Li Kobanê ji ber havînê nexweşîna gurî zêde bû

Ji ber germahiya giran û zêdebûna kêzikan, li Kobanê nexweşiyên mîna xalxwazkê û gurî, bi fikar zêde dibin. Bijîşk Avîn Xelîl bang li welatiyan dike ku şerm nekin, serî li navendên tenduristiyê bidin.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ev çend meh in di bin dorpêçeke berfireh û dijwar de ye. Ji ber vê yekê, niştecihên herêmê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Her wiha ew bi kêmahiyên girîng ên di peydakirina xizmetên bingehîn ên wekî elektrîk û ava paqij re rû bi rû ne. Ev binpêkirin û zehmetî jî wekî encama wan polîtîkayan derdikevin holê yên ku hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û Tirkiyeyê li dijî bajar û niştecihên wê dimeşînin.

Li gel vê yekê, Klînîka Tenduristiyê ya “Meştenûr” li Kobanê 24 saetan dixebite da ku bersiva zêdebûna bûyerên gûrîbûnê  û nexweşiya heba salê bide û dermankirinê belaş ji nexweşan re peyda dike. Li gorî amarên navenda tenduristiyê, klînîk mehane nêzî 15 bûyerên nû yên heba salê werdigire; ji bilî nexweşên ku dermankirina wan berdewam dike, her meh 50’î bûyerên gûrîbûnê jî qeyd dike.

Ajansa me, li navenda tenduristiyê ya ‘Miştenûr’ çavdêriya gelek dozên nexweşiyên pergala helandinê û yên çerm kir. Di vê çarçoveyê de, ji bo agahdariya li ser rewşa van nexweşiyan a di mehên havînê de, bi bijîşkeke ku li navendê dixebite re hevpeyvîn hat çêkirin.

‘Havînê nexweşîn zêdetir dibin’

Bijîşka pratîsyen Avîn Xelîl ku li navenda tenduristiyê ya ‘Miştenûr’ kar dike, diyar kir ku nexweşiyên demsalî rasterast bi taybetmendiyên demsalê re têkildar in. Wê da zanîn ku di mehên havînê de hinek nexweşî li gorî demsalên din bi eşkereyî zêde dibin. Her wiha got ku tîma tenduristiyê tevahiya rojê hemû nexweşan qebûl dike û wan derman dike.

Avîn Xelîl destnîşan kir ku nexweşiyên sîstemî yên mîna zikçûn û vereşînê di mehên havînê de berbelav in, ev rewş dikarin vîrusî an jî bakteriyel bin û bandorê li her koma temenî dikin. Lê belê, wê got ku bandora wan li ser zarok, kal û pîr, jinên ducanî û yên şîr didin, girantir e. Bijîşk Avîn da zanîn ku di van koman de nîşane zûtir û dijwartir derdikevin holê û got ku di nav nîşaneyan de zikçûn, vereşîn û taya bilind hene.

 

Germahiya bilind û kêzik

Derbarê nexweşiyên çerm de, wê anî ziman ku di mehên havînê de ji ber zêdebûna germahiyê û zêdebûna kêzikan, doz bi eşkereyî zêde bûne. Her wiha diyar kir ku gelek kes ji ber germê li ser şaneşîn an jî li ser banan radizên, ev yek jî rîska têkiliya bi kêzikan re zêde dike û dibe sedema belavbûna nexweşiyên çerm. Hat destnîşankirin ku di nav van nexweşiyan de bi taybetî xwerû (gurî) pir belav e.

Hat diyarkirin ku nexweşiya xalxwazkê (leishmania - ku di nav gel de wekî "hebê salê" tê zanîn) rasterast bi zêdebûna mêşên xweliyê re têkildar e ku di mehên havînê de zêde dibe. Ev kêzik di hewaya germ de çalaktir dibe û hejmara enfeksiyonan zêde dike.

