Li Misrê li dijî sinetkirina jinan kampanya hat destpêkirin

Jinên Misirî li dijî sinetkirina jinan a ku gelek sal di qanûnê de wekî kêmasî dihat hesibandin, lê ji 2016’an vir ve sûc hat dîtin kampanyayek dan destpêkirin. Li dijî sinetkirinê ku bi taybetî di van mehan de ji ber hatina betlaneya havînê û ji ber zarok li mal in zêde bû, jinan dest bi kampanyaya lêdana derî û hişyarkirinê kirin.

Qahîre– Li Misrê kampanyayek li dijî sinetkirina jinan ku hat tomarkirin, di vê demsalê de bi destpêka mehên havînê û girtina dibistanan re zêde dibe, hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di bin pêşengiya Komîteya Neteweyî ya Rakirina Sinetkirina Jinan de dê derî yek bi yek werin lêdan û xebatên hişyarkirinê werin meşandin. Kampanya ji 12 heta 14’ê Hezîranê li hemû parêzgehên Misrê dê berdewam bike.
Kampanya armanc dike ku peyamên hiqûqî der barê bendên Qanûna Hejmar 10 a 2021’ê de, ya ku guhertinan li hin bendên Qanûna Cezayê ji bo dijwartirîn cezayê ji bo sinetkirina zayenda jinan, ku vê dawiyê ji hêla Serok Abdel Fattah Al-Sisî ve hat pejirandin, bide pêş. Tê destnîşankirin ku di meha Nîsanê de, peyamên ji bo rakirina sinetkirina jinan û her wiha pratîkên afirandina nerazîbûnek civakî, zêde bûne.
Sinetkirinê xistin katagoriya sûc
Li Misra ku ji bo kesên sinetkirina jinan dikin 7 sal ceza hat pêşbînîkirin, ji ber ku dibe sedema mirinê ev ceza zêde dibe. Jinên Msirê û parêzvanên mafên mirovan bi salan e ku li dijî sinetê şer dikin. Di salên 1920, 1994 û 2016’an de welat li dijî sinetkirina jinan dibe meheng (mihenk). Piştî ku di sala 2016’an de zarokek bi navê Mayar di dema emeliyata sinetkirinê de li nexweşxaneye jiyana xwe dest da, sinet êdî ne wekî kêmasî yan jî qusûr hat dîtin, ket katagoriya sûc.