Li Jinwarê jin jiyana komînal dihûnin

Li gundê jinan Jinwarê ku jinên li gund bi germî pêşwaziya me kirin, jiyana komînal dihûnin. Jinên li Jinwarê dijîn dibêjin ku ew bi jiyana vê derê kêfxweş in.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dirbêsiyê – Gundê Jinwarê yekem gundê jinan e li seranserê Kurdistan û Rojhilata Navîn, li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Projeya gundê Jinwarê di dawiya sala 2016’an de derket holê û di 10’ê Adara 2017’an de li gund çêkirina malan dest pê kir. Piştî salekê li ser avakirinê di sala 2018’an kar û barên gund bi dawî bûn. Gund ji wê çaxê heya niha ji bo jinan dibe wargeh, ji bo kesên dixwazin ji bajaran derkevin xwe dispêrin xwezaya bi destên jinan bedew dibe bûye stargeh. Bi armanca dîtina gundê jinan me jî berê xwe da Jinwarê.

Gundê Jinwarê ji 30 malan, dibistanek, xwaringeha komînal, firoşgehek ku pêdiviya jinên gund pêk bîne û ji Şîfa Jin pêk tê. Li Jinwarê jinên ku ji çandiniyê heya sewalkariyê, ji perwerde heya tendirustiyê ew bi xwe pêdiviyên xwe pêk tînin ewlekariya gund jî ew bi xwe digrin.

Ber bi şefeqê ve tevî nobedarên Jinwarê em rojê pêşwazî dikin. Piştî ku roj tîrejên xwe berdide û gundê jinan ronî dike ji jinên ku li Jinwarê dimîne Delal Hecî Omer a bi eslê xwe Êzidiyên ji Hesekê ye û tevî sê zarokên xwe li gund dimîne ji bo me qehweyek li ser agir çêdike. Delal hem qehweyê çêdike hem jî qala hatina xwe  ya Jinwarê û jiyana xwe ya li gundê jinan dike. Delal a 5 sal in li Jinwarê dijî wiha dibêje: “5 sal xweş derbas bû. Di her karê xwe de em jinên li gund bi hev re ne. Ez Êzidî me lê li vê derê ez ferq nakim ku bi misilmanan re me, hîs dikim ku di nava xizmên xwe de me. Di cejnên me yên Êzidî de di şahiyên me de jinên li gund jî bi min re pîroz kirin. Bi tu awayê xwe dûrî min nekirin, her wiha min jî xwe dûrî wan nekir.”

Di hemu karan de jin bi hev re ne

Delal a dibêje “Di hemû karên li gund de em bi hev re ne” wiha gotinên xwe didomîne: “Çi kar hebe em bi hev re dikin. Jiyana gund xweş derbas dibe. Dema dibistan heye siharê piştî zarok taştê dixwin û diçin dibistanê em hemû jinên li gund jî radibin û çi karê gund hebe bi hev re dimeşînin. Carna hinek mêvanên gund tên. Em dîsa bi hev re amadekariya mêvanan dikin, xwarin amade dikin ji wan re. Li gund em fêrî zimanê Kurdî dibin, perwerde tê dayîn.”

Delal li ser hatina xwe ya Jinwarê jî wiha dibêje: “Malbata min ji ber Êzidî bû nehiştin ez werim vir. Gotin gundê Êzidiyan heye biçe wê derê. Malbatê qebûl nekir ku jinek Êzidî bi jinên ji olên cuda re bijî. 3 keçên min hene. Wê demê min ji wan re got piştî min dev ji hevjînê xwe berda û rewşa min nebaş bû we çima nefikirî ku jinek Êzidî bi tena xwe di vê rewşê de ye û pê re bibin alîkar. Wiha min biryara xwe ya hatina gundê Jinwarê da. Zarokên min jî ji vê derê hez dikin. Li vir bêtir rehet dibînin xwe, kêfxweş in. Li vê derê nexweşxaneya me heye. Dermanên xwezayî tên çêkirin.

Banga min bi taybetî ji bo jinên Êzidî ew e ku netirsin û ji xwe bawer bin. Mirov li ku be dikare baweriya xwe lê bijî. Ger mirov bi xwe xwe xurt neke tu caran xurt nabe. Lewre dibêjim bila jin xwe xurt bikin û werin gundê jinwarê.”

