Jinên Rojava di şûna Şam û Ewropayê de li welatê xwe tedawiya penceşêrê dibînin
Navenda Jinan a Onkolojiyê li Qamişloyê yekem navenda pispor û belaş e ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve, ji bo xizmetkirina nexweşên penceşêra pêsîrê li Rojava hatiye vekirin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Sîstema kapîtalîst di krîza penceşêrê de roleke aloz dilîze, çimkî bi rêya lêgerîna zêde ya qezencê û qirêjiya jîngeha xerîdaran, beşdarî belavbûna wê dibe. Di heman demê de lêkolîn û dermankirina penceşêrê wekî pîşesaziyek bazirganî ya mezin di cîhanê de tê birêvebirin.
Penceşêr bi giranî ji mutasyon û guhertinên di DNA’yê de di nav şaneyên laş de derdikeve holê. Ev dibe sedema mezinbûn û dabeşbûna wan a neasayî. Ev guhertin ji hêla faktorên derveyî (jîngeh an şêwaza jiyanê) an faktorên navxweyî (genetîkî) ve çêdibin.
Faktorên çêbûna penceşêrê
Faktorên sereke yên sedema çêbûna nexweşiya penceşêrê wiha tên dabeşkirin: Faktorên şêwaza jiyanê, mînak bikaranîna titûnê, sîstema xwarinê û qelewbûn û vexwarina araqê jî. Her wiha faktorên jîngehê, rûbirûbûna tîrêjên rojê û madeyên kîmyewî jî dibin sedem. Di heman demê de faktorên genetîkî û biyolojîkî hene: Meyla genetîkî û pîrbûn jî rolek sereke dilîze. Nexweşî û enfeksiyonên kronîk wek enfeksiyonên vîrusî û bakterî û iltîhaba kronîk.
Hin xwarin hene wekî goştê sor, goştên çêkirî, xwarinên sorkirî, şekir û xwarinên dûmankirî dibe sedema çêbûna nexweşiyê.
Faktorên psîkolojîk
Faktorên psîkolojîk ne sedemek rasterast an yekane ya çêbûna onkolojiyê ye, lê stres û tengezariya kronîk pergala parastinê ya laş qels dike. Ev yek karîgeriya şaneyên parastinê di tespîtkirin û tunekirina şaneyên penceşêrê de kêm dike ku bi berdewamî di laş de çêdibin, dibe sedema pêşveçûna nexweşiyê an belavbûna bilez.
Bandora bikaranîna çekan û şeran
Bikaranîna çekan û şeran di zêdebûna rêjeyên penceşêrê ji ber qirêjiya jîngehê ji metalên giran, kîmyewiyên jehrîn û radyasyonê ji cebilxaneyan, rolek berbiçav dilîze. Ev ji bilî hilweşîna pergala tenduristiyê û stresa psîkolojîk a giran a ku bi pevçûnan ve girêdayî ye.
Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd ku li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye, ji sê beşên sereke pêk tê ku ji bo dabînkirina lênêrînek berfireh hatine çêkirin: Beşa Onkolojiyê (Penceşêrê), beşa Telasemiya û beşa Şewatê.
Beşa Onkolojiyê (Penceşêrê) ango Navenda Jinan a Onkolojiyê (Penceşêrê), li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya nexweşxaneyê girtiye, nêzîkî ji sedî 70’yê dozên kîmyoterapiyê yên ku ji nexweşan re hewce ne, bêpere peyda dike. Ew bi alavên teşhîsê yên wekî mamografî û ultrason, her wiha laboratuwarek, beşa radyolojiyê û dermanxaneyek hatiye sazkirin.
Piraniya nexweşên penceşêrê û herî zêde jî jin li vê navendê tên dermankirin. Ji ber aboriya nexweş a kêm têr nake heta Şam, Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê here. Barê nexweşan sivik bûye û hemû jin bi awayekî domdar serî li navendê didin.
Hêjayî gotinê ye ku navendê ji sala 2019’an heta Hezîrana 2026’an zêdetirî 10 hezar nexweş pêşwazî kiriye û xizmetê bo wan pêşkêş kiriye.
Têkildarî vê mijarê Teknîsyena Mamografiyê Nûhat Ehmê pisporeke bijîşkî ye ku makîneya mamografiyê dixebitîne, ji ajansa me re axivî û girîngî û xizmetên bo nexweşan pêşkêş dikin, vegot.
