Samîra Xurremî: Tendirustiya ruhî ya jinên Îranê di metirsiyê de ye

Derûnînas Samîra Xurremî diyar kir ku zextên hikumeta Îranê di serî de jin û zarok rewşa tendirustiya ruhê kesan xira kiriye û got: “Ji ber fîşan tendirustiya ruhî ya jinan dikeve metirsiyê.”

YARA AHMEDÎ

Mahabad- 10’ê Cotmeha sala 1992’an ji aliyê Federasyona Cîhanî ya Tendirustiyê ruh ve weke ‘Roja cîhanî ya Tendirustiya ruh’ hatiye qebûlkirin. Roja cîhanî ya tendirustiya ruh, her sal bi mijarek tê pêşwazîkirin, îsal bi mijara ‘tendirustiyê ruhî mafek gerdûnî yê mirovan e’ hat lidarxistin.

Her çendî peyama mafê tendirustiya ruhî nayê paşguhkirin were dayîn jî li gelek welatan cihêkarî, newekhevî, dûrxistin, tundî, perwerde û mafên din ên wek xebatê û ji ber astengiya negihîştina tendirustiyê jiyana civakan ketiye metirsiyê. Li gorî îstatîstîkên kûrewî; li seranserî cîhanê ji 8 kesan yek jê pirsgirkên tendirustiyê ruhî dijî.

Li Îranê ji her 3- 4 kesan di jiyana xwe de herî kêm carekê pirsgirêka ruhî dijîn. Li Îranê kesên ku pirsgirêkên tendirustiya ruhî dijîn, rastî binpêkirina mafên mirovan tên. Gelek ji wan ji jiyana civakî tên dûrxistin û rastî cihêkariyê tên. Gelek kes jî ji bo negihandina xizmeta tendirustiyê nagihîjin dermanan. Li navendên tendirustiyê yên ku xwe digihîjînin jî rastî nêzîkatiyên xirab tên. Piştî tedawiyê piştgirya pêwîst nayê dayîn. Bi taybetî sîstemek guncaw a ku piştgiriyê dide jinan nîn e. Ev kes rastî gotinên weke kesên talûke ne, nikarin bi xebitin û sax baş nabin tên.

‘Ji sedî 30’yê nufûsê pêwîstiya wan bi xizmeta tendirustiyê heye’

Derûnînas Samira Xurremî der barê pirgirêkên tendirustiya ruhî de nirxandin kir û diyar kir ku li Îranê ji ber pirsgirêkên aborî, çandî, polîtîk û civakî roleke girîng dilîze û wiha got: “Li gorî îstatîstikên rêxistina bijîjkan a Îranê di navbera dîroka 21-Adarê- 22 Tebaxa sala 2022’an de zêdeyî 46 hezar bûyerên depresyonê hatine dîtin. Li ruxmê vê xizmetên piştevaniyê û tibî gelek buha ne. Di roja me de mirovên ku bê stres û depresyon in gelek kêm in. Xew, kêmaniya motîvasyonê û ger em depresyonek ji bêmoraliyê bifikirin, bi giştî rewşa tendirustiya ruhî ya gelê Îranê nebaş e. Li gorî îstatîstîkan pêwîstiya ji sedî 30’yê şêniya welat bi xizmeta tendirustiya ruhî heye.

‘Bûyer û zext di ruhê mirovan de travamayan dihêlin’

Samîra Xurremî da zanîn ku serhildana li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan dest pê kiriye hewldanên rejîma Îranê ji bo tepisandina serhildanê zextên xwe zêde kiriye û wiha domand: “Li Îranê bûyer û zextên ku van rojan tên jiyîn, li ser mirovan nîşaneyên hemû curê travma û stresa piştî travmayê dihêlin. Di nava van travmayan de, ji zextên aborî û civakî bigre heta yên din di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de bûyerên tund travmayên mezin çêbûn. Di dema serhildana jinên şoreşger de tendirustiya ruhî ya gel rastî zextê hat. Gelek mirovan dema xwe di nava travmayên bi qîrên xwîn û bi çek de derbas kirin. Hê bandora vê travmayê li ser ruh û jiyana hemwletiyan berdewam dike. Di nava qurbanên van travmayan de jinên ku şîrê wan hat birîn, ji bo hezkiriyên xwe yên ku hê di demek dirêj a şînê de ne, mirovên ku gelek cureyên tendirustiya ruhî jiyane cih digrin.”

