20 jinên Helepçe û Dihokê hunerê destê xwe bi pêşangehê gihandin hev

li Baxê Gişî yê Helebceyê pêşangeha karên destan a jinên Helebce û Dihokê hat vekirin û 20 jinan hunerê destê xwe di pêşangehê de nîşan dan.

Helepçe– Bi pêşengiya Rêxistina Ême, Hemahengiya Nûnerên Keçên Feminîst ên Kurdistanê, Rêxistina Yuz Spik û Rêxistina firyakewtinî Milî ya Norweçê pêşangeha berhemên keçên ciwan hate vekirin. Duh êvarê li Baxê Gişî yê Helebceyê pêşangehek a karên destan a 20 jinên Helebce û Dihokê hat vekirin. Di destpêka pêşangehê de li ser aboriya jinê axaftin hat kirin, paşê jî jinan berhemên xwe yên bi dest hatîn çêkirin nîşandan.
Rêvebera pirojeya rêxistina Ême ya ji bo Geşepêdana Mirovî Viyan Hesen di derbarê pêşangehê de got: “Ev pêşangehe ji aliyê koma keçên femînist yên rêxistina Kurdistanê bi çandên cûda hatiye li darxistin. Armanca me ewe ku em misilman, êzidî û mesehiyên Dihokê li gel misilman û kakayiyên helepçe bi hev keyfxweş bibin. Ciwan kar dikin karê wan yê yekem ketina nav karê wihaye, daxwaza min ewe ku ew jinên ku kar dikin karê xwe bidin nîşandan da ku bikirên wana hebin.”
“Pirtuka ku li pêşangehê didim nîşandan li ser tundiya malbatê ye”
Di pêşangehê de jinek bi cil û bergên Kurdî pirtukên Kurdî û Erebî nîşan dide navê wê Canan Hesên a ji baweriya Êzîdiye dibêje: “Pirtukên min li ser roja reş ya Şengalê û çîrok û helbestin min van pirtukan bi awayê online di firot ji ber heta niha derfetek wiha min nine ku bikarim cihek taybet ji bo pirtukan vekim. Ez gelek keyfxweşim ku hatime Helepçe û van berheman di vê pêşangehê de nîşan didim.”
“Destpêkê li Hewlêr fêr bûm û li Helepçe xizmetê dikim”
Suzan Şebana ku kesrewanan di nexşine û cil û bergên Kurdî çêdike dibêje: “Nêzî şeş salane ez li Helepçeme û beriya wê jî li Hewlêr bûm. Ezmûna min ya dirunê heye û herî zêde cil û bergên Kurdî çêdikim û ez kesrewanan ji di nexşînim. Ez vê carê bi cil û bergên xanedanan bajdarî pêşangehê bûme û bi dizaynên xwe ez cil û bergên Kurdî çêdikim û di firoşim.”