76’emîn bijarteyên Festîvala Fîlm a Cannesê aşkere bûn

Bijarteyên Mîhrîcana Fîlm a Cannesê ku di navbera 16-27’ê Gulanê de were lidarxistin aşkere bûn. Di beşa pêşbaziyê de 6 jinên derhêner hene.

Navenda Nûçeyan- Bijarteyên 76’emîn Festîvala Fîlm a Cannesê aşkere bûn. Festîvala ku di navbera 16-27’ê Gulanê de were lidarxistin dê bi fîlma filma derhênera Fransiz Maîwenn  a bi navê "Jeanne du Barry" dest pê bike. Di beşa sereke ya pêşbaziyê de ji bo Xelata Zêrîn dê 19 fîlm bikevin pêşbaziyê.

Ji erdnîgariyên cuda gelek kes beşdar bûn

Bernameya mîhrîcana ku serokatiya wê ya Juriyê Ruben Ostlund girtiye ser xwe, bi civîna çapemeniyê ji aliyê dîrektorê festîvalê Thierry Frêmaux ve hat xwendin. Di nava fîlmên ku dê beşdarî pêşbaziya Xelata Zêrîn bibin, ji erdnîgariyên cuda gelek kesên ciwan hene. Hirokazu Kore-eda, Nannî Morettî ve Wîm Wenders û Nurî Bilge Ceylan cara duyem hewl didin ku Xelata Zêrîn bigrin.

Di beşa pêşbaziyê de 6 derhênerên jin hene

Di beşa pêşbaziyê ya ku derhênerên navdar, Marco Bellocchio, Todd Haynes, Akî Kaurismaki, Wes Anderson tê de cih digrin, 6 jinên derhêner ên wekî Catherine Breillat, Maiwenn, Alice Rohrwacher jî hene. Di bijarteyan de piştî navberek zêde, hebûna dokumantera Wang Bing a bi navê “Ciwanî” balê kişand.