"Çand danasîna dîroka mirovan e"

Jinên ku di Tevgera Hîlala Zêrîn de dixebitin dan zanîn ku çand pênaseya hebûna mirovan e û situna bingehîn a nasnameya gelan e.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Çand pênaseya dîroka mirovan e û bi riya wê dîroka civakan mayinde dibe. Hêzên desthilatdar jî di ferqa vê dene û bi riya çandê êrîşî civakan dike. Tevgera Hîlala Zêrîn jî li ser bingeha avakirin û pêşxistina çanda resen xebatê dike û bi hêza jinên ciwan pêş dixe. Jinên di nava Tevgra Hîlala Zêrîn de cihê xwe digirin li ser xebata xwe peyîvîn. 
Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fewaza Elî qala avakirina Tevgera Hîlala Zêrîn wiha kir: "Di sala 2016’an de Tevgera Hîlala Zêrîn di Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin. Di sala 2017’an de yekemîn konferansa tevgerê hat li dar xistin. Piştî li dar xistina konferansê, Tevgera Hîlala Zêrîn gavên serkeftî avêt û xwe belavî herêmên mîna Hesekê, Kobanê û Şehbayê kir. Ji ber zilim û zordariya Rejima Baasê çanda me gelek derip xwer, lê îro em bi saya jinê cardin çanda dayika xwedavend vedigerin. Her wiha em çanda xwe hînî nifşên nû jî dikin da ku bi çand û hunera dayikên xwe mezin bibin. Hîlala Zêrîn beşên mîna şano, mûzîk, wênesazî û govendê bi rêxistin dike û di her beşê de nêzî 20 endaman cihê xwe digirin. Her wiha akademiya perwerdehiyê hatiye avakirin da ku zarokan hînî çanda wan bikin. Em li gor daxwaza zarokan wan hînî amûr ango beşê din dikin."
"Hîlala Zêrîn pênaseya xwe ji çanda kurdan digire"
Fewaza armanca Hîlala Zêrîn wiha rave kir: "Em dixwazin bi riya çandê xwe bighêjinin herkesî. Her wiha Hîlala Zêrîn armanc kiribû ku xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bike. Îro Hîlala Zêrîn gihîşt armanca xwe û li gor pêwistiya her herêmekê dewreyên perwerde vedike. Jinên ciwan yên xweser ên dengbêjiyê hate avakirin. Her wiha zarokên ku di koman de cihê xwe digirin gelek afrîneriyên mezin pêş xistine û niha jî amadekariya şanoyên ku dîroka wan pênase dike amade dikin. Tevgera Hîllal Zêrîn pênaseya xwe ji çanda kurdan ên xwezayî digire û didin civakê. Hîlala Zêrîn ji bo zindîkirina çandê çalakiyên mîna mîhrîcana zarokan a hunerî, mîhrîcana jinên ciwan û hefteya hunerî di nava civakê de li dar dixîne. Armanca me ji van çalakiyan ewe ku em çanda xwe vegerînin û di heman wextê de em  çanda xwe di nava civakê xwe de her zindî bihêlînin. Di dema pêş de jî çalakiya me ji bo jinên ciwan heye."
"Çand dîroka gelan pênase dike"
Fewaza da zanîn ku dirûşmeya wan a çalakiyê Jin jiyane, jiyanê nekûje ye û wiha pê de çû: "Bi qasî ku dewletên faşîst wekî dewleta tirk  dest dirêjî li ser welatê me kiriye, di heman demê de li ser çanda me jî kiriye. Lê em jî weke Tevgera Hîlala Zêrîn li dijî vê qirkirinê disekinin û em rê nadin ku çanda me were qirkirin. Çanda me dîroka me pênase dike û em jî li ser çanda xwe mezin bûne. Bi taybet jin çanda civaka xwe diparêze, loma erka Tevgera Hîlala Zêrîn ewe ku çanda kevnar ên gelan biparêze û di nava gel de her zindî bihêlîne. Di demên berê de jin di aliyê orf û adetên civakê de zehmetiyan dijiyan ku hunera xwe derxînin holê, lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinê di aliyê çandê de gavên serkeftî avêtin. Tevgera Hîlala Zêrîn li Rojavayê Kurdistanê deng veda û gelek kes di derdora çandê kom kir. Çand û fikrê me li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir."
"Bi zarokan çand dewam dike û bi jinê civak pêş dikeve"
Endama Hîlala Zêrîn Şevîn Xelîl di beşa şanoyê de cihê xwe digire hêstên xwe wiha parve kir: "Ev nêzî pênc salin ez kar û xebat di beşa şano ya Hîlala Zêrîn de didim meşandin. Paşê koma tiyotro ya Sarya Baran hate avakirin û min cihê xwe di nava tiyatro de jî girt. Mijarên ku em pêşkêşî civakê dikin piranî li ser jin û zarokan e, ji ber bi zarokan çand dewam dike û bi jinê jî civak pêş dikeve. Hîn temenê min biçûk bû ez tevlî kar û xebatên Hîlala Zêrîn bûm û bi demê re min wateya Hîlala Zêrîn nas kir bê çima ez li virim. Ji bo min Tevgera Hîlala Zêrîn pir pîroz e, ji ber em li vir çanda xwe hîn dibin. Di saziyekê de ger hemû kes jin bin, mirov bi awayekî rehet nêrîna xwe parve dike û çareseriyan peyda dike. Hîlala Zêrîn kar û xebatên xwe li ser çandê dimeşîne, ji ber bingeha civakê çand e. Bi riya stranekê, dîroka bi hezaran salan tê gotin. Ger mirov bixwaze çanda xwe di nava civakê de mayinde bike divê ciwanan li ser wê rastiyê perwerde bikin. Ez bi hêvî me ku hemû jinên ciwan rastiya çandê binasin û enerjiyên xwe yên zelal û paqij bi  riya çandê derxînin holê."