Li Îranê jinên bi penceşêra pêsîrê zehmetiyan dijîn

Penceşêra pêsîrê, di siya nebûna hişmendî û xwegihandina sînorkirî ya dermankirinê de dijminekî bêdeng e ku gefê li jiyana jinan dixwe û pêdiviya ji bo sererastkirina polîtîkayên tenduristiyê û xebatên agahdarkirinê, nîşan dide.

NASIM EHMEDÎ

Kirmaşan – Penceşêra pêsîrê, di nava jinên Îranî de yek ji cureyên penceşêrê yên herî belav û bi metirsî ye. Li gorî daneyên fermî, li welat her sal zêdetirê 200 hezar bûyerên nû tên tomarkirin; ev hejmar tenê belavbûna nexweşiyê nîşan nadin, di heman demê de ji bo pergala tenduristiyê û hişmendiya jinan a li dijî nexweşiyê jî nîşan dide. Ruxmê pêşketinên di tibe de jî mixabin ji sê jinan yek jê, beriya dîtina şansa dermankirinê jiyana xwe ji dest dide. Ev yek jî gelek caran dibe sedema mirina bêdeng a ji ber nexweşiya bê agahî çêdibe.

Seroka Komeleya Nexweşiyên Memikê ya Îranê Nahîd Nafisî, da zanîn di raporek di meha Cotmeha îsal de hatiye weşandin de, diyar bûye ku di her 40 deqeyan de jinek Îranî bi nexweşiya penceşêra pêsîrê dikeve. Nahîd Nafisî, hişyarî da ku ger rewşa heyî bidome, ev hejmar dê di pênc salên pêşiya me de du qat zêdetir bibe. Nahîd Nafisî, diyar kir, zêdebûna nexweşiyê ne tenê bi netêrkariya hikûmetê ve girêdayî ye, nîşaneya qeyraneke veşartî ye ku gelek kes ne di ferqê de ne yan jî cidî nagirin.

Kêmbûna hişyariyê ji bo jiyana jinan gefek bêdeng e

Yek ji sedemên sereke yên xirabûna rewşê, nebûna hişmendiyê û perwerdeya pêşîlêgirtinê ye. Bi taybetî jinên ku di warê tendirustiyê de zanîna wan kêm e yan jî li deverên bêpar, ji nîşaneyên destpêkê yên nexweşiyê bê agahî ne û heta negihîje qonaxên pêşketî ji bo teşhîs an jî dermankirinê gav navêjin. Lê, teşhîsa zû dikare şansa dermankirina serkeftî heta ji sedî 90 zêde bike.

Tecrubeya Hediyeyê rastiya jinên Îranî ye

Jina bi navê Hediye G. ya 43 salî ya li gundê Kirmaşanê dijî, serpehatiya xwe ya dema penceşêra pêsîrê wiha vedibêje: "Dema ku ez li nava zeviyan dixebitîm, min li pêsîra xwe û ji jêrê xeta sutyen girêkek biçûk ferq kir. Min gelek meraq dikir û min dixwest bizanibim ew çi ye. Min li pêsîra xwe ya din jî nihêrî, lê tiştek tunebû. Min ji çend jinên din pirsî û hemûyan gotin ku ev yek ne pirsgirêk e û di pêsîrên hemû kesan de girêkên bi vî awayî hene.”

Lê ew çûye bijîjk û teşhîsa penceşêra pêsîrê hatiye danîn. Tecrubeya Hediye nîşan dide ku gelek jin hê der barê penceşêra pêsîrê de ne xwedî agahiyek tam in. Jin nîşaneyên destpêkê yên nexweşiyê asayî dihesîbinin û nizanin ku hebûna girêkek ne asayî ya di pêsîrê de dikare bibe nîşaneyek penceşêrê.

Şêwazên jiyanê yên şaş xwarina nebaş stresa kronîk û faktorên genetik sedema penceşêrê ne

Hediyeya ku ji 40 salî mezintir e, ruxmê ku divê li gorî pêşniyarên gerdûnî yên ji bo hişyariya têkildarî mijara penceşêra pêsîrê di nava koma ku pêdivî bi kontrolkirina birêkûpêk û testên periyodîk heye de cih bigre jî heta nexweşiya xwe tu caran van kontrola nekiribû. Li seranserê cîhanê jinên ji 50 salî mezintir, mîna koma herî metirsîdar a penceşêra pêsîrê tên hesibandin. Ruxmê vê yekê jî daneyên li Îranê nîşan didin ku nexweşî di temenê ciwantir de jî zêde dibe û ev rewş ji nû ve nirxandina polîtîkayên kontrolkirin û agahdariyê neçar dike. Şêwazên jiyanê yên bê tenduristî, xwarina nebaş, stresa kronîk û faktorên genetîk, li Îranê mîna sedemên sereke yên destpêka zûtir a nexweşiyê tên destnîşankirin. Lê belê rêbazên agahdariya fermî bêyî guhertin mane û gelek jin ji vê xeterê bêagahdar in.

Hediye, diyar dike ku beriya niha der barê penceşêra pêsîrê de xwedî tu agahiyan nebû, wiha got: “Tekane tiştê ku min dizanibû nexweşî bi kemoterapiyê tê dermankirin û kujer e.” Nebûna hişmendiya Hediye ne tenê aydê wê ye; gelek jin ne xwedî zanînê ne, ji ber ku saziyên perwerdeyê di vê mijarê de tu gav neavêtine. Lê belê, pirsgirêk ne tenê nebûna hişmendiyê ye; nebûna xwegihandina derfetên dermankirinê û lêçûnên zêde, ji bo gelek jinan pêvajoya dermankirinê zehmetir dikin.

Nebûna derfetên dermankirinê

Hediye, der barê derfetên dermankirinê de wiha dibêje: "Derfetên dermankirinê hebûn lê lêçûn pir zêde bûn û sîgortaya min tunebû. Tenê sîgortaya min a gund hebû, lewma tevahiya malbat û cîranên min ji bo alîkariyê seferber bûn. Her wiha Komeleya Piştgiriya Nexweşên Penceşêrê ya Kirmaşanê alîkariyek pir kêm da û tenê beşek biçûk lêçûnên dermankirina min dabîn kir. Ez ji ber kêmasiya tesîsên radyoterapî, bendêmayîna bi saetan û ji ber xirabûna alavan, neçar mam çend hefteyan navber bidim dermankirina xwe.”

Tecrubeya Hediye, nîşaneya jiyana gelek jinên di civakê de ye; di bin siya nebûna hişmendî û derfetan de jin bi gefa mirinê ya herî mezin ango pençeşêra pêsîrê re rû bi rû dimînin. Ruxmê ku penceşêra pêsîrê li Îranê di nava jinan de nexweşiya herî berbelave jî derfetên agahdarkirin û dermankirinê hêj pir kêm e. Gelek jin mîna Hediye, heta tûşî nexweşiyê nebin bê zanîn in û ev nezanî û çavkaniyên kêm jinan ber bi mirinê ve dibin. Ev rastî, nîşan dide ku penceşêra pêsîrê ne tenê nexweşiyek e, di heman demê de nîşaneya valahiyên kûr ên di pergala tenduristiyê û perwerdeya giştî de ye. Heta ku agahdariya berfireh û xwegihandina wekhev neyê bidestxistin, gelek jin dê di nava bêdengî û nezanînê de bimrin. Tecrûbeya Hediye, ji bo civakê hişyariya pêdiviya guhertina polîtîkayên tenduristiyê nîşan dide; bi vê yek wê jinên din mexdûr nebin.