Çalakiyên heftaya hunerî û Çandî ya Hîlala Zêrîn li Şehbayê dest pê kir

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê bi dirûşma "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin" hefteya hunerî û çandî li Kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

HESNA MIHEMED
Şehba- Bi armanca danasîna girîngiya çandê di nava civakê de û parastina wê ji qirkirin û pişaftinê Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê hefteya Hunerî û Çandî li kantona Şehbayê li dar xist. Ev çalaki wê hefteyekê li navçe wargehên koçberiyê û gundewarên Kantona Şehbayê bi çalakiyên cur be cur bê domandin. Çalakiyan di roja xwe ya yekemîn de li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kirin. 
Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre xwarinên gelêrî ji aliyê dayikan ve hatin amadekirin û ji welatiyan re danasîn hat kirin. Endama Hîlala Zêrîn Rûmet Beko axivî û ev tişt got: "Peyama me bi lidarxistina çalakiyên hefteya hunerî û çandî ew e ku em armanca xwe bi welatiyên xwe re parve bikin û çanda xwe bi hev re ji qirkirinê biparêzin û zindî bihêlin. Ev çand, me ji dapîr û dayikên xwe wergirtiye divê em jî xwedî lê derbikevin. Wekî ciwan erka me ew e ku em çanda xwe bi civakê bidin danasîn û parastina wê ji dewletên hegomanîk bi taybetî dewleta tirk, bikin."
Endama koordînasyona Kongraya Star a navçeya Ehdas Şehbayê, Hesna Hesen bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku niha bi saya wî ew çanda xwe diparêzin û li dijî qirkirinê li ber xwe didin û wiha domand: "Em bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digrin loma rojane em rastî êrîş û qirkirinê tên. Di heman demê de çanda me jî rastî van êrîşan tê. Em wek Kongraya Star çalakiya Hîlala Zêrîn pîroz dibînin ji ber ku em her hewl didin parastina çand û hunera xwe bikin."
Koma stranan a Ş. Mizgîn a Kevnşopî stranên gelêrî gotin, piştre koma govenda folklorî ya Çiyayê Kurmênc bi govendên xwe çalaki bi dawî kirin.
"Bi zindîkirina çanda xwe em ê ji dagirkeriyê re bibin bersiv"
Endama Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Cûdî Mustafa destnîşanî çalakiyên heftaya hunerî û çandî kir û wiha got: "Ev roja yekemîn ji çalakiyên hefteya hunerî û çandî ye. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku li hemberî dagirkeriyê serî netewînin û hebûna xwe diyar bikin. Bi zindîkirina çanda xwe em ê bibin bersiv ji dagirkeriyê re. Dewleta tirk a dagirker nikare bi siyaset û dagirkeriya xwe çanda me bide ber qirkirinê. Ev çalakî komên stranan, şano, govend her wiha xwarinên gelêrî û cilên folklorî di nav xwe de dihewîne."
"Bi hêz û fikra jinên azad em ê bi ser bikevin"
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê Şêrîn Omer daxwaza ji bo lidarxistina heftaya hunerî anî ziman û got: "Daxwaza me ji lidarxistina vê çalakiyê ew e ku tevahî pêkhate li banga me guhdar bikin û parastina çanda xwe ji qirkirinê bikin. Em dixwazin çand û hunera me li tevahî cîhanê belav bibe. Ev çalakî li tevahî navçe û gundewarên Şehbayê wê bê lidarxistin. Jin dikarin her tiştî bikin ji ber ne lawaze. Em ê bi hêz û fikira jina azad ser bikevin û hunera xwe biparêzin."