Li Amedê 2’yemîn Turnuvaya Voleybolê ya Jinan
2’yemîn Turnuvaya Voleybolê ya Jinan ku ji aliyê Rêveberiya Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasa Amedê ve tê lidarxistin, dest pê kir. 21 tîm beşdarî turnuvayê dibin.
Amed – 2’yemîn Turnuvaya Voleybolê ya Jinan, ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Peyasê ve li Amedê tê lidarxistin.
Turnuvaya ji bo ku jinan bi rêya werzîşê bîne cem hev û hevgirtinê zêde bike, dest pê kir. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengiz Dundar, Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol, endamên meclîsê û rêveberên saziyên beşdar, tevlî merasîma destpêkirina turnuvayê bûn.