Ji bo tenduristiya jinên Şehbayê Komeleya Sawsan di xizmetê de ye

Zayîna Nore Mihemed a ku di komeleya Sawsan a li Kantona Şehbayê de dixebite dibêje: "Komeleya sewsan ji bo alîkariya gel bi taybetî jinan hatiye vekirin û pêdiviyên wan di rewşa koçberiyê de pêk tîne."

HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û xelkê Efrînê li Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn rastî gelek zehmetiyên jiyanî hatin di heman demê de jin û zarokan gelek astengî dîtin ji ber kantona Şehbayê jî di şer de rastî êrîş û talankirinê hatibû. Kantona Şehbayê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve dorpêç kiriye loma pêdîviyên jiyanî bi taybetî pêdiviyên tendirustiyê li herêmê kêm tên dîtin. Li Şehbayê tenê nexweşxaneyek heye ew jî li gorî derfetên heyî dikevin xizmeta gel û pêdiviyên wan pêk tîne, ji bo ku giranî ji ser nexweşxaneyê bê rakirin komeleya Sawsan a serbixwe şaxek xwe li Şehbayê ava kir û tenê bi nexweşiyên jinan re mijûl dibe. Komeleya Sewsan di Tebaxa 2018'an de ji bo alîkariya jinên ducanî ava bûye. 4 kîlînkên gerok ên komeleyê hene û li 15 gundewarên Şehbayê pêdiviyên tendirustiyê ji gel re pêşkêş dikin û navendek wan a sereke li navçeya Fafînê heye tê de cihê zarokanînê û şopandina rewşa jinan heye. Di nav xebatên komeleyê de jî komîteyên bi xebatên zanakirina jinan li ser zarokanînê, piştgiriya psîkolojîk, hişyarkirina jinan ji milê tendirustî, çawaniya rêxistinkirina malbetê, zirarên zewaca di temenê biçûk de, tundiya li ser jinan, zirarên teknolojiya li ser tendirustiya mirov û girîngiya xweparastina li hemberî vîrusa koronayê mijûl dibin. 
Ev komele tenê li herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de heye û li herêmên Rojhilatê Firatê 14 navendên wê hene. Komeleya Sewsan li kantona Şehbayê û bi alîkariya Desteya Jin hemle daye destpêkirin ji bo danasîna zirarên anîna zarokan bi riya emeliyatên qeyserî li ser bedena jinan. Komeleya Sewsan bi belaşî derman û pêdiviyên tendirustiyê ji jinan re pêşkêş dike. Rojê nêzî 600 jin kantrol dibin û derman ji wan re pêşkêş dikin, di heman demê de mehê zêdetirî 60 jinan ji bo zarokanînê pêşwazî dikin û serpereştiya tendirustî ji wan re pêşkêş dikin. Zayîna Nora Mihemed a ku di komeleya Sawsan de kar dike ji me re behsa kar û xebatên komeleyê kir.
"Komeleya Sawsan ji bo xizmeta jinan ava bûye"
Nora di destpêka gotinên xwe de wiha got: "Ev komele li Kantona Şehbayê ava bû ji bo xizmeta gel bi taybetî jinan. Em li seranserê gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê digerin û xizmetê pêşkêş dikin. Di komeleyê de piraniya pêdiviyên tendirustiyê ji bo dermankirina nexweşiyan tê dîtin û heya em dikarin dikevin xizmeta kesên ku di rewşa koçberî û êrîşan de dijîn. Li Şehbayê nexweşxaneyek tenê tê dîtin, piraniya gelê herêmê nikare xwe bigihîjîne nexweşxaneyê ji bo tedewiyê ji ber wê em vî barî ji ser gel sivik dikin û di nav gel de digerin, di heman demê de em amûrên veguhestinê ji wan re peyda dikin. Di komeleyê de em girîngiyê didin jin û nexweşiyên wê. Ji bo zanabûna jinan di alipyê zewaca di temenê biçûk û parastina tendirustiya xwe û malbeta xwe em derdikevin nav gundan û semîneran didin."
"Em piranî bi jinan re dibin alîkar"
Nora di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Amûrên tendirustiyê ji bo gel li komeleya me tên dîtin. Ji bo psîkolojiya jinan em daneşînan çêdikin. Dema ku em semîneran ji jinan re li dar dixin di heman demê de em ji mêran re jî çêdikin da ku zêdetir bi êşa jinan bizanibin. Ji ber rewşa koçberiyê gelek pskolojiya jinan xirab bûye loma em bi wan jinan re dibin alîkar. Navenda sereke ya komeleyê 24 saetan dixebite. Tê de bijîşk, bijîşka zayînê, dermanzan û hemşîre li kar in dema jinek derbasî komeleyê dibe çi xizmet dixwaze li vê derê tê dîtin hemû xizmetên me ji bo gel e û belaş e. Di komeleyê de odeya nexweşiyên taybetî û yên giran dema jin ducanî bin heye dema derbasî gel me dibin em derbasî wê odeyê dikin heya ku tên dermankirin."