Ehlam Youssef bi siwarbûna hespan re sînorên ku civak li ser jinê ferz dike dişkîne

Jina Lubnanî Ehlam Youssef di nava civakêk tund de li dijî feresata civakê ya jin nikarin hemû karan bikin têkoşîn kir û xeyala xwe ya herî mezin ya siwarbûna hespan pêk anî û li gel karê xwe ya hemşîretî komek herêmî ya siwarbûna hespan damezrand.

SOZAN EBU-SAÎD

Beyrûd - Tevî ku pîşeya siwarbûna hespan di nava gelek civakan de aidî mêran e, lê gelek jin bi ked û tekoşînê hewil didin van qaliban di nava civakê de jî holê rakin. Jina Lubnanî Ehlam Youssef yek ji wan jinan e ku li dijî  hemû zehmetiyan li ser piyan sekinî û xeyala xwe ya siwarbûna hespan pêkanî.  Ehlam Youssef diyar kir ku pîşeya siwarbûna hespan êdî ne tenê ji bo kesên dewlemend e û êdî tenê li komên dewlemendan heye li gundewarên Lubnanê jî heye û wiha got:" Tevî gelek zehmetî li pêşiya min bûn asteng jî, lê ez bi hewildanek mezin bi ser ketim û bûm jineke ku di nava civakêk tund de li dijî feresata civakê ya jin nikarin hemû karan bikin têkoşîn bikim.”

Ehlam Youssef diyar kir ku feraseta kevneperest ya civakê bûye sedem ku  xeyalên xwe dereng pêkbine û axaftina xwe wiha domand:  "Malbata min li dijî fikra min ya ez bibim siwarkara hespan (şovalyetiyê) bû ji ber ku malbata min dinava civakek ku gelek qedexeyan li ser jinan ferz dike û nahêle ku jin tiştên dixwazin pêkbinin de mezin bûye û girêdayî pivanên we civakê bû. Lê piştî ku ez zewicîm, min li gundê Mirîata ya nêzîkî bajarê me Asûnê, di klûbeke hespan de tevlî perwerdehiya siwarbûna hespan bûm. Perwerdeya ku dihat dayîn pir kêm bû, lê ji ber ku xwestekek ya min ya pir mezin hebû min hewil da ji bo pêkanîna xeyalên xwe di cihêk mezin de perwerde bibinim û di werzîşa siwarbûna hespan de bibim pispor. Ez bi xwedî kirina hespan re mijîl bûm û bi taybetî jin û keçan perwerdekirina hemû kesên dixwestin bi vî werzîşê re eleqeder dibûm.”

Ehlam Youssef tekez kir ku hezkirina wê ji vê werzîşê re û pêkanîna vê werzîşê ne tenê ji ber pîşêyek e, ji bo guhertina adat û kevneşopiyên ku jiyana jinan sînor dike ye.

Ji hemşîretiyê bigre heya siwarbûna hespan

Ehlam Youssef bi van gotinan behsa jiyana xwe û pêvajoya destpêkirina karê xwe kir: "Jiyana min a pîşeya hemşîretiyê li nexweşxaneyê dest pê kir. Piştî ku min li nexweşxanê yê karê xwe xilas dikir û erk û berpisyartiya xwe ya malbatî pêk danî, min bi taybetî jinên ciwan bi dehan ciwanan ji bo siwarbûna hespê perwerde kir. Niha ez niha bi 12 perwerdekarên bi xwestek, tevî hemû astengiyan û ji bo pêkanîna armanca xwe ya ku jinan ji kevneşoiyên civakê biparêzim perwedeyên xwe didomînin. Armanca min ya avakirina komek herêmî ya siwarbûna hesp û komeleyek taybet ji bo ve werzîş e, li Lubnanê bi taybet jin hejmarek mezin mirovan perwerde kirin e.

“Astengî û zehmetî xeyalên min sînordar nekirin”

Ehlam Youssef  derbarê zehmetî û astengiyên ku ew pêre rû bi rû maye wiha bilêv kir: "Xwedîkirina hespan hêzeke mezin dixwaze û pêwîstiyên wan yên madî û manewî heye. Her wiha niha hemû tişt pir giran bûye, ji ber ku xwarinên hespan pir giranbûye û di warê lênihêrîna vetenîner de dermankirin pir giran bûye min pir zehmetî jiyan kir. Lê tucarî zehmetiyên madî û nêrînên civakê li pêşiya berdewam kirina karê min tu caran nebûn asteng.

Ehlam Youssef destnîşan kir ku werzîşa siwarbûna hespan ji bo xurtkirina nirxên exlaqî û hêza bedenî ya bêhempa dibe alîkar. Ehlam Youssef hewil dide ku rê li ber jinên ciwan ên din veke ku fêrî vê werzîşê bibin û di jiyana xwe de vê werzîşê pêk bînin.

"Min bi hewildanên xwe fereseta civakê ya kevneperest şikand”

Ehlam Youssef tekildarî zehmetiyên ku ew di pêvajoyên destpêkê pê re rû bi rû ma de jî axivî û wiha got: “ Ji ber ku hemû kes û bi taybetî jî mezinên civakê me ya kevneperest, siwarbûna hespan a jinan wek tiştêk pir xirab didîtin û ew pîşê tenê aidî mêran didîtin, dema jinek li gundê Aison siwarê hesp dibû pir balkêş didîtin û qebûl nedikirin. Lê tevî van zehmetiyan jî min pîşe xwe domand. Ji ber ku siwarbûna hespan xeyala min a zarokatiyê bû. Piştî daxwaz û îsrara min ev yek ji bo wan bû tiştek asayî û min ew feresata civakê ya kevneperest şîkand. Min bi vî karî re pêşiya gelek jinan vekir ku ji nava diwarê zindanê ya ku civak jiyana wan sînor dike derbikevin û xeyalên xwe pêk bînin.”

Ehlam Youssef pir bi keyfxweşe ku ew di koma "Dinniyah Siwarî" ku nêzîkî 20 kes siwarê hespa dibin de cih digre. Ev kom beşdarî gerên nava Asûn, Dareya, Mirata û Curûdê jî dibe. Yek ji karê vê komê li herêmê lêkolîn û parastina jîngehê û gelên herêmê teşwîqe siwarbûna hespan dike.