Ferzaneh Mohemedzade jinên ciwan fêrî xweparastinê dike

Qerete ku di nava werzîşên parastin û xweparastinê de cih digre, bala jinên Mahabadê dikşîne. Perwerdekar Ferzaneh Mohemedzade di xebata qereteyê ya bi salan e bi hezkirin dike bû pispor, niha jî hînî jinên ciwan dike.

BAHAR ABBASÎ

Mahabad- Xweparastin ji bo jinan ji her aliyê ve girîng û pêwîst e. Jineke ciwan ku beriya salên dirêj dil daye hunera parastinê, niha fêrî kesên ku dixwazin hîn bibin dike. Ferzaneh Mohemedzade ku di temenekî pir biçûk de dest bi werzîşa qereteyê ku rastî eleqeyeke mezin tê kir, werzîşa bi piştevaniya dayika xwe dest pê kir, niha hem jinên wek wê dil danê bi vî karî re perwerde dike hem jî fêrî xweparastinê dike. Ferzaneh Mohemedzade di qereteya ku di temenekî biçûk de dest pê kir, dibe werzîşvanek ku di nava salan de bi pêş ketiye, di vê qada werzîşê de hem rahênerî hem jî perwerdekariyê dike.

Farzaneh Mohammadzadeh destnîşan dike ku wê bi derfetên pir kêm lê bi taybetî jî bi piştgiriya dayika xwe dest bi werzîşê kiriye. Farzaneh Mohammadzadeh bi bîr dixe ku di mercên pir zor de ji derfetan dûr  li Serdeştê mezin bûye, werzîş jî di nav de ye lê wê dikaribûye di vê beşê de cihê xwe bigre û da zanîn ku tevî vê yekê jî ji bo pêşxistina xwe pêwîst e hewldanên mezin bide.

Perwerdeya xwe û werzîşê bi hev re dike

Farzaneh Mohammadzadeh diyar kir ku hem bi jiyana xwe ya werzîşê re hem jî bi ya perwerdeyê re mujil dibe û wiha dibêje: “Ez li Serdeştê ji dayik bûm û mezin bûm. Min li zanîngeha Tebrîzê beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî xwend. Ez mamosteya qereteyê me. Bi rastî, ez ne têne di qereteyê de, di gelek şaxên werzîşê yên wek voleybol, paten, atletîzm, fetnes û kickboxing Muay Thai de nîvdem xebitîm. Ev salek e ez bi fermî di qada qereteya Kyokushin Qereteyê de jî dixebitim. Yanî êdî ji bo min ne têne qadek eleqedarbûyînê ye, wekî pisporek nêz dibim. Serkeftina min a herî mezin ji xelatên ku xwendekarên min wergirtine bû. Xwendekarek min di Şampiyoniya Qereteyê (Kata) ya Cîhanê de pileya yekem bi dest xist.”

Farzaneh Mohemedzade bi van gotinan şîret li werzîşvanan dike: “Dema min cara ewil dest bi werzîşê kir, derfet pir kêm bûn. Piştî ku ez li dibistanê ji bo çalakiyên werzîşê hatim hilbijartin eleqeya min zêdetir bû. Bi rastî bêderfetiyan jêhatiniya min a di vî warî de zêdetir kirin. Ez difikirim, ên ku astengî li pêşiya wan heye divê tevî hemû pirsgirêkan jî hewl bidin bi pêş ve biçin."

“Divê em girîngî bidin tiştên di dest xwe de û ji bo tiştên tune ne jî pêwîst nîn e em xemgîn bin”

Werzîşvana ciwan û perwerdekara werzîşê bi bîr xist ku xweparastin girîng e û destnîşan dike ku ew felsefeyek jiyanê jî ava dike û dizane hemû zehmetî bi têkoşînê derbas dibin. Ji kesên ku guhdarî dikin re bi bîr tîne ku jiyan ne tenê toz pembe yan jî tarî ye, têkelbûna bi hezaran rengan e û wiha bi dawî dike: “Em carek tên cîhanê. Divê tiştên ku di destên me de ne, em zêde û mezin bikin, ji bo tiştên di destên me de tune ne jî xemgîn nebin, xebata xwe berdewam bikin. Ger ku însan bixwaze dikare bi îradeya xwe hemû zehmetiyan derbas bike.”