Muayeneya 5 deqîqeyan û pergala randevûyê ya dirêj dibe

Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar kir ku jin pergalên randevûyê yên dirêj dibe, nebûna xizmeta zimanê zikmakî û kurtbûna demên muayeneyê jî di nav de di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn û got ku butçeya têrkêr jî nayên afirandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya pandemiyê di gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn, ev rewş herî zêde jî bandor li jinan dike. Di piraniya bajarên Kurdan de pisporên doxûmê ên jin nayê dîtin, sînordarkirina demên muayeneyê ya bi 5 deqeyan û mehrûmbûna jinan ji mafê tenduristiya bi zimanê dayikê, tenê çend pirsgirêkên ku jin di gihandina tenduristiyê de dijîn e. Hevseroka Şaxa Amedê ya Sendîkaya Xizmeguzariya Tendirûstî û Civakî Yildiz Ok Orak a diyar kir li Amedê ku yek ji bajarên ku herî zêde pençeşêra pêsîrê lê tê jiyîn, agahiya jin ji kontrolkirina pençeşêrê jî nîne û wiha got: “Ji pêvajoya tê jiyîn herî zêde jin zirar dibîne.”

Jinan ji rêyên sedan kîlometreyî tên

Ji ber li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê kêmasiya bijîşkan bi hezaran jin neçar dibînin werin nexweşxaneyên li Amedê. Bi taybetî jinên ku ji navçe û gundan tên diçîn Nexweşxaneya Lêkolîn, Nexweşxanê ya Doxûm a Jinan an jî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya bajêr, jinan ji ber pergala randevûyê ya demdirej bûne gelek caran piştî mehan diçin muayeneyê. Hate hînbûn ku li Nexweşxaneya Doxûmê ya Jinan ya  nexweşxaneya  herî mezin ya jinan a li herêmê ye jî, ji ber qerebalix bûyîne demên muayeneyê daxist 5 deqeyan û gelek caran nexweşên ku pêwîstiya wan bi razandinê hene, ji ber qerebalixbûyînê dubarê ji malên xwe re tê şandin.

'Bûdçe û derfetên têrkêr nayên afirandin!

Yildiz Ok Orak dibêje jin hema bejê di aliyê pergala tenduristiyê de pirsgirek nîne, diyar kir ku ev pêvajo bi guhertinên di sala 2018'an de di bin navê " di tenduristiyê de veguherîn " hatine kirin de girantir bûye. Yildiz Ok Orak a bi bîr xist  berê ji xizmetên tenduristiyê yên parastinê re girîngî dihat dayîn û zêdetir budçe dihatin veqetandin, bal kişand ku niha tenê ji xizmetên tenduristiyê yên dermankirinê re girîngî tê dayîn. Yildiz Ok Orak da zanîn ku ji ber ji xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtinê re budçeya têrkêr û derfet nayên afirandin, rêjeya nexweşiyan zêde bûye û diyar kir ev zêdebûn di xebatên xwe yên qada xwe de bi awayekî zelalî dibînin.”

'Agahiya jinan ji kontolkirina penceşêrê nîn e’

Yildiz Ok Orak axaftina xwe wiha domand: “Em di herêma gundewar sw çûn çend gundan û bi jinan re hevdîtin pêkanî. Gelek jin ji kontrolkirina tenduristiyê re derbas nabin û agahiya wan ji kontrolkirina penceşêrê nîne. Em ê di demek nêz de anketek ku daneyên hejmarî yên vê mijarên cih digre parve bikin. Yek ji sedemên ku penceşêra pêsîrê pir zêde bûye ew e ku jinên li vir nizanin xwe bi xwe muayeneya pêsîrê bikin. Jinan ji xwe di gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên pir cidî dijîn û ji ber ku xizmeta tenduristiyê ya parastinê jî nayê girîngî dayîn, têkildarî jinan pirsgirêkên hin mezintir tên jiyîn.”

'Di qadên gundewarî de pirsgirêkên cidî tên hene’

Yildiz Ok Orak dest nîşan kir ku jin ji bo biçin nexweşxaneyê neçar dibînin li benda mêran biseknîn û van agahiyan parve kir: “Em beriya du hefteyan çûn gundekî 50 malbatî ku hejmarek jin lê tê jiyîn. Li gund wesayîta ragihandina giştî jî tunebû. Navenda tenduristiyê ya herî nêzîk saetek ji wan dûr bû. Jin ji bo biçin nexweşxane an jî kontrolê ji mêrê malê re dibêje, ger mêr bikaribe wê bi wesayîterê bibe jin dikare biçe nexweşxaneyê. Em jî difikirin ku gelek cihên bi vî rengî jî hene. Ev rewş giraniya bûyerên tên jiyîn bi zelalî nîşan dide. Di aliyê gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî yên mirovên li qadên gundewarî dijîn û bi piranî jî jin û zarok hene.”

'Ji jina ducanî re dema muayeneyê 5 deqîqeyan tê veqetandin’

Yildiz Ok Orak da zanîn bi taybetî jinên ducanî di vê pêvajoyê de nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên têrker û diyar kir ku jinek ducanî nikare di 5 deqîqeyan de were muayeneyê kirin.Yıldız Ok Orak dest nîşan kir ku pergalên randevûyê jî ji demeke dirêj re hatiye belavkirin û  û jina ducanî ya ku di vê ji muayeneya mehane derbas bibe nikare bi mehan were muayeneyê û wiha got: “Ya din jî der barê nexweşxaneyên mezin de jî pirsgirek tên jiyîn. Bi rastî li Amedê hejmara nexweşxaneyên ne pir kêm e. Gelek nexweşxane wek nexweşxaneyên doxûmê ya jinan, zanîngehê an jî nexweşxaneyên lêkolînê hene. Ji bo van nexweşxaneyan pergalên randevûyê hene, ev randevû belavî demek pir dirêj dibin. Ji bo klînîkên doxûmê ya jinan jî wisa ye. Jixwe wegirtina randevûya mehane zehmet e û li ser vê yekê jî randevû ji 5 deqîqe carek tê dayîn. Ya yekemîn jinên ducanî ji ber pergala randevûna ya nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyê, ya duyemîn jî dema xwe digihînin nexweşxaneyê nikarin xizmetên têrkêr werbigrin”

'Divê bi zimanê dayikê xizmeta tenduristî bê dayîn'

Yildiz Ok Orak bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de herî zêde jin zirar dibînin bi bîr anî û destnîşan kir ku bi xizmeta tenduristî ya bi zimanê dayikê re hin pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Yildiz Ok Orak diyar kir ku jin di her qonaxên pergalê de muxtacê mêrekî tên kirin û wiha axivî: “Piraniya jinan bi tirkî nizanin û jin dema biçin doxûmê jî ji bo xwe îfade bikin pêwîste li gel wan kesek hebe. Di vê mijarê de jî pirsgirêk hene. Ji ber vê sedemê jin di hemû qadên tenduristiyê de pirsgirêkên hin mezintir dijîn. Beriya pergala 'Di tenduristiyê de Veguherîn ' navendên tenduristiyê yên malbatê û ocaxên tenduristiyê hebûn. Fişên tespîra malê hebûn û di her navendên tenduristiyê de pîrikek hebû. Pîrik mal bi mal û gund bi gund digeriyan. Bi vî rengî gihandina tenduristiyê jî hin baştir bû. Mixabin, piştî vê pergala di tenduristiyê de veguherîn, gihîştina xizmeta tenduristiyê ya parastinê jî hîn dijwartir bû.”