Giyayê xwedî bêhn, teşe û navên cuda: Zehter

Nebata zehterê ji bo xwarin û di dermanxaneyan de dikeve nava gelek dermanan. Zêdetirî 50 cureyên wê hene. Bi şînahî û hişkbûyî tê vexwarin û gelek sûd jê tê girtin.

 

Navenda Nûçeyan - Zehter giyayeke bi bêhn e, di nava xwarina goşt, danûk û wekî din de tê bikaranîn tameke wê ya xweş û zêde heye. Ev giyayê li çiyayan şîn dibe, ji bo derman jî tê bikaranîn. Dirêjahiya wê digihîje 6 – 12 santîm. Pelên wê piçûk in û rengê wan kesk e. Zêdetirî 50 cureyên wê hene. 
Çend nav û cureyên wê
Zehter, li deverên çiyayê şîn dibe, hema bêje li her malê ji bo xwarinê tê bikaranîn.  Li herêma Amed û Xerzanê ji rê dibêjin cehter, li herêma Serhedê jî dibêjin catirî. Cehtera ku li herêmên Xerzan û Amedê şîn dibe hem teşe hem jî bêhna wê cuda ye, ya li herêma Serhedê şîn dibe cuda. Ya li Serhedê di nava mehîrê de tê bikaranîn, şeklê wê dişibe naneyê bêhna wê jî hinek jê ye lê ya li herêmên din ên Kurdistanê cuda ye pelên wê zirav in li deverên çiyayî şîn dibe, bêhna wê tûj e, dema ku hişk dibe jî bêhna xwediparêze. Cudahiya cehtera li bakurê Kurdistanê şîn dibe ew e ku wekî li welatên din nayê çandin loma jê re dibêjin “cehtera kûvî” ango di demsala biharê de jixweber li herêmên çiyayî şîn dibe. 
Li Bakur Rojavayê Sûriyeyê jî jê re dibêjin zehter, tam û bîna wê jî xwesere ji ceverên dinê cudaye. Tayîbetî dikeve nava xwarina zexter a serê sibê bi runê zeyîtunê ve tê xwarin. Her çendî gelek tiştên dinê dikevin nava wê xarinê lê ji ber tam û bîna zehterê serwere bi navêwê tê nasîn.
Li Misira Kevin di mumyasyonê de zehter dihat bikaranîn. Her wiha Yewnaniyên kevnar jî zehter di pejngehên xwe de wekî bixûrê dişewitandin û bawer dikirin ku ew çavkaniya cesaretê ye.
Ji bo aramî û cesaretê bi kar dianîn
Di Serdema Navîn a Ewropayê de, ev giha dixistin bin balgiyên xwe da ku rehet razên û kabûsan nebînin. Her wiha di wê demê de pelên zehterê didan şervanan ji ber ku bawer dikirin zehter cesaretê dide. Tê bawerkirin ku belavbûna zehterê li seranserê Ewropayê ji ber li Romanyayê ye, yên ku zehter di çêkirina penîr û cureyên meşrûbatan de bi kar dianîn hebûn. 
Gelek welatên Ereb bi çandiniya zehterê navdar in. Zehter bi navê bajar an herêma ku jê hatiye tê zanîn. Ji zehtera ku li Urdunê çêdibe re dibêjin zehtera Urdunê, ji ya ku li Nablusê çêdibe re dibêjin zehtera Nablusê û ji ya ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê çêdibe dibêjin ya Helebî û ew celebê herî navdare. Her wiha Filistîn jî bi çandina nebata zehterê, navdar e.
Di navbera sê mehên serê salê de tê çandin
Çandiniya zehterê li başûrê Lubnanê mîna zêrê kesk e, ji ber ku mirovên wê deverê debara xwe ya jiyanî pê dikin. Di demên berê de, Lubnanê zehter difirot bazarên Sûriye û Urdunê. Zehter di mehên yekem ên her salê de di navbera meha yekê û sisiyan de tê çandin. Hilberandina wê ji çar salan heya heft salan bi domdarî dimîne. Ji sê mehan carekê tê çinîn, piştre çar mehan dihêlin da ku dîsa mezin bibe.
Zehter li cihên germ û bi tav tê çandin. Ew bi rengek baş şert û mercên hişkesalî tehemul dike. Celebên wê yên kovî li bilindahiyên çiyayî şîn tê. Piştî çinîna wê li deverek tarî, germ û baş-hewayî hişk dikin da ku pelên wê zuwa bibin. Piştî tê zuwakirin kuncî, xwê, hinek genim, simaq, Rezene û zeyta zeytûna lê tê zêdekirin her yek cuda tê hêrandin û piştre tevli hev dikin. Zehtere hişkirî dikare heya du salan bimîne lê zehtera kesk tenê hefteyekê dimîne, heke hinekî kevin bibe dê rengê wê reş bibe.
Zehtera kesk û hişk her du tên firotin lê zehtera kesk xweştir e û di demsala havînê de pir peyda dibe. Zehtera hişkbûyî li Ermenistanê gelekî tê bikaranîn û jê re dibêjin Urc. Zeiter di nav çend xwarinan de tê bikaranîn. Gelek vîtamîn di zehterê de hene, vîtamîn A, B, C û H. Her wiha zehter wekî çavkaniya magnezyûm, zink, potasyûm û hesin tê hesibandin. Gelek sûdên zehterê hene, ji bo parastina çav, çerm û por, hestî û diranan girîng e, ji bo êşa qirik û enfeksiyonên guh û çerm û êşa zik derman e û ji kezebê re jî baş e.