"Tevî bêhna wan a nexweş, sîr û pîvaz çeka li hemberî nexweşiyên xeternak in"

Hemdiya Hisên Kûtê dayikeke 69 salî ye da zanîn ku ew heya niha li mala xwe baxçeyên havînê û payîzê diçîne û berhemên wê bi cîranên xwe re parve dike di heman wextê de bal kişand ser fêdeyên sîr û pîvazan û da payin ku dibe bêhna wan nexweş be lê çeka mirovan a li hemberî hemû nexweşiyên herî xeternak sîr û pîvaz in.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Çandiniya ku jin û dayikên me bi pêş xistin, ji her nebatê dermanên gelek nexweşiyên ku bijîşk êşa wan nizanin, keşif kirin. Dayikên ku çandinî bi pêş xistin, pê re dermanên tiba xwezayî afirandin û ji her gihayek ku diçandin gelek sûd û derman keşif dikirin. Bijîşka malê dayik e, dayik ne tenê dayika zarokên xwe ye, di heman wextê de jî dayika axê ye û têkiliya wê bi lawiran re jî pir xurt e, ji bo wan jî dibe bijîşk. Di demên kevnar de pir kesan sîr, wekî xemla bextewariyê û ji bo parastina ji cinan hildanîn. Sîr li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tê bikaranîn û li her deverê tê çandin û şîn dibe. Mînak li Çînê sîran bi zêran diguherînin, ji ber ku li Çînê wekî dermanê herî bi bandor tê pênasekirin. Sîr di gelek dermanên kevnare de hêmaneke bingehîn e, ji ber ku tê de hêmanên bandorek erênî li tenduristiyê dikin hene. Dibe ku pir kes nizanibin sîr di sala 1989'an de li Elmanyayê wekî "Nebata dermanê salê" hat tacîdarkirin.
Hemdiya Hisên Kûtê dayikeke 69 salî ye, ji navçeya Til Temira Kantona Hesekê ye, bi vî temenê xwe yê mezin jî heya niha rojane sporê dike da ku tenduristiya xwe biparêze. Li gel vê yekê jî dayika Hemdiya baxçeyek li mala xwe çandiye û ji her nebatê sûdên mezin û bi bandor digre. Herî zêde bal kişand ser sûdên ku ji sîr û pîvazan tê girtin kir û ji me re bi rengekî berfireh behsa sûdên ku mirov ji nebatên sîr û pîvazê digre kir. 
“Nebat derman e mirovan diparêze”
Hemdiya got ku ew zebze û şînahiyên malê ji bazaran nakire li hewşa mala xwe diçîne û wiha domand: "Tiştên ku li ser axa me şîn tên wekî pelên silqan, tirp, mendik ango cercîr, sebanix, pîvazên şîn û sîr in û gelek rengên nebatên din ez li hewşa mala xwe diçînim. Ji ber ku ez zêde şînahiyên bazarê nakirim, bi keda xwe diçînim û bi berhemên wê debara xwe dikim. Ne tenê ji ber ku ez debara xwe dikim ez diçînim lê bi rastî her nebatek ji van nebatan derman e û me ji nexweşiyan diparêze û ji aliyekî din ve jî ji jinan re bêhnvedanê diafirîne."
“Tevî bêhna wan a nexweş jî sîr û pîvaz ji nexweşiyên herî bi xeter re derman in”
Hemdiya da zanîn ku ew nebatên ji mirovan re dibin derman û nexweşiyên herî xeter diparêzin, diçîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Wekî sîr û pîvaz, ev herdu nebat nebatên bi bandor in û dikarin hemû rengên nexweşiyan derman bikin. Li ser du nifşan sîr tên çandin payîz û biharê. Sîr û pîvaz dermanê pir nexweşiyan in, mînak ji bo tansiyona xwînê, korona û penceşêrê her wiha xwînê tenik dikin û êş a serî jî rehet dikin, tê bikaranîn. Ji ber vê yekê ez her demsal diçînim. Dema ku tansiyona min dadikeve ez qedehek dew çêdikim û du lib sîr hûr dikim û dixim nav wisa vedixwim. Îsal dema ku ez bi vîrûsa koronayê ketim, her serê sibehê min di çaydan û cezwika xwe de pîvazek û çend lib sîr bi hev re dikeland, heya ku ew pîvaz diheliya, dûre min vedixwar. Destpêkê qirika min pê dişewitî lê bi wê pîvazê ez ji koronayê xilas bûm. Gelek sûdên pîvazên şîn jî hene, êşa movikên laş û çokê rihet dike, bi taybetî movikên pişta mirov derman dike. Bêjna sîr û pîvazê nexweş e lê sûdên wê gelek in. Xwarineke bê sîr û pîvaz bê tam e, maleke bêyî sîr û pîvaz tune ye. Ji ber ku di her xwarinê de tên bikaranîn ger ne bi hev re bin jî yek ji wan jî dibe." 
