7’emîn Festîvala Zarokan li Rimêlan dest pê kir

Di bin dirûşma “Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike” 7'emîn Festîvala Zarokan li navçeya Rimêlan a bajarê Qamişlo dest pê kir.

Qamişlo - Bi armanca vejandina çand û hunerê bi riya zarokan re, parastina wê û derxistina jêhatiyên zarokên pêşerojê, bi serpereştiya Tevgera Hîlala Zêrîn, Komîteya Çandê ya Kantona Qamişlo û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezobotamyayê di bin dirûşma “Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike” 7’emîn Festîvala Zarokan hat destpêkirin. Festîval li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Navçeya Rimêlana bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna endamên çand û hunerê, Hîlala Zêrîn, hunermend û şêniyên kantona Qamişloyê bi coşeke mezin hat destpêkirin.

Di destpêkirina festîvalê de mamsteya muzîkê ya Tevgera Hîlala Zêrîn Civîn Xelîl bixêrhatina mêvanan kir û got: “Wekî komîteya amadekar em destpêkê vê festîvalê li Rêber Apo û zarokên ku şehîd bûne, tevahî zarokên cîhanê, pîroz dikin. Armanca me bi lidarxistina vê festîvalê komkirina zarokan û pêşkêşkirina berhemên wan e ji bo ku em destek bidin wan ji bo keda wan a salekê. Di vê festîvalê de hemû pêkhateyên herêmê beşdar dibin, bi riya vê yekê naskirineke çandî di navbera wan de çêdibe ku di encamê de bêtir hev nas bikin û fêm bikin.”

“Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike”

Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişlo Rûken Mihemed di çarçoveya heftemîn Fastîvala zarokan de axivî û wiha got: “Dirûşma me ya ji bo festîvalê “Parastina çanda gel ji zaroktiyê ve dest pê dike” wateya wê jî diyar e ku zarok rûpeleke spî ye tu çi li ser binivîsî dê ew were rûniştandin di kesayeta zarok de û bi vî rengî mezin dibe. Bêguman ev rûpela spî jî gere bi çand û adetên resen ên bav û kalan were nivîsandin, em dixwazin vê çandê bihûnînin û biparêzin.”

 “Çanda Neteweya Demokratîk di rihê zarokan de hatiye çandin”

Rûken Mihemed destnîşan kir ku çanda neteweya demokratîk di rihê zarokan de hatiye çandin û wiha bi dawî kir: “Jixwe di festîvalê de 22 komên hunerî yên pêkhateyên cuda ji bajarên cuda beşdar dibin û berhemên xwe pêşkêş dikin. Çanda neteweya demokratîk di rihê zarokan de hatiye çandin û ev yek diyar e dema ku ev zarokên ji gelek pêkhateyan di rojekê de kom dibin û bi hev re jêhatîbûnên xwe li ser dikê pêşkêş dikin. Em dixwazin bi rihê zarokan çand zindî bibe û neyê windakirin. Jixwe festîval dê du rojan berdewam bike û bi coşa zarokan û kelecana wan a mezin xweş û geş bibe.”

“Derketina li ser dikê bi amûra xwe moralê dide min”

Her wiha Nêrgiz Silêman a bi temenê xwe 13 salî ku cihê xwe di Koma Dengda ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digre û îro beşdarî festîvala zarokan bûye, wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Ez li amûra Dirbekê dixim û di heman wextê de stranbêj im. Em gelekî kêfxweş in bi vê festîvalê û hêvî dikin ku salane were lidarxistin. Helbet çanda civakê bi zarokan tê parastin û em jî weke nivşên nû dixwazin çanda xwe biparêzin. Dema ku ez derdikevim ser dike û li amûra xwe dixim li pêşiya civakê û şêniyan, pir şanaz dibim û moral digrim.”

Festîval bi 12 komên muzîk, şano û dîlanê xweş û geş bû. Hêjayî gotinê ye ku dê sibe di roja xwe ya duyemîn de festival bi dawî bibe.