Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 5

Li serê çiyayên Bolîvyayê çîroka gerîla Tanya
 
Gerîla Haydee Tamara Bunke Bider ku her kes ew wekî Tanya dinase li Arjantînê hatiye dinê, di Komara Demokratîk a Elmanyayê de mezin bûye, ji bo avakirina jiyana nû çûye Kubayê û li pey xeyalên xwe li çiyayên Bolîvyayê bêdawî bûye.  
 
Navenda Nûçeyan- Haydee Tamara Bunke Bider ku bi nasnavê Tanya tê nasîn sala 1937’an li Arjantînê hatiye dinê. Piştî têkçûna faşîzma Naziyan, bi malbata xwe re careke din vedigerin Komara Demokratîk a Elmanyayê. Bi alîkariya dayik û bavê xwe xebatên komunîstan ên bin erdê dike. 18 salî dibe endama Partiya Sosyalît a Yekgirtiya Elman. 
 
Gerîla Tanya
 
Dema ku Che bi yekîneya xwe ve diçe li Komara Demokratîk a Elmanyayê digere, li wê hev dinasin û tevli yekîneya Che dibe.  Dema ku di nava yekîneyê de cih digire, ji ber heyraniya xwe ya ji bo şoreşgera bi navê Tanya qodê Tanya li xwe dike. Tanya qoda şoreşgera sovyetê Zoya Kosmodemyanskaya ya ku di dema mêtingeriya Naziyan de manîfestoya berxwedanê nivîsiye, di sala 1941’an de ji aliyê faşîstan ve tê girtin û îşkenceyên giran lê dikin e. Di Wezareta Perwerdeyê ya Kubayê de, Enstutuya Dostaniya bi Gelê Kubayê re û Fedresyona Jinên Kubayê de  cih digire. Tanya di nava Fedresyona Jinên Kubayê de xebatên girîng dike û hemû peywirên ku dane pêşiya wê bi cih aniye.   
 
Perwerdeya ku Tanya dîtiye û dewlemendiya çandên cihêreng hiştiye ku di gelek xebatan de serkeftî be. Ji ber xebatên veşartî, bi gelek nasnameyên cuda xwe daye nasîn. Li Kubayê bi navê Tamara Bunke, li Ewropayê bi navê Haydee Bidel Gonzales, li Berlînê bi navê Marta Iriarte û li Bolivyayê jî bi navê Laura Gutirrez Bauer hatiye nasîn. 
 
Xebatên wê yên li Bolîvyayê
 
Di sala 1964’an de ji bo pêşxistina xebatên eniyên gerîla bi çîna deshilatdar û nûnerên artêşa Bolîvyayê re dikeve nava pêwendiyan. Ji ber xebatên wê yên serkeftî di sala 1966’an de Partiya Komunîst a Kubayê tê pejirandin. Di nava gerîla de Tanya perwerdeya siyasî û çepergirtinê dida şervanên nû. Tanya ji bo karek taybet ku dê paşê bibe çirûskek agirê şoreşa Emerîkaya Latîn a 22’yê tebaxa 2014’an gur bike, gelek kêfxweş dibe. Dema ji bo perwerdeya karê taybet veqetandî temam nake, di demek kin de hemû tiştî hîn dibe. Li nava Bolivyayê bi tena serê xwe dixebite. Wekî hemû welatên kapîtalîst Bolîvya jî bi pirsgirêk bû.
 
Komek gundiyên herêmê giliyê yekîneya wê dikin û di 31’ê tebaxa 1967’an de li ber peravên çemê Vado Del Yesoyê ji aliyê leşkerên Bolîvyayê ve dikevin doroêçê û tên kuştin, Tanya 29 salî bû. Dema ku xwe nêzî çem dike û dikeve nava avê leşker wê ferq dikin û gulebaran dikin. Guleyek li singa wê dikeve û cîgera wê ya spî parçe dike. Bijîşkê bi navê Negro yê ji Peruyê Tanyayê dişopîne û ew jî dikeve nava avê, dema wê birîndar dibîne hewl dide rizgar bike. Ji nava avê derdixe û hinek dixişikîne heya digihîne cihek ewle dinêre jiyana xwe ji dest daye. 7 roj paşê 6’ê îlona 1967’an dema ku leşkerên Bolivyayê derdikevin operasonê cenazeyê Tanya li gel çenteyê wê li kêleka çem dibînin. Roja paşê cenazeyê wê şandin Pando Alayiyê û li cihê hatiyî dinê spartin axê.
 
Tanya ji bo hemû jinên cîhanê mînaka beşdarbûna jinan a nava têkoşîna şoreşgeran e. Li Emerîkaya Latîn a hê jî bi çavên feodalîzmê li jinan tê nêrîn, sînor derbas kiriye û asoya jinan fireh kiriye. Wê ji bo azadiya Emerîkaya Latîn bi qehremanî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di helbestek xwe de wiha gotiye: “Gelo êdî dema çûyîna min e, wekî kulîlkên venişînê?/ Dê li ser rûyê erdê tiştek girêdayî min nemîne/ Gelo dê rojek navê min bê jibîrkirin?” 
 
Dayika wê Nadya Bunke ya 31 salan li bendê bû dibêje: “Min dizanî ez ê rojekê Tanyayê bispêrim axê.” Dema ku jê dipirsin li ku bispêrin axê destnîşan dike ku li gel hevalên wê Che wan, li Kubayê bê veşartin. Dema dipirsin kîjan alayê bi cenazeyê keça wê de bikin jî Nadya Bunke dibêje: “Bila alaya Kubaya ku keça min weke endamek di oxira Partiya Komunîst a Kubayê de şer kir û li wê jiyana xwe ji dest da bi cenazeyê wê de bikin.” Fermandarê artêşa Kubayê Raul Castro jî tevli merasîma cenazeyê Tanya û neh hevalên wê yên li Bolîvyayê jiyana xwe ji dest dane dibe. 
 
Sibê: Ji pêşêngên Şoreşa Kubayê Vilma Espin.