Portreya Rojê: Dilîşan Ibiş

Dilîşan Ibiş mînaka hevaltiyê, giyana hevkariyê û tekoşîna bê hempa ya li dû armancê bû. Dema ku li heqîqetê digeriya û ji gelê xwe re vedigot şehîd ket. Bi xebata xweya medyayî ya di nav şoreşa Rojava de, mîrateyek dewlemend a têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hişt.

Navenda Nûçeyan- Dilîşan di 26'ê îlona 1993'an de li gundê Hilinc ê bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz de hatiye dinê û ji malbata xwe fêrî heskirina welat bûye. Di karê xwe de pir cidî bû û alîkariya her kesî dikir, lewma her kesê ku wê dinasîn jê hezdikirin. Ji sê keçik û şeş lawikan di rêza heftan de bû. Di sala 1999'an de dest bi dibistanê kir û li dibistana seretayî a bi navê Muhaddath a Kobanê xwend. Di nava dibistanê de bi aramî, nermbûn û jêhatîbûna xwe ya di xwendinê de dihat nasîn, lewam ji hêla heval û mamosteyên xwe ve pir dihat hezkirin. Li dibistana Khansa dibistana amadeyi bidawî kir û li dibistana Shreha jî amadeyî berdewam kir.
Beşdarî nav xebatên şoreşa Rojava bû
Di sala 2011'an de xwendina xwe ya amadeyî bi dawî kir û berê xwe da bajarê Halabê da ku di enstûtiya Birêvebiriya Karsaziyê a Zanîngeha Helebê bixwîne. Sala 2012'an dema pola duyemîn a Enstîtûyê dixwend li Rojava agirê şoreşê geş dibû û wê nedikarî xwe li Helebê bigire, dibistana xwe terikand û ji bajarê Helebê derket. Bi kelecanek mezin berê xwe da Kobanî û beşdarî nav xebatên şoreşa Rojava bû. Despêkê di nava karê rêxistinê yê di çarçoveya konfederasyona xwendekarên Kurd ên neteweyî de cîh girt.  
Di jiyana wê de despêkek nû 
Ji wê demê ve beşdarî hemî xwepêşandanên ku li bajarê Kobanê ji bo azadî û rûxandina rejîmê hatibûn organîzekirin bû. Di 19'ê tîrmeha 2012'an de şahidiya destpêkirina şoreşa Rojava kir ku li wê derê şahiya azadiyê û derxistina rejîma Baas ji bajêr dijiya. Her wiha ev di jiyana wê de despêkek nû bû, ji bo wê bû xalek werçerxanê. Têkoşîna xwe di rêxistinkirina xwendekaran, perwerdekirin û naskirina wan a bi şoreşê re xurt kir.
Xebatên rojnemevaniyê 
Di 11'ê mijdara 2012'an de Radyoya Dengê Kobanê vebû. Sala 2013'an dest bi karê rojnemevaniyê kir da ku dengê şoreşê bighîne hemû cîhanê, di Radyoya Denê Kobanê de xebitî. Di despêkê de weke pêşkêşvaniya nûçeyên zimanê Erebî kar kir. Piştî çend heyvan çeteyên Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê êrîşî gundên rojhilatê Kobanê û bajarê Girê Spî kirin. Dilîşa di wan êrîşan de weke nûçegihanek şer eniyên berxwedanê şopand û nûçeyên berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Jinan li pêşberî êrîşên çeteyan gav bi gav ragihand. Wê bi fermandar û şervanan re hevpeyvîn pêk anî û gelek bername li ser pêşdeçuna şoreşê amade kir.
Pêşkêşvaniya bernameyên siyasî 
Piştî demekê ji xebata nûçegihaniya şer vegeriya Radyoya Dengê Kobanê. Lê vê carê ew ne weke pêşkêşvaniya nûçeyên Erebî bû, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyên siyasî kir û hevalên xwe yên di Radyoya Dengê Kobanê de li ser awayê pêşkêşkirina bername û nûçeyan perwerdekirin. Di 15'ê îlona 2014'an de dema Dêçeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin, carekdinê berê xwe da enîyên şer, ji enîyên rojhilat, rojava û başûr nûçe dişopand, li kêleka wê jî pêşkêşvaniya nûçe û bernamên siyasî jî berdewam dikir. 
Bi hevalên xwe re 13 rojan ket girava birçîbonê 
Bi hevalên xwe re li avahiya Radyoya Dengê Kobanê ya ku 5 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê man, dev ji karê xwe bernedan heya ku mesafeya di navbera wan û çetên DAIŞ’ê de ji 1 km kêmtir bû paşê cihê xwe berdan. Di wê demê de bi hevalên xwe re neçar man biçin bajarê Kobanê û li bajar man heya ku di 5'ê cotmeha 2014'an de çete ketin nav bajarê Kobanê û êdî sivîl nedikarîn li bajêr bimînin. Wê demê ew û gelek rojnemevanên din berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Dema wan sînorê Bakurê Kurdisatanê derbas kirin, rayedarên Tirk ew girtin, di saloneke sporê ya girtî de ew binçav kirin û nehiştin ku derkevin derve. Ji ber vê yekê Dilîşan bi hevalên xwe re 13 rojan ket girava birçîbonê, lewma rayedarên Tirk neçar kirin ku wan serbest berdin. Piştî ku serbest hatin berdan, Dilîşan vegerya kantona Cizîrê û li wê karê xwe dewam kir.
