Bihara îsal xwe di nava dilê Şengalê de bi cîh kiriye
Gava baran dibare her tim gotinên, “bila bi bare, baran xêr û berekete” ji nava lêvan derdikeve. Barana îsal wek helbestan li ser erdê di herike. Baran weke newayek di herike nava dilê axê, ax jî di nava dilê xwede biharek gelek xweş welidandiye.
Şengal – Di Şengalê de bihara îsal ne tenê weke demek bû, ew bû stranek ji nûbûnê, ku di dilan de deng da. Hêviya xêr û bereketê di dilê herkesî de bişkivand. Di ev bihara xweşde tu ji zarokek heftsalî jî pirs bikî ewê ji tere bibêje; “Di van salên dawî de bihara herê xweş ya îsale.” Birastî jî wisa ye.
Dema mirov ji dûrde berê xwe dide deşt, newal û çiyayên Şengalê dibîne ku herdeverê erd xwe bi keskahiya biharê xemilandiye bi rengên kulîlk û gulên cur be cur jî neqişandiye. Serdeşt bigre, heta Barê, ji Barê bigre heta Dohlayê Êzidî têra xwe bêhna biharê kişandin nav dil hinavên xwe de. Têra xwe keskahî, sorahî, zerahî dîtin. Têra xwe bi avên kaniyan şa bûn. Bihar dilê şivanan xweş kir û rûyê wan daye kenandin.
Tawsê Melek bereketa xwe barandiye li ser deşt û çiyayên Şengalê. Bûye meha Gulanê; hê jî bihar terka vî welatî nekiriye, berxwedan hilbijartiye ji bo xwe. Bi hemû hêza xwe dixwaze li beramberê havînê bisekine. Weke ku naxwaze destûrê bide havînê.
Weke ku di zeviyan de tovên xeçxecok hatibe reşandin. Mirov dibêje qey zeviyên Şengalê xwe radestê kulîlkên xeçxeçok kirine. Kulîlkên xeçxecok jî bi tevahî bedewiya xwe re seranserê Şengalê di xemlînin. Xwe weke xemla Şengalê binav dikin. Tîrêjên rojê dikşîne nava xwe û xwe di nava rêzên helbestan de cîh dike. Ewqasî mirovan mest dike.
Bihara îsal xwe di nava dilê Şengalê de bi cîh kiriye naxwaze wê dilê bi terikîne. Ne Şengal dixwaze ne jî bihar…
Mirov bi xumxuma ava kaniyan re di meşe û bi dengê cîvîka ber bi çiyayan ve hildikşe wê demê mirov hîs dike ku bi bayê re di nava reqsekê de ye. Biharek ewqasî xêr û berekete ku gotinan ji nava dil û lêvên te di herikîne.
Ev bihar ne tenê ji bo mirovan xêr û berekete, ji bo tevahî gerdûn û xwezayê xêr û berekete. Sewalên ku xwe berdidin di nava wê şînkahiyê de bi ahenga xwezayê re di reqisin.