên ku dixwazin re deqan çêdike û kesên meraq dike jî agahdar dike, dibêje ku zindîkirina çanda wê kêfxweşiyê dide wê.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Çanda deqê yek ji kevneşopiyên kevnar e ku berê di axa Mezotopamyayê de gelek caran hatiye çêkirin. Hewl tê dayîn ku were zindîkirin. Dîroka deqê ku bi taybetî bi jinên pîr re zêde bû, koka wê digihêje demên kevnar. Di çanda deqê de ku bi nexşên wekî heyv, roj, stêrk û şeh tê naskirin, her nexş xwedî wateyeke cuda ye. Fatê Temel a ku li navçeya Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye û mezin bûye, ji bo çanda deqê ya ku li gundê xwe dîtiye û ji jinên gund bi bandor bûye bide berdewamkirin li Amedê atolyeyek vekir. Fatê Temel, di atolyeya ku vekiriye de li gorî nexşên gel dixwazin deqan çêdike. Ji xeynî deqan nexşan xêz nake. Fatê Temel a ku hem çanda xwe diparêze hem jî Deqê bi kesên nizanin dide nasîn, bi karê ku dike kêfxweş e.
Deq bi şîrê dayika ku zarok dimijîne û bi teniya agir tê çêkirin
Taybetmendiya herî girîng a deqa kevnar ku Kurd jê re dibêjin deq, Ereb jê re dibêjin Wesm û Ewropî jê re dibêjin Tattoo, ew e ku heya dawiya jiyanê dimîne. Ew ji hubrê, ji boyaxa herî bi bandor bi bandortir e û taybetmendiyek wê heye ku qet nayê jêbirin. Deqa ku bi gelemperî jin çêdikin ji şîrê dayikê û bi taybet bi şîrê dayika ku zaroka wê keç be û wê dimijîne tê tercîhkirin. Her wiha tê gotin ku koka wê ya mîtolojîk heye. Bi teniya sîtila ku demeke dirêj di nav agir de maye, têkelbûnek bi şîr çêdibe û bi derziyê di nava çerm de tê xêzkirin. Birînek ne kûr li ser devera ku deq tê de vedibe, di nav rojek an du rojan de bi pelçiqandinê baş dibe û têkelbûna ku di bin çerm de diherike rengek kesk digre û şopêk ku heta dawiya jiyanê nayê jêbirin dimîne.
Li ser deqê lêkolîn kir
Fatê Temel a ku çanda deqê ya dîroka wê digihîje serdema kevnar, pêşî bi jinên gundê xwe re dît, nas kir û piştre meraq kir ku çawa hatiye çêkirin. yekem carê deqê li ser çeneya xwe çêkiriye. Fatê Temel a ku çanda jê hez dike, lêkolîn dike û ji derdorê xwe jî dide nasîn, bi meraq û daxwazên derdora xwe di çêkirina deqê de dibe pispor.
“Her nexş xwedî wateyek cuda ye”
Fatê Temel a ku me di atolyeya wê de derbarê çanda Deq û nexşan ku çêdike axivîn, wiha got: “Dîroka derketina Deqê bi rast nay zanin. Nexşeyên Deq heta Gobeklitepe digihijê. Em nikarin bibêjin dive dirokê de derketiye. Tê zanîn ku ji Mezopotamyayê derketiye. Çandeke ku di nav kurdan de belavbûye û anîne heta roja me ya îro. Her çiqas tê zanîn tenê jin vî karî dikin jî, bi rastî mêr jî Deq çêdikin. Jinan bi Deq re hin hestên ku wê demê nedikarîn bînin ziman, anîne ziman. Nexşên Deqê ku ji eşîrê heta eşîrê diguhere heye. Nexşên wekî şe, roj, xezal û hîv hene. Berê mirov bi van nexşan fêm dikir ku kî ji kîjan eşîrê ye.”
“Ji bo ku çand neyê jibîrkirin min atolyeyek vekir” 
Fatê Temel, diyar kir ku ev çand herî zêde li Mêrdîn, Şirnex, Riha û Amedê tê bikaranîn û diyar kir ku îro ciwan ji deqê dûr ketine û herî zêde deq li ser kesên kal û pîr tê dîtin. Fatê Temel ku balê dikşîne ser wê yekê ku deq gav bi gav ber bi jibîrbûnê ve diçe. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Min deqa xwe ya yekem ji bo xwe çêkir. Paşê, dema ku kesên li dora min dîtin û xwestin ez çêbikim, min ji bo wan jî çêkir. Dema ez ji bo zanîngehê hatim Amedê, min li vir jî bala xelkê kişand ser xwe. Wan jî ji min xwest ku ez çêbikim. Piştî wê min hem ji bo ku tevkariyê li çanda xwe bikim hem jî ji bo domandina kevneşopiyê ev atolye vekir. Min ev atolyê beriya mehekê vekir.”
“Baldariya ku tê nîşandan min pir kêfxweş dike” 
Fatê Temel anî ziman ku piştî vekirina atolyeyê eleqe û meraqek mezin li ser karê wê çêbûye û eleqeya ku hatiye nîşandan wê gelekî kêfxweş kiriye. Fatê Temel got; “Bi çêkirina van nexşan ez vê kevneşopiyê nîşanî nifşên pêşerojê dikim. Ji xeynî nexşa deqê, ez tu nexşên ku di nava deqê de cih bigrin çênakim. Ez tenê li ser nexşên deqê û nexşên taybet sekinîm. Wateya hemûyan ên pir cuda û  xweşik hene. Ji ber ku ez vî karî dikim û gaveke wiha diavêjim xwe taybet û kêfxweş hîs dikim.”