Li Filistînê bû mamosteya yekem a siwariyê

Mayar El-Ayyda a Filistînî bû yekemîn mamosteya jin a siwariyê, rêwîtiya ku bi hezkirina ji hespan dest pê kir, bi perwerdeya ku dide jin û zarokên keç didomîne. Mayar El-Ayyda got : “Siwarbûna li hespê bi mirov re ruhekî azad dide avakirin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Mayar Al-Ayyda ya 20 salî ya Filistînî yek ji wan jinên ku dikaribû astengiyên civakî derbas bike ye. Mayar El-Ayyda ya ku ji zarokatiya xwe ve hezkirina xwe ya ji bo hespan didomîne, li Filistînê bû yekemîn mamosteya jin a siwariyê.

Di zarokatiya xwe de hînî lênêrîna hespan bû

Meyar El Ayyda diyar kir ku bi dîtina hespên birayê xwe dest bi hezkirina hespan kiriye û wiha got: “Ji bo siwarbûna hespan min perwerde dît û ez di 12 saliya xwe de fêrî xwedîkirina hespan bûm. Em bi hespan li mêrg û deştan geriyan.”

‘Zarokên keç ên li hespan siwar dibin xwe bi hêz hîs dikin’

Mayar El-Ayyda diyar kir ku piştî hewldaneke demdirêj, wê ji bo zêdetirî 60 zarokên keç weke perwerdekara fermî dest bi kar kiriye û got ku ew niha rêveberiya El-Esmar Stud dike ku di nav de perwerdeya siwarbûna hespan jî tê de ye. Mayar El-Ayyda wiha got:

“Zêdetirî 50 hesp hene û her sibe ez xwarinê didim wan, dişûm, hawirdora wan paqij dikim û zîna wan çêdikim. Zarokên keç ên li hespan siwar dibin xwe bi hêz hîs dikin. Zarokên keç ên ku bi pêşxistina qabiliyetên xwe şareza dibin, firsenda wan heye ku tirsa xwe jî derbas bikin. Gelek rê hene ku zarokên keç razî bibin hînî siwariya hespê bibin bêyî ku bitirsin.”

‘Jin û zarok ji gelek bajaran ji bo perwerdeyê tên’

Mayar El-Ayyda bal kişand ku malbat siwarbûna hespan a keçên xwe fêr bûne û got: “Ji bo organîzekirina geşt û meşên keşfê ku hunera serpêhatiyê li ser hespan di nav gelî û deştan de vedikolin, ez gelek xebitîm. Siwarbûna li hespê bi mirov re ruhekî azad çêdike.”

Mayar El-Ayyda bal kişand ku jin û zarok ji bajarên curbicur ên Filistînê hatine ji bo hînî siwariya hespan bibin û got:

“Ez ji 6 saliya xwe ve ji bo kesên ji temenên cuda, perwerdeyê didim û her temen mekanîzmaya xwe ya fêrbûnê heye. Ez di dema perwerdeyê de piştgirî û alîkariya wan dikim. Ez tecrubeyên xwe jî bi wan re parve dikim. Ji ber mamostehiya jinan daxwaza gelek jin û zarokên keç ji bo siwarbûna hespan çêdibe. Bi perwerdeyan asoyên nû hatin vekirin, qailbên baviksalarî hatine şikandin.”

‘Ez li Filistînê bûm yekemîn'

Mayar El-Ayyda di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li Filistînê bûye yekem mamosteya jin a siwarbûna hespan û got:

“Bêguman, ez gelek gotinên neyînî dibihîzim. Carna kesên ku di rê de derbas dibin dibêjin: “Here li mala xwe rûnê. Di civata me de keçên ku li hespan siwar dibin tune ne. Ez serê xwe li hember şîroveyên neyînî û zordestiya derdorê natewînim. Malbata min piştgiriya min dike û ez bi vê azweriyê xwe digihîjînim armancên xwe. Ez hêvî dikim ku beşdarî şampiyoniyên herêmî û navneteweyî bibim û di sektora werzîşê ya siwariyê de Filistînê temsîl bikim. Ez dixwazim jiyana keçan bi awayê erênî biguhere û bibin çavkaniya îlhamê.”