‘Hikumeta Îranê girtiyên siyasî weke nexweşên mêjî bi nav dike’

Samîra Xurremî bi bîr xist ku hikumeta Îranê pirsgirêkên tendirustiya ruhî xelet dinirxîne û girtiyên siyasî weke nexweşên mêjî bi nav dke û wan dişîne nexweşxaneyên mejî û got: “Bi tedawiyên tibî û mudaxeleyên bêbingeh tendirustiya wan a fîzîkî û rihî hedef digre.”

Tenduristiya ruhî  ya jinan di xeterê de ye'

Semîra Xurremî diyar kir ku jinên Rojhilata Navîn bi taybetî jinên li welatên weke Îran, Afganistan, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê rastî demxeyan tên ku gelek caran ji ber guhnedana çanda serdest û zagonên mêrsalarî derdikevin û wiha got: “Lê belê di çandên din de ev kiryar wekî tevgerek normal tên pejirandin. Li gorî qanûnê, jin li Îranê nikarin bizewicin û biterikînin, ji mafê velayetên zarokên xwe bêpar in û ger bav û mêrên wan nexwazin, ji mafê kar û xwendinê bêpar in û mêtingerî ji ber binesaziya civakî, nemaze demxeya civakî, tenduristiya ruhî ya jinan dixe metirsiyê. Gelek jin rastî şikestinên ruhî tên ji ber ku ew jiyana normal dixwazin an jî ji ber ku di jiyana xwe de rastî neheqiyê tên."

'Bi van pêkanînan zirareke giştî li tenduristiya ruhî ya zarokan çêbû'

Semîra Xuremî bal kişand ku tenduristiya ruhî ya zarokan li Îranê bi taybetî di sala dawî de ziyaneke mezin dîtiye û wiha got: “Binçavkirin, girtin, kuştina, zarokan, li ser dibistanên keçan bi riya êrîşên kîmyayî terorîzma biyolojîk li dijî xwendekaran, gef li zarok û malbatên wan xwarin û bûyerên din ên tundûtûjiyê ziyaneke mezin da tenduristiya derûnî ya zarokên Îranî.” 

Semîra Xurremî amaje bi wê yekê jî kir ku zarok û ciwanên Îranê hê li dibistanan di bin zextan de ne û wiha got:

“Gelek caran ji ber nivîsandina dirûşman an jî pêkneanîna hicaba ferzkirî zirarê dibînin. Îro ji hemû beşên jiyanê hemû zarok wateya buhabûn û krîza aborî fêm dikin. Pirsgirêkên aborî yên li Îranê îro travmayeke kolektîf çêkiriye. Zarokên ku ji xizanî û buhabûnê fam dikin û ji zarokatiya xwe ve zirarên wê dibînin, dibe ku mezin bibin tevgerên wêranker an pirsgirêkên ku vegera wan nîn e di şêwaza jiyana xwe de nîşan bidin. Mixabin piraniya zarok û ciwanên Îranê di bin bandora xizanî û qeyrana aborî de ne.”

'Divê piştgirî û têgihîştina civakî bê avakirin'

Semîra Xurremî bal kişand ser nirxandina Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ku behsa tenduristiya ruhî, nexweşiyên ruhî û pirsgirêkên ku di civakê de derdixin holê dike û wiha got: “Piştgiriya civakî ji bo welatiyan dê gelek bi kêr be. Ji holêrakirina perspektîfa neyînî ya li hemberî nexweşiyên ruhî di civakê de dikare derfetên nû biafirîne. Wekî din, zêdekirina piştgirî û têgihîştina civakî dikare pêşî li gelek ji van pirsgirêkan bigre. Ji van a herî girîng ew e ku divê nêrîna li ser jinan bê guhertin. Divê jin azad bin û xwedî li jiyan, beden, çarenûs û xebata xwe derkevin.”