Rîhab Şembeş: Divê nexweşiya penceşêrê di zûtirîn demê de bê tesbîtkirin

Onkologa li Navenda Neteweyî ya Penceşêrê Rîhab Şembeş teqez kir ku pêwîst e bilindkirina hişyariyê li ser bernameyên keşfkirina zû ji bo nexweşiyên penceşêrê, bi taybetî ji bo jinan kir.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bînxazî – Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nexweşiya penceşêrê li çar aliyên cîhanê sedema sereke ya mirinê ye ku ji Adara 2022'an vir ve zêdetirî 10 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dane. Amareke dawî ya Neteweyên Yekbûyî ku Gulana borî hat weşandin destnîşan kir ku li Lîbyayê salane 6077 kes bi penceşêrê dikevin.

"Divê her kes li dijî vîrusên ku dibin sedema penceşêrê bên derzîkirin"

Onkologa li Navenda Netewî ya Penceşêrê ya Bînxaziyê, Rîhab Şembeş diyar kir ku penceşêra pêsîrê di nav jinên Lîbyayê de celeba herî berbelav e û wiha axivî: "Penceşêra pêsîrê, penceşêra malzarokê û penceşêra kolonê dibin sedema mirina gelek jinan ji ber ku ew nexweşiyên kujer in. Divê hemû jin bi doktoran re têkilî daynin, dema ku nîşaneyên penceşêra pêsîrê, penceşêra malzarokê û penceşêra kolonê ve girêdayî hîs bikin, da ku zû dest bi dermankirina wan bikin. Divê her kes li dijî vîrusên ku dibin sedema penceşêra malzarokê bên derzîkirin da ku bi vê neweşiyê nekevin ku yek ji nexweşiyên kujer ji bo jinan tê hesibandin, nemaze piştî temenê çil salî."

"Divê jin ji bo tenduristiyê xwarina sebze fêkî û proteînan zêdetir tercîh bikin"

Rîhab Şembeş da zanîn ku sedemên rasterast ên penceşêrê tune ne lê çend faktor hene ku dibin alîkar şaneyên xirab di hundurê şaneyan de mezin bibin, nemaze şêwaza jiyanê û hormonên jinan û wiha got: "Divê jin parêzek bi tendurist li ser bingeha sebze, fêkî û proteînan bişopînin û di hin demên hefteyê de werzîşê jî bikin. Pêdivî bi bilindkirina hişyariyê der barê bernameyên tesbîtkirina zû ji bo nexweşiyên penceşêrê, nemaze ji bo jinan heye. Navenda Onkolojiyê li Bînxaziyê hemû haletên penceşêrê di hemî qonaxên nexweşiyê de pêşwazî dike."

"Ez bi biryar bi vê nexweşiyê re têkoşiyam"

Xebatkar Amal Elî ji sala 2009'an ve bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketiye wê ji me re behsa serpêhatiya xwe ya rûbirûbûna vê nexweşiyê kir û wiha got: "Ji sala 2009'an ve li gelek nexweşxane û navendeke giştî li bajarê Bînxaziyê dihatim dermankirin. Ji bilî dermanan zêdetirî 12 derziyên kîmyewî li min hatin xistin. Di destpêkê de porê min weşiya û neynûkên min ketin, ji bilî şewatên pir reş li seranserê bedena min lê ez bi biryar bûm bi vê nexweşiyê re şer bikim, ji ber vê yekê ez ji vê nexweşiyê xelas bûm."

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Neteweyî ya Penceşêrê li Bînxaziyê di sala 1994'an de li devera El-Hewarî hat vekirin û di dawiya 2014'an de kar li navendê sê salan rawestiya ji ber ku ew navend li devera şer û pevçûnên li bajarê Binxaziyê diqewimin bû, ew di Gulana 2017'an de ji nû ve hat vekirin.