Di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de xebat dida meşandin
Piştî ku Dilîşan gihişt kantona Cezîrê ber bi bajarê Qamishlo ve çû, ji despêka mijdara 2014'an heya 26'ê Çileya 2015'an rizgarkirina Kobanê di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de xebat dida meşandin. Piştî rizgarkirina Kobanê bi çend rojan vegerya Kobanê û ji nû ve dest bi vekirina Radyoya Dengê Kobanê kir. Di sibeha 13'ê Adara 2015'an de Radyoya Kobanê bi yek endam ew jî Dilîşan bû, dest bi kar kir. Wê ji nû ve endam li ser xebatên radyo û pêşkêşvaniyê perwerde kirin. Gelek ked kir da ku Radyoya Dengê Kobanê vegerîne asta wê ya berî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê.
Di televîzyona Ronahî de nûçegihanî kir
Piştî 25'ê Hezîrana 2015'an carekdin bû nuçegihana şer û ji bo şopandina hamleya rizgarkirina bajaroka Sirînê yê ku di 27'ê Tîrmeha 2015'an de hat rizgarkirin kedek mezin da. Ji bo di karê xwe de hîn zêdetir pirspor bibe çû perwerdê û du mehan di perwerdê de ma. Dema perwerde qedand, bû nûçeghana televîzyona Ronahî. Di nava du heyvan de gelek raporên taybet amade kir. Piştre dîsa vegerya Radyoya Dengê Kobanê.
Bû nûçegihana ajansa Hawarê
Di dawiya sala 2015'an de berê xwe da bajarê Qamişlo û bû nûçegihana ajansa Hawarê. Demekê weke nûçehan li bajêr xebitî, paşê xwest bibe nûçegihana şer. Li ser daxwaza xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi şopandina hamleyên ji bo azadiya deverên dibin destê çeteyan de kir. Despêkê tevlî hamleya rizgarikirina gundewarê başûrê Kobanê bû ku 23'ê kanûna 2015'an despêkir û bi rizgarkirina bendavê re di demek kurt de gihiştî encamê.  
Li gel nûçegihanê Ronahi Mustafa Mihemed bû
Ew beşdarî şopandina hamleya rizgarkirina bajarê Minbicê bû ku 1'ê Hezîrana 2016'an dest pê kir. Li gel nûçegihanê Ronahî Mustafa Mihemed pêşveçûna hamleyê, rizgarkirina gundên Minbicê û piştre bajar û serbestberdana sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ’ê bi hev re dişopandin. Ji ber vê yekê windakirina Mustafa bandoreke mezin li ser wê kir û soz da ku riya wî berdewam bike da ku rastiyê nîşan bide.
Hamleya rizgarkirina Reqayê şopand
Hamleya rizgakirina bajarê Reqayê şopand û di her 5 qonaxên wê de cihê xwe girt. Destpêk hamleya Xezeba Firatê ya 5'ê Mijdara 2016'an despê kirî, pişre jî di qonaxên mayî de heya şer gihişt hundurê bajarê Reqayê di çarçoveya hamleya rizgarkirina bajêr a 6'ê Hezîrana 2017'an despê kir. Di 9'ê Îlona 2017'an hamleya Bahoza Cezîrê despê kir. Ji bo rizgarkirina Herêmên Cezîrê yên mayî û perava rojhilatê Firatê, li gel her du hevalên xwe yên nûçegihanê ajansa Hawarê Rizkar Adanmîş û Hawker Mihemed bi hev re dişopandin. 
DAIŞ’ê li ser sivîlan komkujî kir
Di 12'ê Cotmeha 2017'an û demjimêr 18:30 de DAIŞ’ê li dijî sivîlên ku ji deverên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûryê de li gundewarê Dêrazorê direvin û diçin herêmên ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokrat ve hatine rizgarkirin bi teqandina du otomobîlên bombekirî li ser riya Xerafî ya ku dikeve navbera Dêrazorê û bajarê Hesekê komkujiyek pêk anî. Nûçegihanên Hawarê Dilîşan Ibiş, Rizkar Adanmîş û Hawker Mihemed jî di nav wan sivîlan de bûn, ji ber ku hamle dişopandin û gihadina sivîlan a deverên rizgarkirî radigihandin. 
Xwişka wê navê keça xwe kir Dilîşan
Di encama teqîna wesayîta bombekirî de Dilîşan tevî 14'e sivîlên din şehîd ketin. Rizkar û Hawker jî digel 73'ê kesên din birîndar bûn. Dilîşan li goristana şehîd Dijle ya bajarê Kobanê hat veşartin. Xwişka wê navê keça xwe kir Dilîşan ji bo ku weke wê bi cesaret be. Piştî wê bi 3'ê rojan Hawker ji ber ku bi giranî birîdar bibû jiyana xwe ji dest da. Di 18'ê Çilê 2017'an de Rizkar ê giran birîndarbûyî jî jiyana xwe ji dest da.