"Star FM dibe deng, reng û awazên jinan"

Radyoya Star FM piştî çar salên tijî ked û xebat weşana xwe di asta herêma Cizîrê de berfireh kir. Tekildarî weşana Star FM û berfirehbûna wan, avakera radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn da zanîn ku ew bi awayekî fermî di 1'ê Cotmeha 2021'ê de li Herêma Cizîrê li ser du frekansan ku pela 105.3 û 104.8 dest bi weşana xwe dikin.

 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – Radyoya Star FM yekemîn radyoya jinan bi dirûşma "Dengê jin û jiyanê" di 15'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn, berhema şoreşa jinan yek jî avakirina radyoya Star FM a jinan e ku dibe dengê jinên Rojavayê Kurdistanê. Star FM weke navê xwe radyoya jinan e û di radyoyê de 20 jin kar û xebat dimeşînin. Gelek guhdarvan û mêvanên radyoyê, ji jinan pêk tên. Piştî konferansa YRJ’ê ku di sala 2020'yan de pêk hatibû, biryar hat girtin ku radyoya Star FM weşana xwe di asta herêma Cizîrê de berfireh bike. Radyoya Star FM piştî çar salên tijî ked û xebat weşanên xwe berfireh kirin û asta Kantona Qamişlo derbas kirin û dengê xwe digijînin asta Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Radyoya Star FM di weşanên xwe de mijarên mîna siyasî, çandî, civakî, pêşbirk, zarok, daxwaz, hunerî, ciwan, jineolojî, dîroknas, şevbuhêrk, gund û dayik diweşîne. Yek ji avakera Radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn berfirehbûna weşana Radyoya Star FM di asta Herêma Cizîrê de nirxand.
"Gelê Kurd di bin qedexan de li radyoyê guhdarî dikirin"
Avaşîn Hêlîn girîngiya radyoyan wiha rawe dike: "Beriya serdema ku em tê de dijîn û teknolojî û înternet ewqas bi pêş bikeve, bandor û girîngiya radyoyê di nava civakan de hebû. Li gorî ku dayik û dapîrên me qal dikirin, kesên ku di nava civakê de dewlemend bûn radyo dikirîn. Her wiha di malan de cihekî taybet ji radyoyan re hebû ku civak li wir kom dibûn û geşedanan bi hev re guhdarî dikirin. Di Kurdistanê de jî gelek Kurdan di bin qedexeyan de li radyoyan guhdarî dikirin. Di wan deman de radyoya Erîvan û Bexdayê derfet dan ku bi zimanê Kurdî weşanê bikin, belkî ne bi armancên ji bo parastina çanda Kurdî hatibin vekirin, ne jî ji aliyê Kurdan ve hatibûn vekirin, bi armanc û daxwazên pir cuda ev radyo hatibûn vekirin ku Kurdan bixin bin serweriya xwe. Ruxmê wê jî dengbêjî û dengê hunermendên Kurd ji wan radyoyan bilind bû. Her çiqas rojname beriya radyoyê hatibe keşifkirin jî rojname di aliyekî de sînorder dimîne lê radyo tu çiqas bixwazî dikarî pêla wê berfireh bikî."
"Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek radyo hatin birêxistinkirin"
Avaşîn teqez kir ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re radyo jî rolek girîng lîstine û wiha domand: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek qad hatin birêxistinkirin û hemû pêkhateyan bi çanda xwe dest bi kar kirin. Di nava ragihandinê de radyoyê jî roleke diyarker lîst. Radyo herêm, herêm hat vekirin ku yekem radyo li Rojava radyoya Cudî bû, paşê Waşûkanî, Xabûr, Sawt El-Heyat, Rojava û Dîcle hatin vekirin.  Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn, bi wê coş û kelecanê ev şoreş berdewam dike. Jin di hemû qadên jiyanê de hatin birêxistinkirin û perwerdekirin. Şoreş bû berdewama rêxistinbûna jinan li Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan mîrasa jinan rêxistinbûna Radyoya Star FM bû.  Her wiha hêviya jinên Rojavayê Kurdistanê ew bû ku di nava xebatên ragihandinê de bi sedan jin di tv. radyo û ajansan de cihê xwe bigrin. Gelek hevalên me yên şehîd hebûn ku van rojan bibînin da ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin Radyoya Star FM bû bersiv û hêviya tevahî kesan. Radyoya Star FM di 15'ê Kanûn 2017'an de dest bi weşana xwe ya fermî kir."
