8'emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî bû

8'emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê ku bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, di bin dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li Qamişloyê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Qamişlo – Piştî du rojên têr û tijî ji pêşkêşkirina berhemên hûnerî û wêjeyî, Desteya Çandê a Herêma Cizîrê 8'emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê a ku di bin diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" de li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner ya bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Salon bi gelek alav, cil û bergên pêkhateyên  tablo û wêneyên ku îfadeya kultûra Kurdî û çanda jinên ku li ser axa Mezopotamiyayê dijîn dike, hatibû xemilandin. Her wiha piraniya alavan bi hûner û hostetiya meyzekirina jinê ji jiyan, çand, dîrok û wêjeya xwere hatiye çêkirin.

Bernameya roja duyemîn ji mihrîcanê bi beşdarbûna dehan hûnermend, sînemeger, helbestvan, çîrokbêj, rewşenbîr û dengbêjên kurd, ereb û suryanî destpêkir. Destpêkê şanoyek li ser mijara Tundiya li dijî jinê ji hêla Dibistana Şanoyê ve hat pêşkêşkirin. Şanoya ku bi zimanê erebî hate pêşkêşkirin, tundiya ku jin di nav civakê de pêre rû bi rû dimîne, têkoşîna wê ku bêdengî şikandiye û serî hildaye, radixe ber çavan.

Heman wextê ji hêla çîroknivîs û nivîskara Narîman Evdikê çîroka bi navê 'Sorgulên Wendayî' hat xwendin û ev çîrok dilê beşdarvanan xweş kir.

Paşê ji hêla Fewziya El-Mirhî helbest li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya li Îmraliyê hat xwendin. Her wiha Feyrûz Reşik jî gurzek ji helbestên xwe yê bi zimanê erebî pêşkêş kir. Ev helbest rastî elaqeyeke mezin hat.

Paşê li ser nirxandina du rojan ji 8'emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê, Endama Komîteya Amadekar Evîn Bîlal axivî û wiha got: "Mihrîcanekî têr û tijî bû, derfet ku gelek jin hûnera xwe pêşkêşî hemû jinan bikin. Di vê mihrîcanê de 41 jin bi helbest, kurteçîrok û gotarên xwe yê bi zimanê kurdî, erebî û suryanî cih girtin. Heman wextê 25 jin bi 45 tabloyên xwe yên wêneyan û 70 jin ku karên hûnerî ê destan dikirin, beşdar bûn. Hêviya serkeftinê ji jinan û keda wan re heye."  

Navên ku xelatê wergirtin

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya 8'emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinê ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin, di beşê tabloyan de asta yekem Yasmîn Hesen, asta duyemîn Yara Hisko û asta wêyem jî Jînda Qiço hatin xelatkirin.

Her wiha di beşê kurteçîrokên Kurdî de Hind Abdullah, duyemîn Zîlan Hemo û asta sêyem jî Mîdiya Berekat xelat girtin.

Heman wextê di beşê helbestên Kurdî de asta yekem Anahîta Sîno, duyem Sîlva Ararat û asta sêyem jî Aljîn Hemo xelat qezenckirin.

Her wiha asta yekem a beşê gotara erebî Leyla Xalid hat xelatkirin.

Di beşê helbestên erebî de Zekiya El-Mûsa, asya duyem Aya Hemîd û sêyem jî Sema Îsa hatin xelatkirin.

Kurteçîrokên Erebî jî Xatûn Îbrahîm asta yekem, Fatima Ehmed asta duyem û Aza Hesen asta sêyem girtin. Her wiha Koma Serdem jî hat xelatkirin.