20 sal in berhemên kevnar berhev dike

Salîha Kelêş 20 sal in bi hezkirinek mezin berhemên kevnar, çandinî û folklorî berhev dike û dibêje ku armanca wê bi berhevkirina berhemên dîrokî parastina wan e, dixwaze ragihîne nifşên pêşerojê.

VIYAN AMED

Qamişlo – Salîha Keleş a 48 salî ku ji bajarê Qamişlo, 20 sal in berhemên kevnar, çandinî û folklorî berhev dike û hewl dide çand û mîrateyan biparêze û ragihîne nifşên pêşerojê.

Salîha Keleş a anî ziman ku dewletên serdest ên Kurdistanê dagir kirine hewl didin çand û dîroka Kurdî qir bikin û wiha got: “Bi feraseta yek, al, ol û netewê êrîşî nirxên me yên madî û manewî dikin û nasnameya me tune dihesibînin. Dewletên dagirker di her warî de êrîşî axa Kurdistanê dikin, wêran dikin û gelê Kurd parçe dike. Ev yek tesîrekê mezin li ser hest û mêjiyê Kurdan dike. Cihê ku dewleta Tirk dagir dike, yekser êrîşî dîroka Kurdan dike ji bo ku çanda me tune bike, li dijî van yekan gelê Kurd her dem li ber xwe daye û dikaribûye hebûn û çanda xwe biparêze.”

‘Dayik çand û dîroka me zindî dihêlin’

Salîha Keleş diyar kir ku yên ku çand û dîroka neteweyan diparêzin dayik in û wiha domand: “Kurdistan welatekî kevnar e û dergûşa mirovahiyê ye. Cihên dîrokî ji aliyê desthilatdaran ve bi polîtîkayên taybet tên tunekirin. Ji lewre berhem û cihên Kurdan ên kevnar ji aliyê desthilatdaran ve her dem dibin armanca êrîşan. Yên ku vê çandê diparêzin û ji nifşên pêşerojê re dihêlin, dayik in. Di her stran û dengbêjiya gelê Kurd de dîrok hatiye ziman. Heta niha jî dayik û dapîr li ber pitikên biçûk ku di landikê de ne lorînan dibêjin ku ev yek tê wateya zindîkirina çandê. Hewldana me ya bingehîn ew e ku em çand û dîroka xwe her dem bidin jiyîn û derbasî nifşên pêşerojê bikin.”

20 sal in berhemên dîrokî diparêze

Salîha Keleş berhemên kevin ên ku berhev kirine wiha tîne ziman: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet çêkir ku em bikaribin çand û dîroka xwe ji nû ve zindî bikin. Ez jî weke jinek Kurd bi hevjînê xwe re 20 sal in berhemên dîrokî berhev dikim. Berhemên dîrokî, em li ku derê bibînin, tînin û zindî dihêlin. Kesên ku tên mala min dibînin matmayî dimînin. Ez bi hezkirinek mezin vî karî dikim û bûye karê min ê sereke. Me gelek berhemên dîrokî berhev kirin. Hin berhem hene ku temenê wan digihîje sed salan. Armanca min a sereke ew e ku ez berhemên dîrokî û çandî biparêzim.”

‘Jin dîrok û çanda neteweyan diparêzin’

Salîha Keleş girîngiya çand û dîrokê wiha tîne ziman: “Yên ku dîrokê zindî dikin û ji pêşerojê re dihêlin jin bi xwe ne. Jin girêdayî dîrok û çanda xwe ne. Dema em li dîrokê û niha mêze dikin, dibînin ku yên dîrok û çanda me diparêzin û diafrînin jin in. Têkiliyek xurt a jinan bi axê re heye loma jin cihê ku dijîn her dem şîn dikin. Jin xweşikiya di hundirê xwe de belavî derdora xwe dikin. Berê rejîma Baasê nedihişt em li ber mala xwe daran biçînin, ev êrîşek li hemberî çanda me bû. Di dema rejîmê de cihên me yên muzexaneyê tune bûn, ji ber rejîmê nedixwest em warê xwe xweş û bedew bikin.”

‘Divê her kes xwedî li dîrok û çanda xwe derkeve’

Salîha Keleş bang li her kesê kir ku berhemên çandî û dîrokî biparêzin û wiha bi dawî kir: “Divê em parastina çand û dîroka xwe bikin. Her wiha ji bo xweşikiya welatê xwe divê em di nava hewldanê de bin. Beriya her tiştî divê em ji welatê xwe hez bikin û li hemberî hemû tehlûkeyan biparêzin. Dema hezkirin hebe dê têkoşîn û berxwedan jî hebe. Li hemberî wêrankirina dewletan, em welatê xwe xweştir û geştir bikin. Mala min ji her kesê re mînak e ku ev 20 sal in ez berhemên dîrokî û çandî diparêzim. Daxwaz û hêviya min ew e ku her kes ji bo parastina dîrok û çandê xwe berpirsyar bibîne.”