6’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bi dawî bû

Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan ku di 22’ê Cotmehê de dest pê kiribû, îro di roja xwe ya 8’an de bi girtina diyarî û belavkirina xelatan bi dawî bû.

Qamişlo- 6’emîn Pêşengeha Şehîd Herkol a ku di 22’ê Cotmehê de di bin dirûşma “Xwendin samanê cîhanê ye” bi beşdarbûna bi dehan weşanxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro di roja xwe ya 8’an de bi dawî bû. Der barê vê yekê de, Cîgira Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen axivî.

‘Bi hezaran şagirtan serdana pêşengehê kirin, cudahiya îsal diyar bû’

Ronahî Hesen bal kişand ser cudahiya Pêşengeha Herekol ji salên borî her wiha hêvî kir ku ev pêşangeh bigihîje hemû aliyên cîhanê û got: “Bêguman me ev pêşangeh diyarî rihê seydayê nemir Cegerxwîn kir, pêşangeha me îro bi dawî dibe û jixwe wekî tê zanîn 8 rojan berdewam kir. Di van hemû rojan de hejmareke mezin pirtûk hatin îmzekirin, bi sedan kes hatin ziyareta pêşangehê kirin, dibe ku hinekî ev hejmar lawaz be li gorî salên din. Pirtûk di vê dewreyê de bi nirxekî kêm dihatin firtoin ji bo gel. Cudahiya îsal li ber çavan bû, ew jî ji ber serdana bi hezaran şagirtên dibistan û zanîngehan bû ku ev jî bi rastî cihê kêfxweşiyê ye. Bi sedan pirtûkên ku li bajarên me nedihatin peydakirin, di vê pêşangehê de hatin peydakirin, vê yekê bala gelek xwendevanan kişand. Em serkeftinê ji her kesê ku beşdar bû re dixwazin hêviya me jî ew e ku di salên pêş de bêtir ev pêşangeh li pêş be heta ku bigihîje hemû aliyên cîhanê.”

‘Pêşangeh ji bo pêşketina ciwanan derfetek e’

Her wiha Şêrîn Mihemed ku serdana pêşangehê kir û gelek mijarên cuda yên pirtûkan bala wê dikşînin, der barê bidawîkirina pêşangehê de wiha axivî: “Ez gelek kêfxweş bûm bi vekirina van pêşangehan. Îro bi dawî dibe û dixwazim ji kesên ku serdana wê nekiribin, hewl bidin di sala li pêş de werin ji ber ku ev derfeteke mezin e ji bo xwendevanan. Ez wekî jineke ciwan, dixwazim her dem bixwînim û xwe bi pêş bixim, gelek mijar û pirtûkên cuda hene ku bala min dikşînin û li vir peyda dibin. Banga min ji bo hemû ciwanan heye divê ji bo ku xwe bi pêş bixin bixwînin.”