Li Îranê di nexweşxaneyan de li dijî jinên ducanî nêzîkbûnên xirab

Li Îranê hin xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên welidînê û nexweşxaneyên dewletê di dema welidandinê de jinên ducanî şermezar diki, tundiyê bi kar tînin û bi gotina “Te çima carek din zarok çêkir” didarizînin.

LARA GEWHERİ

Mahabad – Ducanî û pêvajoya welidînê di laş, hiş û derûniya hem dayik û hem jî ya zarokê de rolek girîng dilîze. Di welidînên di şert û mercên nebaş de jî carna jiyana dayik û pitikê dikare bikeve xeterê. Li Îranê jî ji ber pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de jinên ducanî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne.

Di salên dawî de, jinên ducanî yên li nexweşxaneyên welidînê û nexweşxaneyên dewletê, di pêvajoya welidînê de rastî muamele û tundiyê tên. Li nexweşxaneyên bajarên ku nifûsa wan kême jî ev pirsgirêk zêdetir tê jiyîn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Di encama xemsarî û xeletiyên tenduristî yên li Mehabad û Serdeştê de 2 jin di pêvajoya welidînê de jiyana xwe ji dest dan. Jinan muameleyên xirab ên li servîsên welidînxane yên nexweşxaneyên dewletê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve rastî tên vegotin.

Li welidînxaneyan muameleyên xirab tên kirin

Yek ji jinan Sahar Q. wiha got: "Xebatkarên tenduristiyê yên li welidînxaneyan muameleyên xerab li jinan dikin. Jinek ji ber xeletiya tenduristiyê jiyana xwe ji dest da. Hemû jinên ducanî yên li wir jî ji mirinê ditirsiyan û tansiyona wan zêde bû. Divê jina jiyana xwe ji dest bihatiba emeliyat kirin lê xemsariya bijîşk bû sedema mirina wê."

'Bijîşk bi helwestek tund muayene kir'

Golnaz serpêhatiyên xwe yên li nexweşxaneya ku çûbû zaroka xwe ya sêyemîn bine wiha vegot: “Min ji bijîşke berpirsiyar re got gelek êşên min hete û min divê demê diqiriya. Piştre hin xebatkarên stajyer a tenduristî hatin û dema ku ez di nav xwînê de bûm li ser min perwerda da wan. Min dîsa qêriya û got, 'stajyer nizanin zextê bikin, hûn çima bi canê min dilîzin?' Bijîşk aciz bû û bi helwesteke xerab û tund min muayene kir. Ew qas zû kir ku hê bêtir canê min eşand.”

'Tecrûbeya welidînê bi êş derbas dibe’

Yek ji jinên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Bûkanê welidîn kir Robar K. jî diyar kir ku di dema welidînê de tirs û stresa wê zêde bûye û wiha axivî:

“Dema ku êşa min dest pê kir, min ji hemşîreyan rica kir ku min bibin odeya welidînê an jî pîrik min muayene bike. Lê qet guh nedan û di dawiyê de pîrikek hat û got 'tu tenê welidîn naki, li vir gelek jin hene, dengê tu kesê dernakeve.’ Êşa min pir giran bû û welidîna min qet ne asayî bû. Piştî ku dayika min gef li wan xwar ku dê dozê li wan bike, bijîşk hat. Piştî muayeneyê diyar kirin ku pêwîste ez emeliyat bibim. Min zaroka xwe ya duyemîn li nexweşxaneyek taybet anî dinyayê û li wir ew qas rehet bûm ku daxuma min hêsantir derbas bû. Welidîn dikare bibe serpêhatiya herî baş a her dayikê, lê li nexweşxaneyên dewletê, bi taybetî di beşa nexweşiyên jin û welidînê de ev tercûbe bi êş derbas dibe.”

Dema ku nekarî şîr bide zaroka xwe, gef lê hat xwarin

Narîn P. ya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehabadê welidîn kir jî wiha got: “Ez 4 şevan li wir razam. Ava germ qut bû û çend rojan em hemû bi ava sar xwe şûşt. Piştî giliyê min ava germ hat. Hevjînê min hat nexweşxaneyê û da zanîn ku dixwaze min bibe Urmiyê, lê bijîşk destûr nedan. Piştî çar rojan, zarok ji dayik bû." Narîn P., diyar kir ku ji ber di welidîna wê ya ewil de şîrê wê nehatiye nikariye şîr bide zaroka xwe, ji ber wê jî neçar maye ji dermanxaneyê şîr bikire û wiha got:

“Li beşa doxûmê de ji min re gotin ‘ger hûn şîr nedin zarokê hûn ê di şevekê de rastî 3 mîlyon cezayê pereyan werî’. Ew ji bo min kabûsek bû. Ji ber ku zarok birçî nebîne hevjinê min ji min re şîr anî. Ji aliyê din ve piştî ku ez ji nexweşxaneyê derketim min xwest navê keça xwe bi kurdî lê bikim, lêbelê tevî ku 20 rojan derbas bû jî Rêveberiya Nifûsê erêkirin nehat.”

'Min welidîna xwe bi bêhurmetî û heqaretê re pêkanî’

Têkildarî pêvajoya jidayikbûnê Evîn M. jî wiha got: “Ez serê sibê çûm nexweşxaneyê û êşên min gelek giran bûn. Her çend ez fêrî werzîşa ducaniyê bûm jî, min nikarîbû êşa xwe kontrol bikim. Min di nîvê zayîna xwe de tirsiyam û tenê qîriyam, min hîskir ku ez û zarokê min dê bimire. Li şûna ku min rehet bikin, yek ji pîrikan çend caran bi tundî li pişt û milê min xist û li dijî min tundî bikaranî. Bi gotina 'Dengê xwe kêm bike' heqaret li min kirin. Piştî welidîne gelek birîn li laşê min çêbûn. Min welidîna xwe bi bêhurmetî û heqaret re pêkanî.”

'Hejmarek têrker hemşîre û bijîşk tune ne'

Yek ji midûrên Beşa Nexweşiyên Jin û Welidîne Rizvan Mihemedî bal kişand ku di beşa nexweşiyên jin û welidînê de hejmarek têrker hemşîre û bijîşkî tune ne. Rizvan Mihemedî anî ziman ku di her dewreyê de 3 hemşîre kar dikin û wiha got: “Pirsgirêka cerah û jenokolojî jî heye.  Herî zêdetir ji bo sezaran di welidînxaneyan de bijîşkên pispor hene, ji bo welidîna xwezayî jî piştî nîvro û şevê di rewşên acîl de em kêmasiyan bijîşkan heye. Pêwîste bijîşk di rewşên lezgîn de werin û her dem amade bin.”

‘Hinek hevpîşeyên me bi awayekî rast nêz nabin’

Rizvan Mihemedî diyar kir ku hinek hevpîşeyên wan li dijî muameleyên xirabên ji jinên ducanî re  bê helwestin û wiha got: “Hejmara kesên serî lê didin zêde ye. Ez tevlî dibim ku hinek hevpîşeyên me bi awayekî rast nêz nabin, lê têkçûna derûnî, zexta bilinda kar û mûçeyên kêm a li nexweşxaneyên dewletê sedemên vê yekê ye. Bi rastî jî hin helwest nayên qebûl kirin. Em gelek caran gotinên bi êş ya wek ‘te çima ji nû ve zarok çêkir, tu bi xwe zarokî, tê çima zarok çêkir’ dibihîsin.”