Aktrîsta Îranê di Mîhrîcana Fîlmên Rusyayê de xelat girt

Aktrîsta Îranê Îlahe Hesarî di Mîhrîcana Fîlmên Rusyayê de xelata baştirîn a aktrîstiyê girt.

Naveda Nûçeyan- Li gorî ragihandinan aktrîsta Îranê Îlahe Hesarî bi rola xwe ya di fîlmê Round IV di Mîhrîcana Fîlmên Xêzanî ya Rusya de xelata aktiristî ya herî baş wergirt.
Fîlmê Round IV bi derhênerî û nivîsîna Elîrazî Emnî, di mîhrîcanê de layîqî du xelatan hat dîtin ji vana xelata aktrîsta jin a herî baş Îlahe Hesarî û xelata baştirîn sînemageriyê jî Murteza Efurî girt.
Mîhrîcana Fîlmên Xêzanî ya Rusyayê di navbera 7 û 12’ê Tîrmehê de li bajarê Yarsilavlî yê Rusyayê hat lidarxistin.