Sudên bamiya yê

Gelek zerzewatên demsalî yên em di dema wan de dixwin, ji bo tendirustiyê sûda wan heye, yek ji wan jî bamiye ye. Li gorî lêkolînan bamiye ji bo gelek nexweşiyan, xwedî sûdên hêja ye û wekî dermanê xwezayî ye.

Navenda Nûçeyan - Bamiye nebatek ji malbata baqilan tê hesibandin. Bi gelemperî ji bo xwarinê tê çandin. Gelek cureyên wê hene lê bi awayê esasî du cure ne. Yên kesk û yên reş. Navtenga yên kesk li welatên hênik 70-90 cm. û li welatên germ jî bejna wê digihîje 2 metreyan. Rehên wê xwe berdidin kûrahiya axê. Belgên wê dişibin ên mêwan û kesk in. Kulîlkên wê spî, nava wê sor, di nava wê sorahiyê de navikek spî û di nava navikê de tozdankên (tovên) wê hene. 
Welatê bamiyeyên kesk Meksîka û Perû ye. Ji wir Awropiyan anîne welatê xwe û dest bi çandiniya wê kirine. Awropiyan jî bi xwe re birine welatên ji xwe re kolonîkirî û ji wan deveran jî belavî deverên din bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn lê wisa xuya dike ku ji aliyê xelkên xwecihên Perû û Meksîkayê ve wekî xurek xebitandina wê ne kêmî 1000 salan e. Di bamiyeyê de Musîlaj, Hesin, Magnezyûm, Lîf, Vîtamîn A, B1, B2, C heye.
Sûdên bamiyeyê:
Bandora wê ji bo tekûzbûn û rêkûpêkirina pergala givirandinê heye. Xebitîna aşik (mîde) û rûvikan têkûz dike. Xwînê paqij dike. Îdrarê (mîzê) hêsan dike. Bêhaliyê ji holê radike. Sing rehet û nerm dike. Ji astim û bêhntengiyê re pir bi sûd e. Ji bo kunêran (nêm û nexweşiyên çerm ên wekî bîrov û mantarê) baş e û wan der dike. Qebizbûnê ji holê radike.