“Sîr û pîvaz penceşêra pêsîrê jî derman dikin”
Hemdiya agahiyên nû der barê sûdên ku zindî ji sîr û pîvazan digrin de wiha parve kir: "Sîr û pîvaz nexweşiyên îltîhabên bi jinan re çêdibin, derman dike. Ne tenê ev, herdu nebat jî dema tên bikaranîn jinan ji nexweşiya penceşêra pêsîrê jî diparêzin. Bi taybetî di vê rewşê de divê ku jinên bi vê nexweşiyê ketine bi bawerî û îrade nêzî wan herdu nebatan bibe û bi kar bîne, wisa wê bikaribe penceşêrê derbas bike û bi ser bikeve. Pîvaz roleke pir mezin di jiyan û tenduristiya mirovan de dilîze, ji ber vê yekê ew hêmaneke bingehîn e. Mirovên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine divê pîvaza kelandî, biraştî, di nav xwarinê de û pîvaza şewandî pir bixwin. Ji ber pîvaz dihêle ku mirov li hemberî nexweşiyan li ber xwe bide. Ya din jî nahêle ku girêk di pêsîran de çêbibin û yên heyî jî dihelîne. Dîsa ez dubare dikim divê ku jin xwedî îrade bin û vê nebatê bi kar bînin ger dudilî bin wê nikaribin zora nexweşiyê bibin."
“Pîvazên şîn û sîr, zerika hêkê û zeyta zeytûnan weşandina por disekinîne”
Hemdiya sûdeke din a sîr û pîvazê tevî hin tiştên din anî ziman û wiha pêl da gotinên xwe: "Beriya ku keça min Jînda tevli refên tevgera azadiyê bibe û ber bi çiyayên azad ve biçe, porê wê pir diweşiya. Min çiqasî dermanê dermanxaneyan bi kar anî jî tu fêdeya wê çênebû. Wê demê min pîvazê ku pox dabûn û dirêj bûbûn, baxek berhev kir. Piştî ku min ew baxê pîvazan hûr kir ava zêde pê ket, qedehek zeyta zeytûnan jî tevli wê kir û zerikeke hêkê û sîr tevli wan kir û wiha dermanekî ji giha û tiştên xwezayî çêbû. Tenê min 3 caran li serê jînda da û bi kar anî û piştî wê qet tayekî porê wê neweşiya. Tecrubeya yekemîn bû û bi encam jî bû. Bêyî ku ez bipirsim min ev derman çêkir û bi kar anî."
“Bi qasî sûdê ji sîr digrim, ji tu hebên kîmyewî nagirim”
Hemdiya bang li dayikan kir ku li hewşên malên xwe zêdetir şînahiyan biçînin û berê xwe nedin bazaran û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hêvî me ku her dayikek di xwarinên çêdike de zêdetir sîr û pîvazan bi kar bîne. Di heman wextê de li hewşa mala xwe hemû rengên şînahiyan biçînin û jê sûdê werbigrin. Ji ber ku tiştên li bazaran tên firotin bi ava ne paqik tên avdan û zirarê li tenduristiya mirovan dikin. Dermanê ku em dikirin jî hemû kîmyewî ne, ji bo wê jî tişta herî paqij û bi tendirust tenê şînahiyên ku em li hewşa xwe bi destên xwe diçînin in. Her pelek ji wan, dermanê bi dehan nexweşiyan e lê kes ji vê yekê ne agahdar e. Ji bo ku hesinê bedena mirov çêbibe û xurt bibe divê ku sebanix, cercîr û tirbikan bixwin. Dema ku ez derman dixwim medê min pê diêşe lê kêliya ku ez dewekî tevî çend lib sîr çêdikim û vedixwim baş dibim û ew êş diçe. Bi qasî ku tiştên xwezayî sûdê didin min dermanên kîmyewî nadin min, dijberî wê ziraren mezin didin."