Portreya Rojê: Dilê Şoreşa Kubayê Celia Sanchez

Şoreşgera ku jêre ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley gotiye: “Em ticarî paşde nemane. Her dem li kêleka mêran, carnan jî li pêşiya wan in. Ji ber ti ferq navbera me de nîne.”

Navenda Nûçeyan - Di şoreşa Kubayê de jinên weke Agustina Castro, Haydée Santamaría Cuadrado, Mariela Castro, Mariana Grajales Cuello,  Juanita Castro, Vilma Espín, Lina Ruz González û Celia Sánchez pêşketiye. Celia Sanchez Mandulley di 9’ê gulana 1920’an de li bajaroka Media Luna a Herêma Rojhilatê Kubayê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Celia di temenek biçuk de dayîka xwe Acacia Manduley Alsina winda kiriye. Bavê wê Manuel Silveira valetiya dayîka wê nahêle, hem ji Celia re dibe dayîk hem jî bav. Celia ji fikrên bavê xwe yê siyasetmendarê dema xwebûye bandor dibe û di aliyê nêrîna nûjen a demê de pêşdikeve. Celia dibe jinek ciwan a bibandor û serketî. Bavê wê li gel siyasetê bijîşkê dirana bûye. Hê 12 salî Celia di kilînîka bavê xwe de dest bi karê diranan dike. Nexweşên dihatin berdestê bavê wê, ne tenê di aliyê nexweşî de di aliyê pirsgirêkên civakî de jî nîqaş dikir û dibû alîkar.
Piştî Fulgencio Batista sala 1952’an cara duyem tê ser deshilatiyê bertekên welatiyan zêde dibe û têkoşîna şoreşgerî pêşdikeve. Di sala 1953’an de şoreşger ji bo dewirkirina batistan hamleya despêkê dikin. Di vê pêvajoyê de Celia jî tevlî tevgera 26’ê Tîrmehê ya bi pêşengiya Che Guevara û Fidel Castro hatî despêkirin dibe. Di şoreşa Kubayê de yekem gerilaya jin Celia Sanchez Manduley tirs di sergoyê dîrokê de veşartiye û xizmeta şoreşê xistiye pêşiya her tiştî. Celia hîmên bingehîn ên pergala nû daniye û pêşengî kiriye.
"Hemû tirs di dîrokê de man"
Piştî tevlî şoreşê dibe di nameya ji bavê xwe re şandî de ev tişt nivîsiye; “Ez dibînim ku her roj çawan pêdiviya Kubayê bi şoreşê heye. Me giyanek şoreşgerî ava kir û tê de serketîn. Hemû tirs di dîrokê de man, êdî mirov xwediyê hest û romanên xwe yên rasteqînin. Niha şoreş li pêşiya her tiştiye.” 
Di salên despêka şoreşê de Celia bi hevalê xwe Frank Pais re kuriyetî kiriye û ji bo gerilayan zexîre daye hev. Peyîwira despêkê ya Celia bûye malzeme gihandina gerilayan. Piştî perwerdeya leşkerî di nava Sierra Maestra yan de Celia weke gerilaya despêkê hîmê tabura despêkê a jinan a bi navê  Tugaya Mariana Grajales daniye. Tugaya wan xweser ji 13 şervanên jin pêkdihat. Gelek ji me Fidel Castro û Che Guevara nas dike, lê gelekî kêm ji me navê Celia Sanchez bihîstiye. Celia di navenda Şoreşa Kubayê de cih girtiye û biriyarên herî baş ji nava lêvên wê derketine. Piştî darbeya 10’ê Adara 1952’an Celia tevlî berxwedana li hemberî hikûmeta Batîsta bûye. Damezrîneriya Tevgera 26’ê Tîrmehê kiriye, di rêveçûna şoreşê de ji yekîneyên şer re pêşengî kiriye…
"Di nava şoreşê de em ticarî li peyî mêran nemane"
Fermandara duyemîn a Tugaya Mariana Grajales a 15 salî ketiye nava têkoşînê Tete Pueblo di pêvajoya şoreşê de rola jinê bi van gotinan aniye ziman: “Em ticarî paşde nemane. Her dem li kêleka mêran, carnan jî li pêşiya wan in. Ji ber ti ferq navbera me de nîne.”
Celia ji despêka şoreşê heya dawiya temenê xwe, bi rêberên şoreşê Fidel Castro û Che Gueavara re dostanî kiriye. Di pêvajoya şoreşê de qodên weke Norma, Lilian, Carmen, Caridad û Aly bikaraniye. Ji bo dewirkirina batistan ji Meksîkayê keştiyê birêxistin dike û 82 şervanan pê tîne Kubayê. Batist fermana an sax an jî mirî bidestxistina Celia yê didin. Celia pir guh nade wê fermana wan û ji bo dewirgirtina xebata hevalên xwe yên di girtîgehan de jî têkoşînê mezin dike. Celia ya berê xwe dide çiyayên Sierra Maestrayê diyar dike ku rojên xwe yên herî xweş li wan çiyayan derbas kiriye. Hemû peyîwirên şoreşê dayî pêşiyê ji hev cuda nêz nebûye û hemû bi cîh aniye. 
Piştî şoreşê heta dawiya jiyana xwe Sekretetiya Konseya Serokatiya Kubayê kiriye. Ji derveyî wê di meclisê de parlementer bûye, endamtiya Komîteya Navendiya Partiya Komunîst a kubayê bûye û Dîrektora Netewiya Federesyona Jinên Kubayê jî kiriye. 
Piştî şoreşê jî kedek mezin daye û ji bo welatiyên Kubayê bê hejmar piroje pêşxistiye. Ew tenê bi qadekê re sînor nema ji girtina arşîvnên fermiyên şoreşa Kubayê, heta ji bo welatiyên li herêmên bejayî diman pêşxistina xwendin û nivîsînê di hemû qadan de xebat kiriye. Li Hevana yê Parka Lenîn çêkiriye. Ji derveyî Kubayê jî Celia cihê xwe di dilê mirovan de çêkiriye. Heta li Zimbabve yê bi navê wê dibistanek heye. 
 "Dilê şoreşa Kuba yê"
Nivîskar Alice Walker di nivîsa xwe ya li ser jiyana Celia nivîsiyî de bi gotina, ‘ew ji bo civakên nexweş dermane’ qal kiriye. Nancy Stout, jî jiyana Celia bi navê “Rojek ji Kanunê: Celia Sánchez û Şoreşa Kubayê” pirtûkek nivîsiye.
11’ê çileya 1980’an ji ber nexweşiya penceşêra cigerê li Kubayê çu ser dilovaniya xwe. Ji ber sadebûna xwe di nava şer de diyar bû. Dibe ku ji ber vê helwesta xwe be ji bo wê ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ gotine. Jinên Kubayê yên ku Celia di oxira azadiya wan te şer kiriye jî ticarî ew ji bîr nekirine.