Kujerê veşartî ne tenê penceşêre tabûyên civakê û sîstema ku jinan dihêlin di nav êşê de

Şêxa Îsmaîl a 45 salî, piştî 20 salan pê hesiya ku bi penceşêra pêsîrê ketiye. Şêxa ku li Rojava li dijî vê nexweşiyê têdikoşe, bang li jinan kir ku bedena xwe nas bikin, fobiya şermê bişkînin û mehê carek xwe kontrol bikin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Her çiqas di sedsala me de zanist û teknolojî pir bi pêş ketibin jî di warê tenduristiyê de jin hê jî herî zêde jan û êşan dikşînin. Sedema vê yekê ne nebûna dermanan e, belkî derengmayîna di serlêdana bijîşk de ye. Bi taybetî di nava civakên başverû de, têgihîştina li ser tenduristiyê qels e. Jin piştî ku nexweşî di bedena wan de bi pêş dikeve û dem di ser re derbas dibe, nû berê xwe didin nexweşxaneyan.

Ev derengmayîn encama du astengiyên mezin e ku li pêşiya jinan wekî dîwar hatine çêkirin yek; zihniyeta baviksalarî ya din jî sîstema kapîtalîst e.

Zihniyeta baviksalar feraseta 'şermê' û nenasîna bedenê

Zihniyeta baviksalar ku herî zêde li ser civakê serwer e, di dirêjahiya dîrokê de her tişt ji jinan re qedexe kiriye. Bi feraseta "ev şerm e, çênabe" jin xistine nava qalibên teng. Ji ber vê yekê, jin bedena xwe nas nakin û ji guhertinên fîzîkî yên di bedena xwe de (mîna gogikên di pêsîrê de) haydar nabin. Çûyîna cem bijîşk û nîşandana bedenê wekî "şerm" tê dîtin, ev jî dibe sedem ku nexweşî veşartî bimînin heta ku digihîjin qonaxên herî giran.

Jina ku xwe ji aliyê fîzîkî ve nenase, nikare jiyana xwe, zarokên xwe û civakê jî nas bike û biparêze. Ji lewre naskirina anatomî û bedena jinê, gava yekem a parastina tenduristiya civakê ye.

Sîstema kapîtalîst tenduristiya mirovan veguherandiye qada bazirganiyê

Li aliyê din, sîstema kapîtalîst di bin navê "pêşketina bijîşkî" de, tenduristiya mirovan veguherandiye qadeke mezin a bazirganiyê. Kapîtalîzm nexweşiyan kêm nake, ji bo berjewendiyên xwe wan zêdetir dike. Tenduristî ne maf e, mal e. Di pergala kapîtalîst de tenduristî wekî mafekî bingehîn ê mirovan nayê dîtin; ew wekî "malekî ku tê firotin" tê hesibandin. Jinên hejar, karker û yên li gundan dijîn, ji ber ku derman û xizmetên bijîşkî pir zêde ne, nikarin di wextê xwe de herin kontrolê. Sîstema ku li ser nexweşiyê qezenc dike: Şîrketên dermanan û nexweşxaneyên taybet, qezenca xwe ya herî mezin ji hebûna nexweşiyan digrin. Ji bo wan "mirovê saxlem xerîdarê windabûyî ye." Ji ber vê yekê, li şûna ku pergala pêşîgirtina li nexweşiyan bi pêş bixin, dermanên giran û biha difroşin. Xwarinên kîmyewî û jiyana modern jî yek ji van e. Kapîtalîzm bi riya xwarinên kîmyewî (GDO), zîndewerên guhertî, asbest, kozmetîkên jehrî û qirêjiya jîngehê bi xwe dibe sedema zêdebûna penceşêr û nexweşiyên pêsîrê, paşê jî dermanê wê bi bihayên giran difroşe jinên nexweş.

Parastina rast xweparastin e

Pêdivî heye ku jin di warê naskirina beden û anatomiya xwe de xwe kûr bikin da ku xwe ji nexweşiyên giran biparêzin. Di civakê de parastin tenê wekî "parastina bi çek" an parastina fîzîkî tê dîtin. Lê belê ya rast û bingehîn ew e ku zanist û hişmendî çek e. Jin divê di serî de xwe ji hêla cewher, hişmendî û kesayeta xwe ve bi awayekî rast biparêzin. Naskirina bedena xwe, şikandina qalibên baviksalarî yên "şermê" û redkirina polîtîkayên tenduristiyê yên kapîtalîzmê, bingeha parastina cewherî ya jinên azad e.

Sûriye ji ber kêmbûnê, krîzeke mezin a dermanên kemoterapî, alavên bijîşkî yên xirab û zêdebûna lêçûnên dermankirinê, di warê nexweşên penceşêrê de krîzeke giran dijî.

Li Rojavayê Kurdistanê jî Navenda Jinan a Onkolojiyê li Qamişloyê yekem navenda pispor û belaş e ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatiye vekirin û tê birêvebirin. Ev navend ji bo nexweşên penceşêra pêsîrê gelek xizmetên hêja û girîng pêşkêş dike.

