26’emîn Festîvala Fîlmên Jinan Uçan Supurge dest pê dike

26'emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge, di 31'ê Gulanê de bi mijara “Hîn zêdetir, ne kêmtir” dest pê dike. Di festîvalê de ji gelek welatên cîhanê 64 fîlm dê werin pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan- 26'emîn Festîvala Fîlmên Jinan Uçan Supurge di 31’ê Gulanê de dest pê dike. Di festîvala ku dê li Sînemaya Magic Fener Kizilayê dest pê bike de ji gelek welatên cîhanê 64 fîlm dê werin pêşkêşkirin Di sê afîşên cuda yên bi îmzeya Kibele Yarman, bal tê kişandin ser têkoşîna mafên jinan û cihê wan ê di sînemayê de.

Festîval dê bi tevkariya saziyên wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, Şaredariya Çankayayê, Nûnertiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, Enstîtuya Goethe, Navenda Çanda Fransayê, Self Has, Weqfa Stenbolê, Last Penny were pêkanîn. Ji bo festîvala ku dê fîlmên welatan bê nîşan din Balyozxaneyên Awusturya, Danîmarka, Kanada, Luksemburg û Meksîkayê jî piştgirî didin.

Biletên ji bo pêşkêşkirina fîlmên di çarçoveya festîvalê de cih bigrin 40 lîre ne, ji bo xwendekaran 20 TL ye dê ji 27’ê Gulanê saet 12:00’an ve li ser malpera www.biletinial.com û li gîşeya Sînemaya Magic Fener Kizlayê werin firotin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê dê di festîvalê de hezar bilêtan pêşkêşî xwendekaran bike. Xwendekar dê di çarçoveya kotaya ku di tevahiya festîvalê de her roj saet 11:00 dest bi belavkirina bilêtên li askiyan bigrin û wê rojê dê li fîlma ku ji Uçan Supurge dixwazin dê bêpere temaşe bikin.

Xelat dê di şeva vekirinê de werin dayîn

Di çarçoveya festîvalê de xelatên ku her sal ji bo balkişandina ser xebatên jinan di sînemayê de û ji bo teşwîqkirina nifşa nû ya sînemagerên jin tên dayîn, wê di şeva vekirinê de ku 31’ê Gulanê êvara tê lidarxistin, pêşkêşî xwediyên xwe were kirin. Di festîvalê de dê Xelata Rûmetê bidin lîstikvan Tîlbe Saran, Xelatên Serkeftinê yên Bîlge Olgaç ji lîstikvan Asiye Dinçsoy, derhêner-senarîst Belmîn Soylemez û edîtor Selda Taşkin û Xelata Pirêka Ciwan jî ji lîstikvan Oykusu Ozyurek re bê dayîn.

Dê beşa pêşandanên taybet jî hebe

Di çarçoveya beşa Pêşandanên Taybet a festîvalê de; "Berkêşk” ku Tîlbe Saran dilîze, "Paçê tozê” ku Asiye Dinçsoy rol girt, "Ela, Hîlmî û Elî" ku Selda Taşkin nivîsiye û "Dojeh vala ye, hemû şeytan li vir in" ku Oykusu Ozyurek rol girt dê werin temaşekirin.

Fîlma Alice Diop a bi navê "Saint Omer" ku bûye yek ji fîlmên salê yên herî zêde tê nîqaşkirin û îsal li Fransayê ji bo nû namzeta Oscarê û fîlma nû ya Joanna Hogg "Sira dawî” (The Eternal Daughter) di nav wan fîlmên di festîvalê de bê nîşandan de cih digre.

Portreya derhêner Margarethe von Trotta ya “Ingeborg Bachmann- Rêwîtina Ji Dilê Çolê re” a ku di Festîvala Fîlman a Berlînê ya 2023'an de tevlî pêşbirkê bû dê di çarçoveya festîvalê de cara ewil li Enqereyê bê nîşandan. Fîlmê derhênerê baskî Estibaliz Urresola Solaguren a bi navê "20.000 Cûreyên Mozan" ku di Festîvala Fîlman a Berlînê ya 2023'an de hêjayî xelat hat dîtin jî di bernameya festîvalê de cih digre.