5 sal in li hestiyên keça xwe digere

Li Şirnex û Cizîrê, di dema qedexeyên derketina derve de ji 7 heta 70 salî her kesê travma û êşên mezin jiya. Malbata Arslan jî yek wan e. Dayika Hezne Arslan, 5 sal in li hestiyên keça xwe Hacarê digere û dibêje ku ew, her şev wê di xewna xwe de dibîne. Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr dibêje: “Bi îhtîmalek mezin ji ber ku xweliya van kesên windayî jî nemaye cenaze nayên dîtin.”

   
GULÊ SEVCAN
Şirnex- Li Cizîra Botan di 14’ê Kanûna 2015’an de bi îlankirina qedexeya derketina derve re bi sedan kes hatin qetilkirin. Hacer Arslan jî yek ji wan kesan bû ku cenazeyê wê û 14 kesên din, nedan malbatên wan. Malbata Arslan, 5 sal in li hestiyên keça xwe digere lê heta niha negihîştiye tu encamê. 
Li Şirnexê piştî pevçûnên ku derketin, gelek kesên hatin qetilkirin cenazeyên wan di bin avahiyên rûxiyayî de man. Piştî ku cenaze ji wir hatin derxistin, ên bi testa DNA’yê diyar bûn jî piştî çend salan dan malbatên wan. Di dema qedexeyên ku 79 rojan berdewam kirin de tevî mînakên DNA’yê jî cenazeyên 14 kesên ku hatibûn qetilkirin nehatin dîtin.   
Dema li keça xwe digeriya kurê xwe dît
Malbata Hacerê ji bo cenazeyê keça xwe bibîne, gelek caran mînaka xwînê da. Kekê Hacer Arslan Seîd Arslan jî hatibû qetilkirin û cenazeyê wî hatibû dîtin. Hezne Arslan diyar dike ku heta niha jî ew ji bo hestiyên keça xwe bibîne têdikoşe, tu cihekî ku serî lê nedabin nemaye. Dayik tenê dixwaze gora keça wê hebe.
Hezna Arslan a ku tevî du zarokên wê, sê xwişk bira û bavê wê Selîm Turay jî di wê pêvajoyê de hatine qetilkirin û wiha behsa wê pêvajoyê dike:
“Min ji nûçeyên televîzyonê bihîst ku keça min di bodruma yekemîn de ye. Piştî ku çendek derbas bû em hîn bû agir bera bodrumê dane. Piştî rabûna qedexeyan me çû mînaka xwînê da. Dû re ji şaredariyê li me geriyan, ji me re gotin cenazeyek we heye, min got qey ê keça min e lê dema ku em çûn me dît ku kurê min e.”
“Ez her şev keça xwe di xewna xwe de dibînim”
Hezne Arslan diyar dike ku 5 sal in dema diçe ser gora kurê xwe û birayê xwe, hesreta gora keça xwe dikşîne û wiha dibêje: “Bi şev ji ber keça xwe difikirim nikarim rakevim. Her şev tê xewna min. Ez tenê dixwazim hestiyek wê bibînim. Ez jê têr nebûm ger kêla gora wê hebe ez ê hembêz bikim, hinek jî be de êşa min kêm bibe. Me gelek caran mînaka xwînê da lê encam derneket. Heta sax bim, ez ê li hestiyên keça xwe bigerim, ji bo bibînim çi hewce be ez ê bikim.”
“Ji ber ku xweliya wê jî nedîtiye…”
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr pirsa cezaneyên ku berê nehatibûn teslîmkirin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kiribû lê heta niha tu encam jê derneketiye. 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji ajansa me re li ser mijarê axivî, da zanîn ku heta niha tevî hemû serlêdanan jî pêşveçûn çênebûye û wiha bal kişand: “Ji bo 14 kesên ku cenazeyên wan nehatin dîtin gelek caran me serlêdan kir û malbatan mînaka xwînê dan. Bi îhtîmalek mezin ji ber ku xweliya van kesan jî nemaye, nayên dîtin. Malbatên ku cenazeyên xwe nedîtibûn, bi îhtîmala dîtinê, di wê pêvajoyê de li keviyên Çemê Dîcleyê nobet digirtin lewre xurdeyên avahiyên rûxiyayî dirijandin nava çem. Navê 14 kesên ku cenazeyên wan nehatine dîtin diyar e. Tevî ku 15 sal derbas bûye jî di vê mijarê de tu pêşketin çênebûye. Me ji bo vê gelek caran serlêdan kir lê bi hincetên cuda her dem li me paşve vegerandin. Em ê bi malbatan re heta dawiyê, ji bo dîtina cenazeyan şopdarên wê pêvajoyê bin.”