Portreya Rojê: Parêzer Pratibha Patil

Parêzer Pratibha Patil a 14'ê hezîrana 2007'an ji bo serokatiya welatê xwe bû berendam, di encamên hilbijartinê de biserket û bi vê serkeftinê bû jina yekem serokatiya Hindistanê kiriye.

Navenda Nûçeyan - Pratibha Devisingh Patil ku weke Pratîbha Patil tê nasîn di 19'ê Berfembara 1934'an de li bajarê Çalçiwan ê Hindistanê ji dayik dibe. Di temenê 13'e salî de bû dema ku, welatê wê Hindistan serxwebûna xwe bi dest xistî. Li bajarê Çalçiwan xwendina xwe ya seretayî qedand û li bajarê Mombayî dibistana navîn berdewam kir. Li zanîngehê beşa zagonan bi dest xist û biserkeftî qedand. Dema dibe Parêzer, li bajarê Çalçiwam kar dike. Her wiha bi lîstika tenêsê ve bi nav û deng bibe. 
Di sala 1962'an de dema temenê wê 27 salbû li parlementoya Maharaştira tê hilbijartin. Di navbera salên 1962-1985'an de li meclisa wezîran 6 Wezaretên weke wezareta tendirustî, şênî û perwerdehî bi rêve biriye. Piştre bû cîgira serokê meclisa şêxan "Raciya Sabhî" û du salan ev kar domand.
Waliya Ricihistanê
Pratîbha di salên 90'an de dûrî siyasetê ket. 8'ê mijdara 2004'an carekdinê li karê xwe yê siyasî vedigere, dema vedigere kar, wê dikin Waliya Ricihistanê. Karê xwe heya 23'ê tîrmeha 2007'an de dewam dike. Tê zanîn ku Pratîbha di ti hilbijartinan de bin neketiye.
Di 14'ê pûşbera 2007'an de, ji bo serokatiya welatê Hindistanê bû berendam, di 19’ê tîrmeha 2007'an de jî encamê hilbijartinê derket û Pratîbha biserket. Bi vê serkeftinê Pratîbha bû jina yekem a ku serokatiya welatê Hindistanê kiriye. Di 25'ê tîrmeha 2007'an de bi fermî dest bi karê xwe yê rêveberiya welêt kir.