‘Sektora tenduristiyê ya Germiyanê têk çûye û welatî mexdûr bûne’

Boykota kar a xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyên giştî yên Germiyanê ji ber rewşa mûçeyên ku ev 3 meh in nehatine dayîn, rewşa nexweşxaneyan heta niha bê encam maye û her ku diçe ev nexweşxane berbi xirabûnê ve diçe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Sektora tenduristiyê ya Germiyanê yek ji wan sektoran e ku ji aliyê hikûmetê û aliyên pêwendîdar ve hatiye paşguhkirin. Pêwîstiyên nexweşxaneyên hikumetê nayên dabînkirin. Kêmaniya derman, pêdiviyên odeya neştergeriyê û hemû pêdiviyên ji bo dermankirina welatiyan heye, rewşa welatiyan ber bi nebaşiyê ve diçe û neçar dibin ji bo dermankirinê serî li sektora taybet û bajarên din ên Kurdistanê bidin.

Boykotkirina kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên giştî, hewldaneke karmendan e ku mûçeyên xwe yên ku 3 meh in nehatine dayîn bidin û rewşa nexweşxaneyan bişopînin, lê heta niha bê encam maye û rewş her ku diçe xirabtir dibe. Li beramberî vê nexweşxaneyên taybet bi derman, pêdawîstî û diravên zêdetir geş dibin, di heman demê de tenê welatiyên xizan zirarê dibînin.

‘Li Germiyanê sektora tenduristiyê seqet e’

Çalakvan û rojnamevana Germiyanê Nîgar Omer diyar kir ku têkçûna sektora tenduristiyê gelek pirsgirêk li herêmê pêk aniye û welatiyan neçar dike ku ji bo dermankirinê serî li sektora taybet bidin û wiha got: “Di rewşa vê nexweşxaneyê de, bê guman xelkên xizan yên herêmê bac didin, ji ber derman nîne û neçarin biçin qadên taybet û bazarê derman bikirin. Sedemê vê rewşa ku li sînorê Germiyan heyî bi lewazî rêvebirina qada tendûristiya Germiyan û îdareya navçeyê û paşguhxistina sînorê Germiyan ji aliyê hikumetê ve ye.”

‘Hemwelatî neçarin dermanan bi pereyek zêde bikirin’

Bi gotina Nîgar Omer, rewşa nexweşxaneyên Germiyanê û gelek pirsgirêkên wan ne nû ye, pirsgirêka berdewam a kêmbûna derman û xizmetguzariyan bûye sedem ku karmend û pizîşk boykot bikin û karên xwe yên rojane nekin. Boykotkirina karmend û bijîşkan dubare bûye, ev jî ne nû ye ev çend sal in qada tenduristiya sînor gihaye asta herî xirab.

Çalakvan diyar kir ku nakokiyên di navbera aliyan de sedemeke din a têkçûna sektora tenduristiyê ye û got: “Xelkê herêmê dê berdêla rewşa nebaş a nexweşxaneyan bidin, carnan nexweşek bi nexweşiyek kronîk hewcedarî derman bû lê nedihat dermankirin.”

‘Beşek zêde ya nexweşxaneyan ji aliyê xwebexşan ve tê rêvebirin’

Nîgar Omer destnîşan kir ku pirsgirêkên din ên di nava nexweşxaneyê de ew jî beşek zêde ya nexweşxaneyan ji aliyê xwebexşan ve tên rêvebirin. Van dilxwazan ji destpêka vîrusa koronayê ve beşa herî girîng a nexweşxaneyê bi rê ve dibin û got: “Lê belê heta niha bi awayek fermî nehatine teyînkirin û ev nêzî çar mehane mûçeyê wan nehatî dayîn. Her çendî rayedarên pêwendîdar soz dane wan jî, ji ber nebûna mûceyê yan jî sîstemeke xirab a ku rê li ber kar nagire, sozên xwe bi cih neanîn. Ji ber nebûna mûçeyan ev nexweşxane dem dem bê xizmetguzarî dimîne û endam jî boykot dikin. Demek berî niha di beşa lezgîn de karmendan baykot kir, ev jî dubare bû sedem ku hemwelatî berê xwe bidin qadên taybet. Nirxên pêdawistiyan girane, hemwelatî bi zehmetî dikarin li wan cihan çareseriyê bigrin.”

‘Divê aliyên peywendîdar ji bo çareseriya pirsgirêkan hewldan bikin’

Nîgar Omer bi bîrxist ku qada tenduristiyê, qadek hestiyare û raste rast eleqeya xwe bi hemwelatiyan ve heye, nabe desthilatdar ji bo armanca sermayedara xwe bi karbîne. Piraniya dermanan demên ku nexweş di wan demê serdana nexweşxaneyên sînor dikin, li rûxmê hemû ew kêm û kurtiyên ku hene, rewşa nexweşxaneyê xira bûye. Hinek dem di nexweşxaneyên taybet de jî çareserî nedîtine, neçar mane ji bo wergirtina çareseriyê berê xwe bidin bajarê Silêmanî. Cadeya di navbera Germiyan û Silêmanî de xirabe, ev hemû dibim sedem ku nexweş jiyana xwe ji dest bidin yan jî jiyana wan bikeve metirsiyê û wiha got: “Aliyên peywendîdar û rêveberiya giştî ya qada tenduristiyê ev qad paşguh xistine. Hemwelatiyan gelek caran daxwaz kirin, hewl dan ku pirsgirêkê çareser bikin, lê belê hewldana wan ne di asta pêwîst debû û bi temamî hate paşguhxistin. Rêya çareseriyê ewe ku divê hîn zêdetir helwesta hemwelatiyan hebe. Herçend hemwelatî û karmend gelek caran çalakî li darxistin, daxwaza çareseriyê kirin, lê belê daxwazên wan nahetin bi cih anîn. Divê aliyên peywendîdar bi temamî pirsgirêkan çareser bikin û çareseriyek mayînde bibînin. Da ku êdî karmend û bijîşk boykot nekin û çîna hejar ya di nava civakê zirar nebîne.”