Nîşaneyên Leishmania û rêyên parastinê

Nîşaneyên xalxwazkê bi giştî li ser herêmên çerm ên ku vekirî ne, wekî birîneke sor û hişk derdikevin holê. Heger ev birîn bêtirî sê hefteyan bi xwe baş nebe, ev yek nîşana hebûna nexweşiyê ye. Avîn Xelîl tekez kir ku ji bo dermankirina guncav divê mirov serî li saziya tenduristiyê ya herî nêz bide û ev agahî dan: “Nexweşî ne vegirtî ye, bi rengekî bi bandor dikare bê dermankirin. Ji bo parastinê,rêbazeke hêsan lê girîng heye: bi taybetî dema ku mirov li cihên vekirî radizê, bikaranîna cibinlîkê hewce ye. Bi vê pêngavê re rê li ber gihîştina mêşê xweliyê ya ji bo laş tê girtin. Dermankirin jî bi derziyên ku li hundirê birînê tên xistin, pêk tê. Derzî heftiyê du caran tê lêxistin û dermankirin bi giştî meh û nîvekê dikişîne. Lê ev dem li gorî rewşa nexweş dikare biguhere.”

Li gorî navenda tenduristiyê ya ‘Miştenûr’, her meh 15 dozên nû yên heba salê tên qeydkirin û dermankirina nexweşên kevn jî berdewam dike.

Nexweşiya gurî  û rîska vegirtinê

Avîn Xelîl diyar kir ku nexweşiya gurî li herêmê bi taybetî li cihên qerebalix bi lez belav dibe. Wê destnîşan kir ku di dema dawî de hebûna navendên stargehê yên ji bo kesên koçberbûyî yên li Kobanê, hejmara dozan zêde kiriye. Avîn Xelîl bi bîr xist ku xwerû nexweşiyeke vegirtî ye û bi rêya têkiliya rasterast an jî bi rêya tiştên hevpar ên tên bikaranîn belav dibe. Her wiha got ku ger di nav malbatê de kesek nexweş be, dibe ku 4-5 kesên din jî pêkevin.

Ji bo parastina ji gurî paqijî û îzolasyon şert e

Avîn Xelîl rêyên parastina ji gurî jî eşkere kirin û destnîşan kir ku divê di hawirdorên qerebalix de nexweş were îzolekirin, tiştên kesane neyên parvekirin û ji têkiliya rasterast dûr bê girtin. Her wiha bijîşk Avîn da zanîn ku ji bo dermankirina guncaw, divê nexweş bi lez serî li navendên tenduristiyê bidin. Hat diyarkirin ku şûştina cil û bergên nexweş di pileya 60 de, ji bo têkbirina parazîtan pir girîng e.

Hat destnîşankirin ku di pêvajoya dermankirinê de pabendbûna bi rênîşandanên bijîşkî ji bo başbûnê pir krîtîk e û heyama dermankirinê bi giştî di navbera 7 heta 10 rojan de dikşîne. Navenda tenduristiyê ya “Miştenûr” her meh bi nêzî 50’yî dozên gurî re mijûl dibe. Ev jî tê wê wateyê ku her dozek rîska vegirtina ji bo bêtirî kesekî hildigre.

‘Şerm ne kin, serî li navendên tenduristiyê bidin’

Bijîşk Avîn Xelîl axaftina xwe bi peyamekê ji bo civakê bi dawî kir. Wê got ku dema nîşaneyên gurî an jî nexweşiyên din ên demsalî hatin dîtin, divê mirov ji girtina alîkariya bijîşkî dudil nebe. Wê tekez kir ku her kesê ku van nîşaneyan ferq dike, divê bêyî ku şerm bike serî li navenda tenduristiyê ya herî nêz bide. Her wiha diyar kir ku nexweşiya gurî ya ku di dema dawî de belav bûye, wekî ku tê zanîn ne tenê bi paqijiya kesane re têkildar e, berovajî vê, ji ber sedemên wekî germahiya bilind, ava pîs û faktorên hawirdorê derdikeve holê.