Portreya Rojê: Milîtana Filistînê Shadia Abu Ghazaleh

Ji milîtanên destpêkê yên Eniya Rizgariya Gelê Filistînê Shadia Abu Ghazaleh, dema ku amadekariya çalakiyê dike bi qezayekê jiyana xwe ji dest dide.

 
Navenda Nûçeyan - Shadia Abu Ghazaleh, di 8’ê çileya 1949’an de li bajarê Filistînê Nablusê tê dinyayê. Di temenê biçuk de bi xuşka xwe ya biçûk Hîam re perwerdeya çand û zanistê dibîne. Hê pênc salî dayika wê jiyana xwe ji dest dide. Di serdema ku Shadia tê dinê, bandora roja 15’ê gulana 1948’an Nakba (felaket) ku dewleta Israîlê serxwebûna xwe îlan kiriye û filistînî neçar mane malên xwe biterikînin hê zindî ye. Ji ber wê jî di biçukaniyê de bala wê diçe ser siyasetê. 
“Dema welat bindest be wateya xwendinê nîne”
Piştî ku ji Dibistana Keçan a Fatîmîd mezûn dibe, li paytexta Misirê Qahîreyê li Zanîngeha Eîn Shams perwerdeya civaknasiyê digire. Lê di sala 1967’an de ji ber dagirkirina Şerîaya Rojava, tevî hemû israrên dayika xwe jî dev ji zanîngehê berdide û vedigere Filistînê. Malbata wê bi israr dixwazin vegere zanîngehê lê ew dibêje: “Dema ku welatê min di bin êrîşan de be, tu wateya dîplomaya zanîngehê tune ye.”
Di refên têkoşîna Filistînê de Shadia
Li Filistînê perwerdeya xwe di qada derunasî û zanistên civakî de berdewam dike. Destpêkê tevlî tevgera Neteweyî ya Ereb a George Habash damezirandiye dibe. Shadia ji aliyekî ve dersên xwe yên zanîngehê berdewam dike, ji aliyê din ve jî di refên têkoşîna şoreşê de cihê xwe digire. Bawer dike ku azadî bi têkoşîna hevpar a jin û mêran pêkan e û hewl dide vê nêrîna xwe ji gelek kesan re dibêje.
Dûv re tevlî Eniya Rizgariya Gelê Filistînê dibe û li hemberî dagirkeriya Israîlê dibe yek ji milîtanên destpêkê yên jin. Shadiya bawer dike ku teorî û pratîk ji hev nayên veqetandin û têkoşîna xwe li ser vê pîvanê ava dike. Ji takekesiyê zêdetir bawerî bi xebata bi hev re tîne û balê dikşîne ser bandora stratîjî, çand û polîtîkayê ya li ser têkoşîna çekdarî. Di wê baweriyê de ye ku tevgera ramanî pêşengî ji çalakiyên çekdarî re dike û wiha dibêje: “Bêyî teoriya şoreşgerî tevgereke şoreşger ne pêkan e.”
Gelek milîtanan bi rêxistin dike û ji komên çekdarî re fermandarî dike. Di warê gerîlatî û teoriyê de perwerdeyê dide. Li Telavîvê tevlî çalakiya bombekirina otobusa şîrketa Egged a Israîlê dibe û ji wê çalakiyê bi rêhevalên xwe re vedigerin cihên xwe. Ev çalakî ne tenê li welatê wê, li hemû cîhanê deng veda.   Shadia diyar dike ku ew ji serdaneke girtîgehê ji dîtina girtiyan gelek bi bandor dibe û dibêje ku wê dîtinê agirê di hundirê wê mezintir kiriye.
Bi çalakiyên li bajaran re hewl dide rêxistina veşartî ya ya leşkerî ya jinan ava bike.Di 28’ê mijdara 1968’an de dema ku amadekariya çalakiyek li hemberî hêzên Israîlê dike, bombe di destên wê de diteqe û şehîd dikeve. 
“Em hemû Shadia ne”
Nivîskar Mona Ehmed Hhandoru, wiha behsa merasîma cenazeyê Shadia dike: “Gelê Nablusê da dû darbestê û bi dirûşma ‘em hemû Shadia ne’ meşiya. Hêzên dagirker li hemberî wan nikaribû tiştek bikira. Piştî mirina wê navê Shadia li lîseyek danîn. Xwendekarên keçik ên vê dibistanê dibêjin ku Shadia ji bo wan model e û ew di şopa wê de diçin