Piştî roj hiltê jiyana bi tevger a li gund dest pê dike

Piştî Delal ji me re behsa jiyana xwe ya li gund dike, zarokên gund tên hişyarkirin û dest bi werzîşa xwe ya rojê dikin. Paşê karûbarên gund dest pê dikin. Sewalên ku divê bên xwedîkirin tên xwedîkirin û em jî gera xwe ya li nava gund didomînin.

Jin fêrî xwendin û nivîsandinê dibin

Li gundê Jinwarê ku jin bi gelek karan re mijûl in perwerde beşeke girîng a jiyanê ye. Li gel perwerdeyên bîrdozî yên dem bi dem tên dayîn jin li dibistanê kom dibin û fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî jî dibin. Mamosteya biçûk a ew bi xwe jî xwendekar e dayikan fêrî zimanê Kurdî dike. 

Li gel jiyana xwezayî ya li gund hatiye rûniştandin bi panelên rojê pêdiviyên kehrebe yên gund tê çareserkirin. Di vê wateyê de bi enerjiya alternatîf a rojê jin hem xwezayê diparêzin hem jî pêdiviyên xwe bi vê yekê pêk tînin.

Jin ewlekariya xwe digirin

Weke me anî ziman li gundê ku jin jiyana komînal bi hev re dihûnin gelek karên heyî jin bi xwe dimeşînin. Yasmîn Ehlam Ehmed a ji Efrînê ku nêzî 3 salan e li gund dijî û di beşa parastinê de cihê xwe digre jî li ser jiyana xwe ya li gund ji me re axivî:

“Dema li Helebê min jiyana xwe didomand ji min re gotin gundekî jinan heye li milê Dirbesiyê. Wê demê bi min re meraq çêbû min xwest werim bibînim. Wê demê min got weke ziyaret werim mehek an jî du mehan li vir bimînim û paşê vegerim. Dema hatim vê derê û kêmî mehekî li vir mam min nêrînê xwe guhert û biryar da ku li vir bijîm êdî. Ez fikirîm û min got cihê ku min xeyal dikir lê bijîm ev der e. Hem ji bo pêşketina min û hem jî ji bo zarokên min ên keç ev der baştir e.

2 zarokên min hene yek kur e yek jî keç e. Zarokê min ê kur li gel bavê xwe ye û keçik li gel min e. Dema dibistan hebe sibehê em zarokên xwe şiyar dikin û dişînin dibistanê. Li gund çi karê me hebe em bi hev re parve dikin. Firina me heye em nanê xwe bi hev re çêdikin. Çi karê zîraet, çandinî, paqijî hebe em bi hev re ne. Bernameyên xwe ya nav rojê em diyar dikin û wiha kar li hev dabeş dikin.

Ez di karê parastinê de cih digrim tevî çend hevalên xwe. Lê belê karê xwe yê din jî em bi hev re dikin. Ji bo jinan parastin girîng e. Em naxwazin kesek ji derve were û parastina me bike. Em berpirsyariya xwe radikin li vê derê.

‘Deriyê Jinwarê ji bo hemû jinan vekirî ye’

Kesên tên gund agahiya me hemû dayikan çêdibe. Meraqa derve gelek heye li hemberî gundê me. Dema ku tên bi çavên xwe dibînin jî bi bandor dibin jin li vê derê bi hev re jiyanê ava dikin. Metbexa me ya mezin heye em bi hev re xwarinê amade dikin.

Bû 3 sal ez li vê derê me. Hezkirina me ya Jinwarê cuda ye. Li vê derê gelek dayik û zarok hene lê tiştê em pê kêfxweş in ew e ku hemû jin û dayik tevî zarokan bi hev re ne. Di êş û kêfxweşiyê de em bi hev re ne. Li Jinwarê keseyatiya min hat guhertin. Baweriya min bi min çêbû. Ji bo keça min jî wiha ye. Dema em dibêjin azadiya jinan ev yek li vê derê em bi xwe dijîn û dibînin.

Gundê Jinwar ji bo hemû jinan vekirî ye. Li ku derê jinek hebe nizane biçe ku derê û dixwaze xwe bi pêş bixe, xwe perwerde bike ev der cihê wê ye.”

Xatirxwestin

Rojekê tam em jî bûn mêvanên jinên li Jinwarê. Jinên li gund dijîn bi qasî ku kêfxweşiya xwe ya jiyana li gund vedibêjin ewqas jî vê kêfxweşiyê di hemû karên xwe de bi me didin hîskirin. Berêvarê dema em xatirê xwe ji jinan dixwazin û ji gund vedigerin ew kêfxweşî û kelecana naskirina gundê jinan bi me re hêz û moralek dide avakirin.