Elena Rybakina bû hejmara yek a cîhanê
Tenîsvana Qazaxistanê Elena Rybakina, piştî serkeftina xwe ya li US Openê cara ewil di kariyera xwe de derket lûtkeya rêzbendiya cîhanê û taxtê ji Aryna Sabalenkayê girt.
Navenda Nûçeyan – Guhertineke girîng di rêza yekem a tenîsa jinan a cîhanê de çêbû. Elena Rybakina ya Qazaxistanê piştî ku di US Openê de bi ser ket, cara ewil di kariyera xwe de derket rêza yekem.
Elena Rybakina, îro piştî ku di US Openê de li Flushing Meadows ku dawiya çar Grand Slamên sezonê ye – bi ser ket, gihîşt rêza yekem a WTAyê. Wê Aryna Sabalenka ya Belarûsî derbas kir, ya ku 99 hefteyan di rêza yekem de mabû.
Têkbirina sabalenkayê di fînalê de
Rybakina performanseke xurt li US Openê pêşkêş kir; di fînalê de Aryna Sabalenka di sê setan de têk bir, şampiyontî bi dest xist û bi vî rengî bû hejmara yek a cîhanê.
Lîstikvana Qazaxistanî ji ber tevlîbûna xwe ya di vê turnuvayê de 1.760 xal bi dest xistin. Ev yek berevajiyê tenê 240 xalên sala borî bû ku ew di qonaxên pêş de hatibû derxistin. Di vê navberê de, Aryna Sabalenkayê 700 xal winda kirin û vê yekê ferq û valahiya di navbera her du lîstikvanên jorîn de hîn mezintir kir.
Rewşa dawî ya rêzbendiya cîhanê
Elena Rybakina, bi 9 hezar û 901 xalan di rêza yekem de ye. Aryna Sabalenka, bi 7 hezar û 875 xalan di rêza duyem de ye. Jessica Pegula, lîstikvana Amerîkî bi 7 hezar û 265 xalan di rêza sêyem de ye û tenê 21 xal li pêşiya hevwelatiya xwe Coco Gauff e.
Mira Andreeva ya Rûsî û Linda Noskova ya Çekî bi rêzê ve cihê xwe yê di rêzên pêncemîn û şeşemîn de parastin, lê Elina Svitolina ya Ukraynî du rêz hilkişiya û gihîşt rêza heftemîn.
Guhertinên di top 10’ê de
Berovajî van serkeftinan, Karolina Muchova ya Çekî û Iga Swiatek ya Polonî her yek rêzek daketin û ketin rêzên heştemîn û nehemîn. Wekî din, Marta Kostyuka Ukraynî di rêza cîhanê de bazdaneke mezin kir û cara ewil di kariyera xwe de kete nava 10 lîstikvanên herî baş ên cîhanê.