Punk, şêwazên karanînê û kêrhatiyên wê

Pûng giyeyek bêar e jilewre li her derê şîn dibe, herî zêde jî ji cihên sîber û hêwî hez dike. Di meha tîrmehê de kulîlkên xwe vedike. Pûng bi serê dermanek kêrhatiye. Ji bo bêhnxweşî û xwarinê jî tê xebitandin.

Navenda Nûçeyan - Pûng giyayek bêar e. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe şîn dibe, lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, xweşikbûn, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin. Bejna wê 30- 100 cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexên wan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe. 
Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babilîyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropîyan birine Amerîka û çandinîya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêşîn dibe.
Berhevkirin: Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne şidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û difiraxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne.
Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansagiya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyênorganîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 - B3. 
Nexweşî: Jibo nexweşîyên serêş, êşên bawîbûnê, astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweşîyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdarîyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin.
Kêrhatiyên wê; hezmê hêsan dike,  gazê dibire, têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne, herikîna sefrayê normal dike, êşên madê dibire, danûstandina bêhnê sanahî dike, bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye, damaran bihêz dike, ji bo aramkirina kelecan û tirsê baş e, vereşînê dibire, bandorek baş li ser mîgren, bêxewî, serêşê dike, dil bihêz dike, nerehetîyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire,  şîrê dayîkan zêde dike, êşên edetê dibire, ji havêtina kirmên nav rûvîkan re dibe harîkar û ruviyan baş dixebitîne, hiş û bîrmendîyê bihêz dike, agir dadixe, enerjîyê dide û westanê kêm dike.