Êdî bêşerm û zanistek tendrustî jin serî li beşa mamografiyê didin
Nûhat ragihand ku ev navend bi taybetî ji bo nexweşên jin hatiye vekirin û pêwîstiya wê wiha anî ziman: “Jin gava ku nexweş dibin ne wekî mêran in, ji ber kevneşopî û çandek nebaş a civakî heye pir zêde bandor lê kiriye û hiştiye ku her bi şermbûnê hîs bike û dighêje asta ku zû bi zû serî li nexweşxaneyan jî nede. Aliyek din heye ku jin ji ber di warê aborî de ne serbixwe ye, di dabînkirina pereyan de pir zehmetiyan dikşîne û ji hizrandina zêde nexweşeyên wê jî zêde dibin. Navenda me gelek bar li ser wan jinên ku nikarin serî li bijîşkên taybet bidin, sivik kiriye û hemû derman, lênêrîna bijîşk û teşhîsa nexweşiyê jî bêpere ne.”
Nexweş di şûna Şamê de li Rojava tên dermankirin
Nûhat da zanîn ku nexweşên jin êdî pêwîstî nabînin serî li nexweşxaneyên Şamê bidin ji ber ku li Rojava tedawiya xwe rihet û bê zextên derûnî dibînin û wiha pêl da gotina xwe: “Piştî tespîtkirina zû ya wekî mamografiyê, ger girêkek derkeve bijîşk dikarin nexweşên jinan li beşa onkolojiyê jî tedawî bikin. Her wiha dozên kîmyoterapiyê yên ku ji nexweşan re hewce ne jî bêpere didin. Ev dihêle ku nexweş ji lêçûnên zêde yê rê, nexweşxane û hemû hewcedariyên din xilas bibe û tenê li ser başbûna xwe ji nexweşiyê bihizire. Rêjeya başbûnê jî baş e.”
Kengî û di kîjan rewşê de jin dikarin serî li beşa Onkolojiyê bidin?
Nûhat got ku ji bo jinan girîng e piştî bidawîbûna çerxa mehane muayeneyên birêkûpêk bikin, di nav de mamografî jî pêk bîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Divê jin piştî çerxa mehane bi heftiyekê bizanibe ka rengê pêsîrên wê ber bi sor ve çûn, an yek ji ya din biçûk an jî mezintir bû. Ger nîşaneyên wiha derketin, jin dikarin serî li navendê me bidin.”
Mamografiyên rûtîn ji bo jinên di bin 40 salî de nayên pêşniyarkirin
Nûhat balkişand ser nexweşên jin yên di jor û bin 40 salî re dikarin mamografî û ekokardîogram (EKG) bigrin ya na û sedema wê wiha anî ziman: “Mamografî û ekokardîogram hevdû temam dikin, lê hewcedarî heye ku were zanîn kengî dikare kîjan ji van were girtin. Bi gelemperî, mamografî ji bo jinên di bin 40 salî de wekî prosedureke rûtîn a "tespîtkirina zû" nayê pêşniyarkirin. Lê belê, ew dikarin werin kirin ger ku bijîşk ji hêla bijîşkî ve pêwîst bibîne. Wek mînak di hebûna van nîşanan de wek girêk, rijandin an jî di dîroka malbatî ya penceşêra pêsîrê de dayîk, xwûşk û met bi vê nexweşiyê ketibin. Mamografiyên rûtîn bi giştî ji bo jinên di bin 40 salî de nayên pêşniyarkirin. Ji ber ku şaneyên memikên wan ziravtir in, ev yek jî dibe sedema ku tîrêjên X di tespîtkirina tumoran de kêmtir rast bin û îhtîmala encamên şaş û çêbûna penceşêran zêde dike.”
Piştgiriya psîkolojîk ji girîngiya dermankirina bijîşkî ne kêmtir e
Nûhat da xuyakirin ku piştgiriya psîkolojîk ji bo nexweşên penceşêrê li nav malbatê stûnek bingehîn e û wiha pê de çû: “Piştgiriya psîkolojîk ji girîngiya dermankirina bijîşkî ne kêmtir e. Ew alîkariya sivikkirina stres, fikar û depresyonê dike. Her wiha bersiva parastina nexweş bi baştirkirina kalîteya jiyana wan û pejirandina wan a rêwîtiya dermankirinê û dijwariyên wê zêde dike. Li navendê jî beşa piştgiriya psîkolojîk jî heye. Gava ku nexweş hewcedar be piştigrî bo wê/î tê pêşkêşkirin.”
Nûhat di dawî de got ku deriyê navenda wan ji bo hemû jinan vekiriye û got ku çiqas nexweşiya penceşêrê tespît bibe rêjeya başbûna wê jî zêdetir dibe.