Werzişvanên jin ên li Sûdanê li hember zehmetiyan têdikoşin
Pevçûnên li Sûdanê rasterast bandor li qada werzîşê ya li welat kir. Bi taybetî jinan tevî hemû zehmetî û bê derfetiyên bi pevçûnan re derketine holê tekoşîna xwe didomînin.
MÊRVET EBD EL QADIR
Sûdan – Yekemîn werzîşa futbolê ya jinan li Sûdanê di sala 2001’an de bi damezrandina tîma Al-Tehadî di nav Zanîngeha Ahfadê de dest pê kir. Piştre, klûbên cuda tevlîbûn û futbola jinan bi pêş xistin. Her ku lihevnekirina civaka Sûdanê di navbera qebûlkirin û redkirinê de kûr bû. Ev yek bû sedema gelek pirsgirêkan di navbera jin û tundrewên olî yên ku nedixwestin jin werzişê bikin.
‘Li Sûdanê şer yekser bandor li werzîşê kir’
Hekema Navneteweyî Henadî Mihemed Elî got: "Werzîşa jinan li Sûdanê di gelek zehmetiyan re derbas bû. Hin herêm û êlên li Sûdanê nahêlin jin sporê bikin, ji ber wê hemû çalakiyên jinan li paytexta Xertûmê dorpêçkirî bûn. Di dema beriya nakokiyan de werzîşa jinan berfireh bû û hat veguhestin eyaletên hiştin klûbên taybet bi jinan vebin. Hejmarek bajarên Sûdanê yên cuda zêdetirî 20 tîmên jinan hatin organîzekirin. Li Sûdanê şer yekser bandor li werzîşê kir. Malên sporê hatin rûxandin û klubên sporê ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn re bûn wargeh. Hejmarek kêm ji bajaran ango derdora ji sedî 4 bajar û eyaletan çalakiyên xwe yên werzîşê berdewam kirin."
‘Tevî hemî nakokî û peyçûnan jinan xebatên xwe yên werzîşê domandin’
Avjen Henaa Elî El Nûr jî di axaftina xwe de diyar kir ku werzîşa jinan ji berê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dihat û got: "Lê belê jinên sporê dikin dikarîbûn nerîna civakê li beramberî xwe biguherînin û têgehên civakê li hember werzîşa jinan û erêkirina wan jê re çêkin. Tevî ku nakokî û şer ji destpêka xwe ve çalakiyên werzîşê rawestandin lê belê gelek jinan rêwîtiya xwe ya werzîşê li derveyî Sûdanê û bi riya herêmên bi ewle xebatên xwe domandin."
Yekem lîga futbola jinan li Sûdanê
Di sala 2016’an de yekem Lîga Futbolê ya jinan hat organîzekirin. 18 tîman navê xwe tomar kirin û werşeyên jinûvedanîna hekeman destpêkirin. Her wiha 38 derçûyên perwerdeya sivîl perwerde kirin û ew kirin perwerdekar.
Piştî şoreşa Berfanbara 2019’an ya ku sîstema Islamiyên li Sûdanê têk birin û di dema Hikûmeta Şoreşa Sivîl yekem Lîga Futbola jinan weke şampiyoneke fermî ji Yekîtiya Sûdanê ya Fotbolê û Yekîtiya Navneteweyî ya Futbolê re hat hesibandin. Welaa El Bûşî jî weke Wezîra Wezareta Ciwan û Werzîşê hat danîn. Rojnamevana sporê Mêrvet Hisên jî Seroka Komîteya Futbola Jinan di Yekîtiya giştî ya Futbola Sûdanê de hat teyînkirin. Li Yekîtiyê yekem lîga futbola jinan hat lidarxistin û wê demê di kenalên xwecihî û dezgehên ragihandinê de hat belavkirin. Her wiha amadebûna herdû zayendan di nav kesên temaşe dikin de hat erêkirin.
Bandora şer li ser xebatên werzîşê yên jinan
Rojnamevana Sporê û Endama Yekîtiya Navneteweyî ya Rojnamevaa Werzîşê Nahid Beşîr El Baqir got: "Şerê li Sûdanê bandorên kûr li sporên jinan kir. Gelek lîstikvan ji herêmên xwe yên resen koçber bûn û di encam de tîm belav bûn û zehmet bû careke din komî ser hev bibin. Lîstikvanên jin zehmetiyan di gihîştina klûbên werzîşê dibînin ji ber binesazî zirarên mezin dîtiye û piştgiriya madî û menewî jî kêm e. Bi vî awayî bandoreke neyînî li rola wan a werzîşî dibe û derfetên wan ên pêkanîna serkeftinan sînordar dibin."
‘Zirareke mezin gihîştiye binesaziya werzîşê’
Nahid El Baqir bang li civaka navneteweyî û rêxistinên werzîşê kir ku piştgiriya pêwîst ji lîstikvanan re pêşkêş bikin ji bo werzîşa jinan li Sûdanê berdewam bike û jîngeheke ewle ji wan re peyda bikin da ku karibin xwe perwerde bikin û bikevin pêşbirkan.
Li aliyekî din rojnamevan Bedriye Ebd El Hefîz jî got: "Werzîşa jinan di gelek zehmetiyan re derbas dibe ji ber şer li welat berdewam dike û ev yek bandoreke yekser li hemû aliyên jiyanê dike. Hejmarek mezin ji klûbên jinan di aliyê madî de zehmetiyan dikşînin her wiha zirareke mezin gihîştiye binesaziya werzîşê. Ev jî bandoreke neyînî dikin. Jina Sûdanî dikare hemû zehmetiyan derbas bike. di dema şer de Avjen Rena Hanî beşdarî Olûmpiyatên Parîsê bû û Erefe El Mubarek jî di pêşbirka biskilêtan de beşdar bû."