Jinên Ciwan: Dem dema hesab xwestina qetîlan e

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekî qetîlkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kirin.

 

Qamişlo –Polîsên deweleta tirk duh êrîşî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmêrê kir û endama wan Denîz Poyraz qetîl kir. Li hember vê bûyerê îşev Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Li hember qirkirin û qetîlkirina Denîz Poyraz dem dema hesab xwestinêye" daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bi sedan ciwan amadebûn. Her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyê Denîz Poyraz hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Selwa Elî ve hate xwendin.
"Em hemû Denîzin"
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî qirkirina Denîzan dem dema hesab xwestinê ye û wiha hate gotin"Li dijî qirkirin û qetîlkirina Denîzan dem dema hesab xwestinêye. Sedsala 21'emîn hêjayê gotinê ye ku bi sedsala jinê were naskirin. Hêzên hegemonîk û xwedî berjewendî bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşî nirxên civakê dikin. Ya rastî ewe ku mirov bêje şerê qirkirinê didin meşandin. Êrîşî xweza, bajar, gund, çand heta fikir û cewhera mirovan dikin. Xwe li ser berhem û hebûna civakê didin avakirin. Mêr xistin amûra sereke, ji bo ku hişmendiya xwe pêk bînin û bi kolekirina jinan re ev yek hîn zêdetir mehkûm kirin. Îro ev pergal û hişmendî rastî bi serhildanên mezin bi pêşengtiya jinan û ciwanan hat. Bi hezaran jin li dijî pergala heyî derketin û red kirin. Her çiqas têkoşîn û îradeya jinê mezin dibû, hêrs û kîna mêr ên ku di pergala desthilatdar de zêde bû û hebûna jinê ya fizîkî û fikrî kirin armancên xwe. Li tevahî cîhanê jin rastî tecawiz û qetîlkirinê tên. Azadiya jinê, azadiya civakê û hilweşandina desthilatdariyê ye. Jinên ku li dijî desthilatdariyê serî hildidin gavên ber bi azadî ve davêjin tên hedef girtin. Hişmendiya desthilatdar bi dehan jinên siyasetmedar û pêşeng kirin armancên xwe mîna Sara, Hevrîn, Zehra û bi hezaran jinên têkoşer û berxwedêr. Herî dawî jî 17'ê Hezîranê de xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz ji aliyê hikûmeta AKP'ê hevkarê wan ya hov hat şehîd xistin." 
"Xeta Denîzan bişopînin"
Selwa di dawiya daxuyaniyê de teqez kir ku ew soz didin Denîzan ku wê xeta wan bişopînin û wiha bi dawî kir: "Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan di serî de sersaxî ji malbatê Denîz Poyraz re dixwazin û em soz didin ku di xeta Denîz Poyraz û hemû cangoriyên vê xetê di asta herî jor de têkoşîn bidin meşandin. Kesên ku destê wan di xwînrijandina vê gelê de heye em ê hesab ji wan bixwazin. Em hemû Denîzin."
Daxuyanî bi dirûşma"Jin jiyane" bi dawî bû.