"Radyoya Star FM 23 bernameyên sabît diweşîne"
Avaşîn bernameyên ku di Radyoya Star FM de tên pêşkêşkirin wiha eşkere kir: "Weke radyoya Star FM em 23 bernameyên sabît  ên ku heftane tên weşandin pêşkêş dikin. Bernameyên me mîna panorama Star, rojbaş, tovên jiyanê, çand û huner, şevbûherk, nirxên şoreşê, daxwaz, pêşbirk, gundê me, jin û jiyan bi sê zimanan, rojeva jin bi du zimanan, şitlên rojê ya zarokan, nûpel ya YPJ'ê, pêşbirka zarokan, quncika helbest û çîrokan, jineolojî, wêje, tenduristî, jinên ciwan û dîrokê binase. Em di weşanên xwe de hemû pêkhateyan digrin dest. Erka xebatkarên radyoyê ew e ku dema di mîkrofonê de diaxivin parastina hemû nirxên civakê bikin û dîrokê biparêzin. Her wiha xebatkarên ku bernameyan çêdikin xwe dixin cihê mêvanên xwe da ku guhdarvan wê hestê bêyî ku bibînin, bijîn.  Armanca me ew e ku em bibin deng, reng û awaza jinan. Em xebatkarên vê radyoyê ne lê radyo ya van jinan e. Her wiha gelek guhdarvanên me yên jin ji bo pêşketina radyoya Star FM gelek nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe parve dikin. Bernameya me ya Jineolojî û dîrokê binase jî bi daxwaza jinan li ser weşanê hat zêdekirin. Hemû neteweyên ku li vir dijîn, di radyoya me de xwe dibînin û radyoya me jî dibe perçeyek ji jiyana wan."
"1'ê Cotmehê weşana Star FM dibe asta herêma Cizîrê"
Avaşîn bal kişand ser weşana wan a asta Herêma Cizîrê  wiha nirxand: "20 xebatkar di radyoya Star FM de kar û xebat dimeşînin. Xebatkarên me li Kantona Hesekê, bajarê Qamişlo, bajaroka Rimêlan, bajarê Dêrikê hene û li wir çi hebe em di weşanên xwe de diweşînin. Armanca me ew e ku em xwe bigihîjînin hemû jinan da ku bibin dengê, reng û hestên jinan. Berê weşana me li Kantona Qamişlo tenê bû, paşê di konferansa YRJ'ê ya duyem de biryar hat girtin ku Radyoya Star FM weşana xwe di herêma Cizîrê de berfireh bike. Ji bo berfirehbûnê, nêzî 6 mehan amadekarî hatin kirin. Gelek jin di berfirehbûna wêşanê de ked dan û amadekariya me temam bû. Dê weşana me bi awayekî fermî di 1'ê Cotmehê de dest bi weşana xwe yê fermî li ser asta herêma Cizîrê bike. Dê weşana me li ser du frekansan weşan bike, frekansa bajarê Qamişlo heta bajarê Dêrikê li ser pela 105.3 ye. Ji Qamişlo heta Kantona Hesekê li ser pêla 104.8 e ku em ê li ser van her du pelan weşanê xwe bikin. Her wiha em li ser medyaya civakî jî weşanê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem radyoya jinê, radyoya Star FM e. Hedefa me demên pêş ew e ku em weşana xwe bikin asta Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em dixwazin her kes radyoya me bişopîne û nêrîna xwe parve bike. Radyoya me ji bo hemû jinan vekiriye deng, reng, awaz û daxwazên xwe dikare parve bike. Kesên ku ked û hewldan ji bo radyoya Star FM dane ku bibe asta herêma Cizîrê em spasiya wan dikin û em Radyoya Star FM ku ya tevahî jinan e li wan pîroz dikin."