Şêxa Îsmaîl a 45 salî, dayîka keç û lawekî ji bajarê Qamişloyê ye. Şêxa yek ji sedan nexweşên ku li Heyva Sor a Kurd 2 sal in tê dermankirin e. Wê ji ajansa me re behsa rêwîtî û têkoşîna xwe ya li dijî penceşêra pêsîrê kir.

Nizane ku 20 sal in nexweşa penceşêra pêsîrê ye!

Şêxa di destpêkê de got ku ew 20 sal in nexweşa penceşêrê ye lê nizanibûye û wiha ji me re behsa qonaxa eşkerebûna nexweşiyê kir: “Piştî wergirtina dozên kemoterapî ji pêsîra min, derbaskirina 3 testan û şandina wan bo Şamê, derket holê ku 20 sal in cureyekî penceşêra pêsîrê bi min re heye. Lê min nedizanî ewqas sal nexweşî bi min re heye, ji bedena min dixwe û tenduristiya min ji min didize û direvîne.”

‘Ger ne nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd bûya dibe ku nîvê nexweşên pêsîrê mirî bûna’

Şêxa ji ber rewşa xwe ya aborî ya xirab diyar kir ku wê nedikarî berê xwe bide nexweşxaneyên Şam û Başûrê Kurdistanê û li wir tedawiya xwe bibîne û wiha domand: “Bi saya xêrxwazên me yên li Almanyayê dijîn, heta demekê min tedawiya xwe didît. Lê piştî rewşa min giran bû, pêwîstiya min bi dozên kemoterapî çêbû, min nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd nas kir. Êdî li vir pêvajoya tedawiyê berdewam kir. Hemû derziyên me belaş û bê pere ne, gelek xizmetan ji bo me pêşkêş dikin. Ger ne dilovaniya xwedan û alîkariyên nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd bûya, dibe ku nîvê nexweşên penceşêra pêsîrê mirî bûna. Ji ber ku aboriya min destûrê nade ez li Şamê yan jî Başûrê Kurdistanê tedawiya xwe bibînim.”

‘Penceşêr hinavên min dixwe’

Şêxa da zanîn ku ew her 22 rojan carekê dozên kemoterapî li nexweşxaneyê distîne û wiha qala jana ku dikşîne dike: “Penceşêra min belav dibe; ji kezebê heta pelvis û nêzî gurçikan, mîde û bandor li damarên dil jî kiriye. Du sal in ev nexweşî hinavê min dixwe. Hemû cihên biyopsiyê ku jê kişandine birîn in, ji wan iltîhab û xwîn tê. Ez dereng bi xwe hesiyam, min nedizanî wê ev nexweşî bi min re çêbibe.”

‘Bila jin li ber neynikek mezin li malê muayeneya xwe ya dîtbarî bikin’

Bi çavên tijî rondik Şêxa ji bo jinan van şîretan dike: “Pêwîst e her meh jin xwe muayene bikin û tehlîlên xwe çêbikin. Divê jin li ber neynikek mezin li malê muayeneya xwe ya dîtbarî çêbikin, li mezinahiya pêsîrên xwe û li girêkên bin çengên xwe binêrin ka hene tune ne, yan biçûk e yan mezin e. Pêketinên herî zêde yên penceşêra pêsîrê jî jin in. Bila hay ji tenduristiya xwe hebin û ger guhertinê di bedena xwe de hîs kirin, yekser serlêdana bijîşkan bikin û paşguh nekin. Ez bi xwe piştî ewqas êşa bedenê û germahiya beden, min dît ku pêsîra min werimiye, serê pêsîra min di hundir de diçe û xwîn jê tê; ez wê çaxê nû pê hesiyam.”

‘Di her kêliyê de îşkenceyeke derûnî û fîzîkî ya pir xirab dijîm’

Şêxa bi dilekî şewat û janek bêdeng ku tenê canê wê pê diêşe dibêje: “Min tu carî bîra penceşêra pêsîrê nedibir ku ez ê pê bikevim. Piştî standina 2-3 dozên kemoterapî porê min hemû weşiya, birû û bijangên min jî. Ez ji ber nexweşiyê zeîf dibim û goştê min namîne. Ger ne ji alîkariyên bo min hatine pêşkêşkirin bûya, dibe niha mirî bûma. Piştî her doza kemoterapî 7 rojan ji jan û êşan dikim qêrîn û hawar; îşkenceyeke derûnî û fîzîkî ya pir xirab di her kêliyê de dijîm. Hesteke wisa ye ku rojê deh caran dikevim gorê û derdikevim. Hemû bedena min dişewite. Heta niha ez doza kemoterapî ya 6'an distînim û dawiya wê li ku ye nizanim.”

‘Destên alîkariyê dirêj bikin û piştgiriya Heyva Sor a Kurd bikin’

Şêxa di dawiyê de girîngiya dirêjkirina destê alîkariyê ji bo nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd anî ziman û wiha bi dawî kir: “Divê ku piştgirî û alîkariyek mezin bo nexweşxaneyê were pêşkêşkirin, ji ber ku hemû xizmet bi kamilî û bêkêmasî pêşkêşî me dikin, bi taybetî kesên xizan. Heta mirinê û bikevim gorê jî ez ê ji kadroyên bijîşkî û xêrxwazan re duayên xwe bikim. Bila piştgiriya nexweşxaneyê bikin da ku ew jî nexweşên mîna me derman bike.”