"Ger aştî were, em ê hîn baştir şewq bidin"

Pêşangeha karên destan ên ku jinan li kolanên Kabîlê ku bi dirûşma "Ger aştî were, em ê hîn baştir şewq bidin" ev pêşangeha ku ji hêla jinên ku hewl didin di jiyana rojane de çalak bin hatiye vekirin û ji Talîban re jî peyamek e. Jinan hem ji Talîbana ku ji derveyê rêgezên Islamî derketina bi tenê qedexe dike û hem jî ji hikûmeta Efganistanê re peyamên xwe dişînin.

Pêşangeha karên destan ên ku jinan li kolanên Kabîlê ku bi dirûşma "Ger aştî were, em ê hîn baştir şewq bidin" ev pêşangeha ku ji hêla jinên ku hewl didin di jiyana rojane de çalak bin hatiye vekirin û ji Talîban re jî peyamek e. Jinan hem ji Talîbana ku ji derveyê rêgezên Islamî  derketina bi tenê qedexe dike û hem jî ji hikûmeta Efganistanê re peyamên xwe dişînin.
PERWANE KİBRİT
Kabîl – Dema Efganistan di şerê navxweyî de têdikoşe, jin ji bo parastina hebûna xwe di jiyanê de têkoşînê didomînin. Jinên Efganî, yên ku di navbera jiyan û mirinê de li ser xeta zirav radiwestin, li gelek parêzgeh û bajaran bi fikar pêşveçûna Talîban temaşe dikin. Jinên Efganî yên ku naxwazin qedexeya derketina derve li gorî rêgezên Islamî nas bikin, li kolanên Kabilê pêşangehek ji karên destan vekirin. Peyama jinan diyar e: Ger aştî were, em ê şewq bidin.
Jinên Efganî di berdêla qamçîkirin, gulebarankirin, şewitandina bi asîdê an dayîna canê xwe de beşdarî jiyanê dikin. Jinên Efganî ku bi dirûşma "Ger aştî were, em ê  hîn baştir şewq bidin" kolanên Kabîlê bi karên destên dadigrin, di heman demê de mînaka hevgirtinê nîşan didin. Di pêşangehê de embarên Efganî yên çandî, kincên herêmî, zînet û gelek tişt cih digrê.
Ji bo pêşangehê eleqeyek mezin heye
Pêşangeha li hewaya vekirî ku hate vekirin, ji hêla Kabîlan gelek bal kişand û jin jî ji vê eleqeyê pir kêfxweş bûn. Ji ber ku jinên Kabîlê ji vê yekê hewl didin ku jiyana xwe bidomînin.
Yek ji organîzatorê pêşangehê û pîşesaz Kiarang Saadat got, "Me ev pêşangeh vekir ku em jî aşitiyê ku hîn nay naskirin û nenas e bixwazin. Em li welata xwe piştgiriyê didin aşitiyê. Em dixwazin kesên pêwendîdar jî vê yekê bibihîzin. Em dixwazin li vir ragihînin ku em naxwazin ku di bin desthilatdariya Talîban de di tarî de li xaniyan bimînin. Weke jin em dixwazin hebûna xwe ya civakî bidin qebûl kirin, hîs kirin û bijîn."
"Em amadene ku bêtir bixebitin" 
Kiarang Saadat  got ku divê statuya jinan di danûstandinên gengaz ên aştiyê yên di navbera Hikûmeta Afgan û Talîban de bê guman were qebûl kirin, şirove dike ku ev daxwaza  jinên Efganistanê ye û wiha gotinê xwe domandin:"Jinên Efganistanê peyamê dişînin ku ew ê tu carî serî netewînin û divê hikûmeta Efganî jî wê bide. Çawa ku em jin berê pir xebitîn, em amade ne ku bêtir bixebitin