Li Şengalê pêşbirka bezê

Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkek bezê hat lidarxistin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Di çarçoveya çalakiyên pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkeke bezê hat lidarxistin. Pêşbirka bezê ya ciwanên Şengalê ji çerxerêya Borik heya Seytereya Asayîşa Êzîdxanê a Şehîd Qasim dewam kir.

112 jin û ciwan beşdarî pêşbirkê bûn. Beşdarvan ji tevahiya gund, navçeyên Şengalê û Başûrê Kurdistanê, wekî  Zaxo û Dihokê cihê xwe di pêşbirkê de girtin. Pêşbirka bezê  bi qasî 5 km an bû.

Di pêşbirkê de jina ciwan a bi navê Wefa Fano û  ciwanê ji pêkhateya Şîe Eda Abdullah pileya yekemîn bidest xistin. Piştre ji aliyê Yekitiya Ciwanên Şengalê û Malbata Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Zeredeşt Şengalî ve kesên serkeftî hatin xelatikirin.

 ‘Pêşbirik cihê kêfxweşî û moralê ye’

Ji beşdarvanên pêşbirkê Dilvîn Berxwedan beriya ku pêşbirk destpêbike hestê xwe wiha anî ziman û got: “Em wekî jinên ciwan  hatine borik ji bo ku em pêşbirka bezê lidarbixin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku pêşbirkekî bi vî awayî li Şengal hatiye li darxistin. Bang li hemû jinên ciwanan dikim ku werzîşê bikin û bejdar bibin, ji ber werzîş ji bo tendûrustî û  bedena mirova gelek başe. Pêşbirkek pir serkeftî ye û serkeftin wê ya me jina be û ew jî xwesteka me ye”.

‘Hestê serkeftinê gelek xweş e’

Wefa Fano ya di pêşbirkê de pileya yekemîn bidest xisti hestê xwe yê serkeftinê wiha anî ziman: “Ez gelek bejdarî pêşbirkên bi vî awayî li Bexda û cihên cuda bûm.  Ev cara yekeme di nava  Şengalê de ez beşdar dibim. Ji bo wê ji bejdariya min cihê kêfxweşiyê ye. Ev  3 sale ez werzîşê dikim û dibezim. Ez gelek kêfxweşim ku min pileya yekem bi dest xistiye. Ev ne cara yekeme ez  pileya yekem bi dest dixim.”