Weqfa Jina Azad a Sûrî dest bi hemleya zanistî û tenduristî kir

Weqfa Jina Azad a Sûrî bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya vîrûsa Koronayê re û xurtkirina zanista wekheviya di navbera jin û mêr de, des bi hemleya zanistî û tenduristî kir.

 
 Qamişlo – Bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya vîrûsa Koronayê re û xurtkirina zanista wekheviya di navbera jin û mêr de, Weqfa Jina Azad a Sûrî des bi hemleyeke fikirî û tenduristî kir. Hemleya fikirî bi navê “Jin û malbat” û hemleya tenduristî jî bi navê “Korona ji nû ve xwe nû dike” hate despêkirin. Ev hemla wê ji 2’ê Hezîranê de  des pê bike û heya 3 mehan li navend û Ofîsên Weqfa Jina Azad a Sûriya dewam bike.  Di nav hemleyê de wê gelek semînerên cuda li ser jin û civakê bi beşdarbûna herdu zayendan bên dayin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûrî Rûken Qişo armancên hemleyê anî ziman û bi mere parve kir. 
Armanc ji hemleyê hişyarkirin û belavkirina zanista wekheviyê ye 
Rûken der barê hemleyê de ev tişt got: “Ev nêzî mehekê ye em amadekariyên vê hemleyê dikin. Weke em dizanin di van demên dawiyê de jinan gelek zextên derûnî jiyankirin, ev yek jî ji aliyê zihniyeta civakê ya serwer ve tê kirin. Êdî jin ji van zextan dighêjin asta ku dawiyê li jiyana xwe bînin. Her wiha vîrûsa Koronayê hîn di herêmên me de aktîv e, me xwest bi vê hemleya xwe em li aliyekî hişyarkirina xweparastina ji vîrûsê û li aliyê din jî  zanista wekheviyêdi civakê de belav bikin. Em dixwazin jin û mêr bi hev re perwerde bikin û azadiya jinan di vê civakê de misoger bikin. Dê hemleya me heya sê mehan dewam bike, em bi hêvîne hemû jin bi mere alîkar bin û berpisyartiya xwe bi cih bînin.”